Kapîtalîzma ku di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da ye, bi alozîya hebûnî ra rû bi rû ye. Burjuwazî cîhana me bi lez û bez wêran dike. Mirov û xwezaya ku mirov parçeyek ji wê ye, bi lez ber bi tunebûnê ve diçe. Îstîsmara bêsînor, terora dewleta faşîst, xizanî, bêkarî, newekhevîtîya dahatê (muçe), bêedaletî, dagirkerî, şer, komkujî, zext û tundîya serdest a mêr, qirkirina jinan, talankirin û wêrankirina ekolojîk belavî çar alîyê cîhanê bû. Nîjadperestî û şovenîzm bi her cure rêbazan dihên gurkirin.
Mirovahî di bin çavdêrîya elektronîk da ye. Em bi dîwarên sînor hatine dorpêçkirin û li ser rêyên koçberîyê dihên kuştin. Şewb bi mîlyonan mirovên xizan ji jîyanê qut dikin. Hejmara girtîgehên ku ji alîyê dewletan ve dihên vekirin her ku diçe zêde dibe. Budçeya ku ji bo şer û çekan dihê veqetandin her ku diçe zêde dibe. Di navbera hêzên emperyalîst da pêşbirkeka mezin çekan heye. Rewş, bi lez ber bi şerekî cîhanê yê wêranker ve diçe. Dewleta Tirk a faşîst a burjuwa veguherî pergaleka ku tê da mêtingehkarîya înkarker û pergala kapîtalîst a serdest a mêr di nava yek bedenê da kelijî ye. Sîyaseta qirkirin û dagirkerîyê li dijî kedkar, jin, feqîr û hemû gelên bindest ên herêmê bi taybetî li ser Kurdan dimeşîne.
Şefê faşîst Tayyip Erdoğan, ji bo ku têkoşîna azadîyê ya gelê me yê Kurd biperçiqîne û Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê dagir bike, 24 saetan bi maşîneya xwe ya şer dixebitîne. Hewl dide ku kadroyên pêşeng ên partîyê me MLKPê û PKKê qetil bike, hêza gerîla tesfîye bike, têkoşîna me ya azadîya netewî bi xwînê biperçiqîne. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û NATOya emperyalîst, dewletên herêmê yên paşverû û PDK-mala Barzanî ya hevkar rê li ber dagirkeran vedikin, hêz û piştgirîya leşkerî didin.
TÊKOŞÎNA GELÊN CÎHANÊ MEZIN DIBE
Lê jîyan, tena ne bi hesabên berjewendîyên dewletên hevkar û hêzên emperyalîst sînordar e. Gelên cîhanê, karker û kedkar, jin û ciwan ji bo jîyaneka wekhev û azad şer dikin û têdikoşin. Cîhaneka nû bi azadî, edalet û wekhevîyê dikare bihê avakirin. Ji bo azadîya jinê, wekhevîya tevahî gelan, pergaleka ekolojîk, edalet û sosyalîzmê têkoşîna bindestan berdewam dike. Ji Rojava heta Filistînê, ji Filîpînan heta Kolombîyayê, ji Tunisê heta Arjantînê, ji Yewnanîstanê heta Bangladeşê, ji Fasê heta Îranê, li hemû cîhanê bindest; li kolanan, li qadên têkoşînê, li çîya û di çeperên şer da berxwedana rûmet û azadîyê mezin dikin. Ala sor a şoreşê pêl dide.
Karkerno, kedkarno, jinno, ciwanno;
Partîyê Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) ê ku di 10ê Îlona 1994an da bi yekbûna partî û rêxistinên komunîst hat damezrandin, bû partîyê karker, kedkar, jin û ciwanên ji netew û bawerîyên cuda. Partîyê me li hemberî rejîmên înkarker, mêtingehkar, dagirker û faşîst hêvîya şoreşê ji bo kedkar, jin û gelên bindest mezin kir. Şerê azadîyê yê pêşengê me yê komunîst di 10ê Îlonê da wê bikeve sala xwe ya 30emîn.
BIJÎ KURDISTANA YEKBÛYÎ SOSYALÎST AZAD
Partîyê me, Partîya karker û kedkarên Kurdistanê ye. Rizgarkirina Kurdistanê ya ji nîrê mêtingehkarîyê ye ji xwe ra dike hedef. Partîyê me, ji bo damezrandina Kurdistana Yekgirtî ya Azad a Sosyalîst ku bi rizgarkirina axên me yên mêtingeh were avakirin derket rê. Dewletên mêtingehkar bi sedsalan gelê me parçe kirin û bi hev dan qirkirin. Di nava gel û bawerîyan da alozîyeka kûr a bawerîyê afirandîye.
