Çeteyên Îslama Sîyasî Heyet Tehrîr El Şam-HTŞ (Cephet El Nûsra ya berê) ku bi piştgirîya hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû li Îdlibê nîştecih e, êrîşê bajarên Sûrîyeyê kirin. Êrîşên ku li enîya rojavayê Helebê dest pê kirin, di sê rojan da bi dagirkirina Helebê encam girt û pêşveçûna çeteyan a ber bi Hemayê ve didome. Hêzên rejîma Şamê tu berxwedan nîşan nedan. Esad li cem Rûsya û Îranê li çareserîyê digere.
Hêzên hikûmeta Şamê yên ku nikaribûn bajarekî weke Helebê yê ku xwedî girîngîyeke dîrokî û stratejîk e biparêzin ên ku ji bo teqwîye hatin jî îradeya xwe ya şer winda kirin. Ketina Helebê, senaryoyên navneteweyî yên ku rê li ber çeteyên faşîst ên DAIŞê yên ku berîya salan di demeke kurt da Mûsil dagir kiribûn vekir, tîne bîra me. Hêzên emperyalîst bi taybetî Rûsya, DYE û YE bi bêdengî geşedanan dişopînin û hêzên wek Erebîstana Sudî û Ingilîstan, çeteyên HTŞê teşwîq dikin, ev yek lîstikên nû yên emperyalîst ên li ser xaka Sûrîyeyê ku mafê jîyanê û pêşerojê ya gelên herêmê paşguh dike, eşkere dike.
Gelên ji bawerî û neteweyên cuda yên li herêmê dijîn ji alîyê rejîma Şamê ve li hemberî çeteyên dagirker ji çarenûsa xwe ra bê parastin hatin hiştin. Gelên me yên ji bawerîyên Xiristîyan, Elewî, Êzidî, gelên Kurd, Ereb, Sûryanî, Ermenî û Tirkmen ên ku bi salan e li herêmê dijîn di bin gefa êrîşên çeteyên selefî yên cîhadîst da ne. Weke salên berê li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê bû, wê bajar, mal û axên wan jî ji alîyê çeteyan ve bên talankirin û wêrankirin. Bi sed hezaran şênîyên Helebê neçar man cih û warên xwe biterikînin.
Bi êrîşên HTŞê ra di heman demê da dewleta Tirk çeteyên artêşa azad teşwîq dike ku Til Rifat û Şehba dagir bikin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker topbarana xwe ya li ser herêmên sînor zêde kir.
Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) ku ewlehîya herêma Şehbayê pêk tîne, li dijî êrîşeke muhtemel amade ye. Gelê me yê welatparêz yê bi rûmet û şervanên wan ên ku neçar man ji Efrînê koç bikin, xwedî vîn û hêz in ku heta dawîyê parastina xaka şoreşê bikin. Artêşa me ya şoreşê jî li hemberî êrîşên muhtemel amade ye. Gelê me bi salan li Şehha, Şêx Meqsûd û Eşrefîyê bi hêzên xwe yên xweparastinê xwe parast. Di vê rojê da jî wê li dijî dagirkerîyê parastina ax û gelê xwe bike.
Wek hêza welatparêz a sosyalîst a şoreşa Rojava TKŞê; Em ji Filistînê heta Lubnanê, ji Sûrîyeyê heta Rojava, ji Şengalê heta Îranê, bang li hemû gelên Rojhilata Navîn dikin. Banga me ji bi milyonan xebatkar û hejarên Rojhilata Navîn ra ye. DYE, Îsraîl, Tirkîye, Îran, Rûsya û Erebîstana Siûdî li herêma me ne xwedî mafê gotinê ne. Li ser pêşeroja axa me mafê gotinê tenê ya me ye, ya gelê me ya ku ji bo vê axê şer dike û têdikoşe ye. Divê hemû gelên me parastina xwe ya cewherî mezin bikin û axa xwe biparêzin.
Gelê me bi enîyeke berxwedanê ya dij -emperyalîst, dij-mêtingehkar û dij-faşîst dikare pêşeroja xwe ya hevpar ava bike. Werin em li her derê li dijî dagirkerîyê rêxistinên berxwedanê ava bikin. Werin em xweparastina gund, mezra, kolan û bajarên xwe bigrin. Em bi hev ra wek hemû gelên li ser vê xakê dijîn ji bo Sûrîyeya demokratîk a şoreşger, jîyana wekhev û azad avabikin, em bibin yek.
Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên li ser xaka me ya şoreşgerî ya Rojava li dora rêxistinên xweparastinê û artêşa şoreşê bibin yek. Şoreş pêşeroja gelê me ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka xwe ya şoreşê û jîyana azad a bi rûmet biparêzin. Ev soz ji bo şehîdên me yên ku bi canê xwe şoreş ava kirin e. Ev soz ji bo gelê me ye. Em ê ti carî dest ji rêya wan a fedaî ya berxwedanê bernedin.
Em ê Ber xwe bidin, şer bikin, serbikevin!
Bijî Şoreşa me ya Rojava
Bijî têkoşîna yekbûyî ya gelên Rojhilata Navîn
An serkeftin an serkeftin
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)