Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî dagirkerî û mêtingehkarîyê enîyekê yekgirtî ya berxwedanê ava bikin

Dewleta Îsraîl a dagirker piştî Filistînê li Lubnanê êrîşeke nû ya qirkirinê da destpêkirin. Îsraîl a dagirker piştî wêrankirina zîvala Xazayê, bi hinceta hebûna Hizbullahê rûyê xwe ber bi xaka Lubnanê ve zivirand. Ji Xaza, Şerîeya Rojava û Lubnanê her roj nûçeyên mirinan tên.

Çawa ku dewleta Îsraîlê dibistan, nexweşxane, parêzgeh û kampên penaberan ên li Xazayê bombebaran kirin û bi deh hezaran kes qetil kirin. Niha jî dixwaze heman tiştî li ser axa Lubnanê bike. Gund, bajarok û navendên bajaran tên bombekirin. Mirov neçar dimînin koç bikin. Yên ku naxwazin axa xwe biterikînin dibin hedefa bombeyan. Bi sedan kesan jîyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes birîndar bûn.

Dewleta sîyonîst a Îsraîl ku hebûna wî;  li ser dagirkerî, berfirehbûn û qetlîamê hatîye avakirin, mirin, êş, rondik û koçberîyê li ser gelên herêmê ferz dike. Dewleta Îsraîl a dagirker zilm û kuştinê asayî dike.

Dewleta sîyonîst hêza xwe ji emperyalîzma DYE û dewletên Yekîtîya Ewrûpayê digire ku pişta van êrîşan digirin. Ji dewletên Ereb ên ku li hemberî êrîşan helwestê nîşan nadin û têkilîyên xwe yên bi Îsraîlê ra didomînin wêrekîyê digre.Ji  desthilatdarîya Tayyîp Erdoxanê faşîst ku qaşo li dijî Îsraîlê disekine lê bazirganîyê didomîne, ne ku tenê hêz digre. Ew bi heman zimanî dipeyive. Heman rêbazên komkujîyê bikar tîne. Heman daxuyanîyên dewleta Tirk a faşîst ên li ser êrîşên dagirkerîyê yên li ser axa Kurdistanê, ji bo qetlîamên li Filistîn û Lubnanê jî tên bikaranîn. Netanyahûyê faşîst dema ku herêmên dagirkirinê berfireh dike, wek Tayyîp Erdoxan dibêje, “Em ê herêmeke tampon ava bikin” . dibêje  “Em çekdarên rêxistinê hedef digrin , medenîyan hedef nagrin “.  Dibêje “Em binesazîya ku ji hêla terorîstan ve hatî çêkirin dixin.”

Dewleta mêtingehkar a Tirk çi be Îsraîl ê Sîyonîst jî ew e. Netanyahû û Erdoxan ên faşîst hêzên xwe yên desthilatdar bi xwînê mezin dikin. Ew faşîst, mêtingehkar û dîktatorên dagirker in. Ji bilî avakirina herêmên nû yên dagirkerîyê û kuştinê ti nêzîkatîyên rêveberîyên Îsraîl û dewleta Tirk nînin.

Rojhilata Navîn ber bi şerekî herêmî ve tê kişandin. Îsraîl û dewleta Tirk vê yekê bi hevkarîyê pêk tînin. Her ku bajarên Filistîn û Libnanê tên wêrankirin, êrîşên dagirkerîyê li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê berfireh dibin.

Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî vê fermana dagirkerîyê ya faşîst a dagirker ne yek bi yek bin, enîyeke berxwedanê ya yekbûyî bi rêxistin bikin. Divê gelê Filistîn û Lubnanê di têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî û mêtingehkarîyê da tenê nehêlin. Divê gelên cîhanê destê alîkarîyê û hevgirtinê dirêjî gelên Rojhilata Navîn bikin.

Pêşeroja gelên me hevpar e. Em encax bi berxwedana yekgirtî ya gelan dikarin ji bindestî û wêrankirinê rizgar bibin. Gelên Filistîn û Lubnanê ne bi tenê ne. Werin em têkoşîna li dijî şer, dagirkerî û mêtingehkarîyê mezin bikin.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)