Li Hemberî Êrîşan Li Welatê Xwe Têkoşînê Mezin Bike

Dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji destpêka şoreşa me ve êrîş û dijminahiya xwe didomîne. Ji bo binxistina şoreşa me bi hêzên paşverû yên olperest ên weke DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên Arteşa Azad ve tevgeriya û xwest ku me teslîm bigire. Piştî binketina çeteyan ev pênc sal in jî bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî welatê me dike. Bi dewleta Iraqê ya paşverû re bi erêkirina Emerîka-NATO’yê rêkeftina 9’ê Cotmehê îmze kir û bi hevkariya PDK’ê re hewil dide ku xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir bike.

Şoreşa me piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê derbasî asteke nû bû. Di vê astê de şoreşa me xwest ku hewil bide xebatên avakirina civakî û pergala xwe ya serweriyê xurtir bike. Dijminên me serkeftina me ya di vê qadê de ji bo bidin sekinandin ambargoya ku ji destpêka şoreşê ve dabûn destpêkirin hîn bêhtir şidandin. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin. Her roj li Herêma Firatê, Cizîrê û Efrînê êrîşên dagirkeriyê pêk tînin. Qadên jiyana gelên me yên welatparêz bi Firokeyên Bê Mirov ên Çekdarî û çekên giran didin ber bomberanan. Zarokên me dikujin, qetil dikin, bajarên me hildiweşînin.

Dewleta Tirk û hevkarên wê bi vê siyasetê dixwazin ku avakirina şoreşa me bisekinînin, bi siyaseta şerê taybet gelên me bidin koçberkirin, gel birçî bihêlin da ku me mecbûrî xwe bikin. Îro di nava şoreşê de jî bi destê çeteyan û hevkarên wan ên wekî ENKS’ê bêbaweriyekê li dijî şoreşa me belav dikin û di riya sîxuran re welatparêzên me dixin hedefa dijminê me. Di serî de Ewrupa û dewletên din ên paşverû ku sedema aloziyên cîhanê yên çînî û zayendî ne weke wargehên azadiyê nîşan didin û dixwazin gel bidin revandin.

Her kes dizane ku azadî tenê li Rojava heye. Şoreşa me ku perçeyek ji şoreşên cîhanê ye di vê demê de divê bi xurtayî were parastin. Ji bo vê erka îro ew e ku gelên me li dijî ajanan, çeteyan û êrîşên dewleta Tirk a faşîst bisekinin û li bajarên xwe şoreşa xwe biparêzin. Gelên me divê zanibin êdî li tu derê cîhanê jiyana bê şer nemaye. Em bi hev re ji bo qada hewayî li hemberî dewleta Tirk a dagirker were girtin û gelên me bi erkên parastina şoreşa xwe ve rabin têkoşîn bikin. Roj roja mezinkirina berxwedanê ye.

Li Bajarê Xwe Li Berxwe Bide!

Bijî Şoreşa Me Ya Rojava!

Bijî Rêveberiya Me Ya Xweser!