Azadî û yekîtîya dilxwaz a hemû parçeyên Kurdistanê di heman demê da azadîya karker û kedkarên Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê ye. Karker û kedkarên Kurd ji bo şoreşa yekgirtî ya karker û kedkarên ji Ereb, Fars, Tirk û hemû gel û bawerîyên bindest şer dike. Di şoreşa me ya demokratîk a Rojava da gel û bawerîyên cuda ji nû ve bawerîya xwe bi hev anîn û bûn tifaqên hev. Lê tifaq têre nake. Pêwîst e karker û kedkarên ji neteweyên cuda di bin heman siwanê da bibin yek, têkoşîna çînî mezin bikin û êrîşî kapîtalîzmê bikin. Heta ku kapîtalîzm hebûna xwe biparêze, tu destkeftîyên demokratîk nikare were parastin. Têkoşîna me ya rizgarîya neteweyî divê bi têkoşîna rakirina ji holê ya hemû çîn û civaka zayendperest ra bibe yek. Ji ber vê yekê partîyê me xwe weke welatparêzê sosyalîst pênase dike. Hedefa wê sosyalîzm e.
Partîyê me, bi hemû partî û rêxistinên ku li dijî mêtingehkarîyê têdikoşin ra têkoşîneka hevpar esas digire. PKKê ya ku di têkoşîna azadîya Kurd da bedelên mezin dide û bi biryardarî li dijî mêtingehkarîyê şer dike, weke tifaqeka stratejîk dibîne, mil bi mil şer dike. Partîyê me MLKPê, serkanê şerê mirovahîyê yê mafdar ê ku wê teqez bigîhêje serkeftinê yê li Kurdistan û Tirkîye ye. MLKP, nêrîna şoreşa yekbûyî ya Tirkîye û Kurdistanê diparêze. Ji bo azadî, edalet û sosyalîzmê şer dike. Rêya têkoşînê ya ku Marks, Engels, Lenîn û Stalîn xêz kirine wekî bîrdozîya rizgarîya çîna karker û bindestan qebûl dike. Hêz ji tecrûbeyên sosyalîzm û şoreşên cîhanê digire. Têkoşîna azadîya jinê ya Clara, Rosa û Kolontayan di xeta şoreşa jinê de pêş dixe. Di rêya pêşengên sosyalîst ên şoreşger ên Tirkîye û Kurdistanê da dimeşe. Partîyê me, ji bo banga azadîya netewî ya ku ji alîyê Mezlûm, Egît, Elîşêr û Baranan bilind kirîye bersiveka xurt û damezrênerê xeta têkoşîna welatparêzîya sosyalîst e.
Dîroka me ya têkoşînê ya 30 salî, bi berxwedaneka fidayî ya li dijî faşîzm û mêtingehkarîyê hatîye naskirin. MLKPê weke yekîneya fidayî ya şoreşê, li dijî polîtîkaya îmha û înkarê ya dewleta Tirk a faşîst mêtingehkar, tu carî xwe ji dayîna bedêlan peş ve neda. Bi coş, biryar û bawerîyeka mezin bû deng, vîn û kulma bindestan. Li bajar, çîya û zindanan da ji bo ku sengerên şer hîna pêş ve bibe xwêdan dirijîne, li ber xwe dide, şer dike.
Partîyê me, ji rojên destpêkê da beşdarî şoreşa Rojava ya ku di 19ê Tîrmeha 2012an de dest pê kir bû. Di qada komîn, meclîs, weqfên jinan, şaredarî, avakirina qadên tenduristîyê yên giştî, ragihandin, YPJê û asayîşê da cih girt. Pêşengtî ji Tabûra Azadîyê ya enternasyonal ra kir. Di hemû pêngavên li dijî DAIŞê û rizgarkirina Şengalê da cih girt. Li dijî çeteyên DAIŞê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şer kir.
Ji bo avakirin û parastina şoreşê ked û bedêl dan. Stratejîya pêşxistina şoreşê, pêşxistina ber bi sosyalîzmê ve û belavkirina wê ya li tevahîya Rojhilata Navîn qebûl kir. Ew bû pêkhateya şoreşa Rojava û ji bo ku bibe hêza mezinkirina şoreşa jinê ya ji bo azadîya hemû bindestan şerê xwe berdewam kir.
