JI GELÊ ME YÊ BAŞÛR RA BANGAWAZÎ; DENG NEDE YÊN KU GEL Û AXA KURDISTANÊ DIFIROŞIN!

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê; dê di 20ê Cotmehê da biçe ser sindoqan û dengê xwe bide pêşeroja xwe. Hilbijartinên ku dê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dîyar bike, divê berê salan bihata kirin. Lê ji ber ku PDK-mala Barzanî ne dixwest gel ji ber sûcên wan, wan ceza bike, hilbijartin asteng kirin. Di salên berê da encamên hilbijartinê her tim zelal bûn, şert û merc çi dibin bila bibin PDK-Barzanî serketî bû. Lê belê ev hilbijartin ji hilbijartinên berê zêdetir wateyek girt. Ji ber ku xeta PDK-Barzanî ya ku ax û rûmeta Kurdistanê firotîye, dizane ku gel dagirkeran qebûl nake û li ber windakirinê ye.

PDK a ku di bin serwerîya Malbata Barzanî da bû, bi dewleta Tirk û hêzên emperyalîst ra ket nava xeteke hevkarîyê. PDKê îxanet li têkoşîna azadîya gelê Kurdistanê kir. PDKê kirasê xwe yê welatparêzîyê ji xwe kir û bi dijminên Kurdan ra bû yek. PDKê ji bo ku bibe partîyeke burjuvazî ya li ser bingeha pêşketina kapîtalîst, destkeftîyên neteweyî yên bi statuya federatîf bi dest xistin kir qurban. Niha ti eleqeya PDKê bi parastina ziman, çand, kevneşopî, dîroka gelê me û axa Kurdistanê, yekîtîya bi hêzên netewî ra nîne.

PDK, partîya ku li ser axa Kurdistanê berjewendîyên burjuvazîyê temsîl dike ye. Barzanî hewl dide dewlemendtir bibe, pereyê ku ji firotina nefta qaçax bi dest dixe, di hesabên bankê yên derve da razîne. Wan gelê me mehkûmî birçîbûn û xizanîyê kirin. Bi gotina ku em bajarên luks ava dikin, kaseyên xwe tije kirin. Gel xistine bin deynan. Bêkarî mîna şapê mezin bû. Mîna ku tiştên ku dizîn ne bes e, çav berdan meaşê karmendan. Wan pergalek wisa ava kirin ku; bi hişbir û alkolê, bazirganîya laşê jinan, dizî, gendelî, bertîl û sextekarî mezin dibe. Pereyên gel teslîmî xizm û alîgirên xwe kirin.

Barzanî ditirsin ku vê nîzama ku ava kirine winda bikin. Yekane rêya ku ew ji bo pêşeroja desthilatdarîya xwe dibînin ev e; bi piştgirîya dewleta Tirk a dagirker ku ji bo alîkarîya wê rê li çîyayên Kurdistanê vekirin; hewl bidin li cihê xwe yê ku bi zordarî, bertîl û xapandinê bi dest xistin bimînin. Dagirkerên ku gerîla ji xwe ra kirine hincet û anîne Kurdistanê, rayeya desthilatdarîyê girtine destên xwe. MÎT a ku  îstîxbarata dewleta Tirke, niha li hemû qereqolên PDKê ye. Hemû sazîyên çapemenîyê yên PDKê tenê nûçeyên MÎT dixwazin diweşînin. Malbata Barzanî-PDK  bû lepên Erdoganê faşîst. Niha gel, vê pergalê dibîne û îtîraz dike.

PDK-Malbata Barzanî derîyê axa Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk a mêtingehkar ra vekir. Hêzên dagirker bi alîkarîya PDKê hewl didin xwe li çîyayên Başûrê Kurdistanê bigirin. Li ser daxwaza dewleta Tirk a faşîst 400 gundên herêma Behdînan bi darê zorê hatin valakirin. Mal û warên xelkê talan kirin. Dewleta Tirk dixwaze çeteyên DAIŞ li van gundan bi cih bike. Pêşmerge û yekîneyên taybet ên girêdayî PDKê; bi karên weke îstixbarat, çêkirina rê, ewlekarîya baregeha leşkerî û kemînkirina hêzên gerîla bû beşek ji êrîşên rasterast ên dagirkerîyê. PDK di heman demê da hevkarê êrîşên dagirkerîyê yên li ser Rojava ye. Eşkere bû ku ajanên ji alîyê Parastin û MÎTê ve hatine perwerdekirin, li ser kadroyên pêşeng ên şoreşê û nuqteyên leşkerî îstîxbarat kom dikin. Destê PDKê di ambargoya aborî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê da jî heye.

Rewş dîyar e. Dewleta Tirk herêmên xwe yên dagirkerîyê berfireh dike û PDK jî hevparê vê sûcê vekirî ye. PDK kurmê dara Kurdistanê ye. AKPa faşîst a Erdogan û PDKa Barzanî çarenûsa xwe kirin yek. Lê dema ku îhtîmala windakirina hilbijartinan derket holê, çûn Enqereyê. Çi eleqeya serokê Herêma Başûrê Kurdistana Federe bi Erdogan û serokên MÎTê ra 4 roj berîya hilbijartinê heye? Ger di hilbijartinê da winda bikin, fêrî xapandinê bûne. Dewleta Tirk a faşîst di hilbijartinan da hostayê xapandinan e.  Bi hev ra nexşeya rê xêz kirin. Heta nepenî ye ku PDK encamên hilbijartinê qebûl dike yan na.

Divê Gelê Başûrê Kurdistanê Yê Bi Rûmet Bêje “Êdî Bese”

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi salan ji bo rûmet û azadîyê têkoşîyaye, berdêl daye û xwedî li destkeftîyên xwe yên netewî derketîye. 20ê Cotmehê dikare ji bo Herêma Federal a Kurdistanê bibe destpêka serdemeke nû.

Niha dem hatîye ku em hesabê xwe bi malbata PDK-Barzanîyan ra deynin, ku bi serokê faşîst Tayyîp Erdogan ra ku wêrankirin û qirkirinê li ser gelê me ferz dike, hevkarîyê dike. Girîng e gelê me beşdarî hilbijartinan bibe û mafê xwe yê dengdanê bikar bîne.

20ê cotmehê derfetek e ku em derseke dîrokî bidin van dizên ku xizanîyê li ser gelê me ferz dikin, pereyên petrolê didizin û kasa xwe tije dikin. Her dengê ku ji PDK-Barzanî ra biçe tê wateya erêkirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Divê gelê me dawî li xeta îxanetê ya PDK-Barzanî bîne. Nehêlin Barzanî dengên we bi bertîlê bikirin. Ji firotina axa Kurdistanê ji dagirkeran ra bêjin ‘êdî bes e’.

Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî piştgirîyê bidin têkoşîna azadîya Kurdistanê. Em bang li we dikin ku piştgirîyê bidin namzetên welatparêz ên ji bo serxwebûn, rûmet û azadîyê têdikoşin. Êdî bes e, divê pergala PDK-Barzanî ya ku ax û gelê Kurdistanê firotîye, bi dawî bibe.

Bijî Kurdistana Azad

Bijî Şoreş, Bijî Sosyalîzm

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)