Ji gelên me ra bangewazî; Em li dijî dagirkerî axên xwe biparêzin. Em çeteyan bisekinînin

Çeteyên Îslama Sîyasî Heyet Tehrîr El Şam-HTŞ (Cephet El Nûsra ya berê) ku bi piştgirîya hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû li Îdlibê nîştecih e, êrîşê bajarên Sûrîyeyê kirin. Êrîşên ku li enîya rojavayê Helebê dest pê kirin, di sê rojan da bi dagirkirina Helebê encam girt û pêşveçûna çeteyan a ber bi Hemayê ve didome. Hêzên rejîma Şamê tu berxwedan nîşan nedan. Esad li cem Rûsya û Îranê …

Read More »

Li dijî tundî û darvekirinê em ê berxwedana jinan xurtir bikin!

Em di 25’ê Mijdarê de, di serdema şer, dagirkerî û tundiya mêr de, berxwedana jinan li dijî rejîma dîktator a faşîst a Îranê ji xwişkên Mîrabel digirin û heta roja îro jî li dijî destavêtina jinan rawestiyane. li eyaleta Pencabê ya Pakîstanê û li dijî darvekirina dewleta Îranê ya faşîst û rejîma mela Werîşe Mûradî dest bi greva birçîbûnê kir.  Li jêr desthilateke stemkar ku ji bilî xwîn û zulmê …

Read More »

JI GELÊ ME YÊ BAŞÛR RA BANGAWAZÎ; DENG NEDE YÊN KU GEL Û AXA KURDISTANÊ DIFIROŞIN!

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê; dê di 20ê Cotmehê da biçe ser sindoqan û dengê xwe bide pêşeroja xwe. Hilbijartinên ku dê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dîyar bike, divê berê salan bihata kirin. Lê ji ber ku PDK-mala Barzanî ne dixwest gel ji ber sûcên wan, wan ceza bike, hilbijartin asteng kirin. Di salên berê da encamên hilbijartinê her tim zelal bûn, şert û merc çi dibin bila bibin …

Read More »

Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî dagirkerî û mêtingehkarîyê enîyekê yekgirtî ya berxwedanê ava bikin

Dewleta Îsraîl a dagirker piştî Filistînê li Lubnanê êrîşeke nû ya qirkirinê da destpêkirin. Îsraîl a dagirker piştî wêrankirina zîvala Xazayê, bi hinceta hebûna Hizbullahê rûyê xwe ber bi xaka Lubnanê ve zivirand. Ji Xaza, Şerîeya Rojava û Lubnanê her roj nûçeyên mirinan tên. Çawa ku dewleta Îsraîlê dibistan, nexweşxane, parêzgeh û kampên penaberan ên li Xazayê bombebaran kirin û bi deh hezaran kes qetil kirin. Niha jî dixwaze heman …

Read More »

Em ê Zehmetîyan Derbas Bikin, Serbikevin!

Em weke JKŞê, li dijî serdestîya mêr û rejîma serdest a mêr serhildana Jîna Mahsa Emînî ya 16ê Îlona 2022an a Rojhilat/Îranê ya ku weke serhildana jin ketîye dîrokê, bi boneya salvegera 2emîn bi coş û rûmet silav dikin. Serhildana jin a salên dawî ya ku herî zêde derketîye pêş, yek ji mînakeka zindî û şênber a sedsala 21emîn a sedsalên şoreşa jinê ye. Piştî şoreşa Rojava ya sala 2012an …

Read More »

Pêşengê Komunîst 30 salîye. Ji Hemû Gelên Me Re Pîroz Be

MLKP a ku di 10ê Îlona 1994an de bi yekbûna partî û rêxistinên komunîst hat avakirin, bû partîya karker, kedkar, jin û ciwanên ji netew û bawerîyên cuda. Ji bo tevgera şoreşger û bindestan hêvîyek wisa çêkir ku me navê vê pêvajoya damezrandinê kir Şoreşa Yekîtîyê. Şerê azadîyê yê pêşengê me yê komunîst di 10ê Îlonê de wê bikeve sala xwe ya 30emîn. Partî doza şoreşa yekgirtî ya Tirkîye û …

Read More »

Pêşengê Komunîst 30 Salî Ye: BIJÎ KURDISTANA AZAD BIJÎ SOSYALÎZM

Kapîtalîzma ku di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da ye, bi alozîya hebûnî ra rû bi rû ye. Burjuwazî cîhana me bi lez û bez wêran dike. Mirov û xwezaya ku mirov parçeyek ji wê ye, bi lez ber bi tunebûnê ve diçe. Îstîsmara bêsînor, terora dewleta faşîst, xizanî, bêkarî, newekhevîtîya dahatê (muçe), bêedaletî, dagirkerî, şer, komkujî, zext û tundîya serdest a mêr, qirkirina jinan, talankirin û wêrankirina ekolojîk belavî çar alîyê …

Read More »