QISMA FIDAYÎ YA ŞOREŞÊ
MLKPê hemû hewldan û derfetên xwe nezirî azadîya çîna karker û bindestan kir. Ew baş dizane ku ji bo azadîya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, wekî hevrê Şehîd Baran Serhed gotîye, bi “derbasbûna di derîyên bedêlan ra” pêşketin çêdibe.
Di kêlîya ku têkoşîna me ya li ser xaka şoreşa Rojava berdewam dike da;
Li Serê Kanîyê Serkan Tosun
Li Kobanê Paramaz Kızılbaş, Sarya Özgür, Algan Zafîr û Elîşêr Dêrsim,
Li Til Temirê, Têkoşer Kurdistan û Avaşîn Têkoşîn Güneş,
Li Alyayê, Suphi Garzan,
Li Silûkê Mazlum Aktaş,
Li Tişrînê Pirsus Armanc,
Li Minbicê Raperîn Dîcle,
Li Reqayê Destan Temmuz,
Li Efrînê Tirêj Elîşêr, Özgür Avaronî, Zeynel Seyît Riza û Haukur Hîlmarson,
Li Serê Kanîyê Fermandarê me yê sor Baran Serhed û hevrê Demhat Günebakan
Li Heseke hevrêyên me Serfîraz Nîdal û İsyan Tolhildana Pirsusê,
Li Qamişlo Elende El Muhammed tevlî karwana şehîdan bûn.
Hevrêyên me Ferhat Erebo ku di şerê Minbicê da birîndar bibû û Metîn Dîcle di kemîneka hovane ya dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê da hatin qetilkirin.
Endamê Komîteya Navendî yê partîyê me fermandarê sor hevrê Ehmed Şoreş û fermandarê ciwan Firat Newal di encama êrîşa SÎHA ya li Hesekê di rojên destpêkê yên sala 2023an da ber bi nemirîyê ve meşîyan.
Hevrê Yilmaz Behrareşê ku yek ji kadroyên bingehîn yê partîyê me ye, di hezîrana heman salê da li Kobanê di encama sûîqesteka hovane da tevlî karwana nemiran bû. Ji fermandarên ciwan ên Tûgaya Sor Dilşêr Rênas, weke bersiva êrîşan di kêlîya çalakîya sergirtinê da di herêma çeteyan da şehîd ket.
EM DI BIN ALA MLKPÊ DA KOM BIBIN, ŞER BIKIN
MLKPê 30 salî xwe da doza azadî û komunîzmê û tu carî paş da gav navêt. Ji bo parastina azadî, wekhevîya gelan û şoreşê têkoşîna xwe berdewam kir.
Em ê ji bo azadîya gelên bindest ên Rojhilata Navîn derîyekî nû li ber azadîyê vekin. Di serî da gelê Kurd, Ereb, Fars, Sûryanî, Asûrî, Çerkez, Çeçen, Ermenî û Tirkmen; em bang li hemû gelên bindest dikin ku ji bo şoreş û sosyalîzmê di bin ala MLKPê da bicivin.
Niha dema ku em dikevin sala xwe ya 30 em careka din dibêjin; Têkoşîna me ya li dijî emperyalîzm, mêtingehkarî û pergala baviksalarî wê berdewam bike. Weke Partîyekî ku 12 sal in li ser xaka şoreşê şer dike, di sala xwe ya 30emîn da em careka din soz didin hemû gelên xwe. Em ê bedêldayîna ji bo Rojava û şerê xwe berdewam bikin. Ji bo pêşvebirina ber bi sosyalîzmê ve ya şoreşa Rojava, em ê bi hemû hêza xwe şer bikin. Ger pêwîst bike ji bo Rojavaya ku me di çeperên wê da şer kirîye, di kolanên wê da ked daye, di goristanên wê da bi hevrêyên xwe yên çeperê ra sef girtîye em ê bimirin. Serkeftin teqez wê bibe ya karker, kedkar û gelên bindest. An serkeftin, an serkeftin.
Bimre mêtingehkarî, bimre kapîtalîzm!
Bijî şoreşa me ya Rojava!
Bijî Kurdistana Yekgirtî ya Azad a Sosyalîst!