Em weke JKŞê, li dijî serdestîya mêr û rejîma serdest a mêr serhildana Jîna Mahsa Emînî ya 16ê Îlona 2022an a Rojhilat/Îranê ya ku weke serhildana jin ketîye dîrokê, bi boneya salvegera 2emîn bi coş û rûmet silav dikin.
Serhildana jin a salên dawî ya ku herî zêde derketîye pêş, yek ji mînakeka zindî û şênber a sedsala 21emîn a sedsalên şoreşa jinê ye. Piştî şoreşa Rojava ya sala 2012an weke fişengeka nîşanê ya nû rê nîşan dide. Ji bo serhildan û berxwedanên jin yên nû ronahîya hêvîyê ye. Merhaleyeka girîng a têkoşîna me ya ku ji bo serkeftina şoreşa jinê dimeşe temsîl dike. Serhildana Jîna Mahsa Emînî ya 16ê Îlonê, ji bo tevgera jin a cîhanê xwedî wateya dibistana şer û şemûqa tecrûbeyê ye. Em qasî serkeftinên wê, serneketinên wê jî weke mijareka dahûran û lêkolînê digirin dest. Di mijara avakirina serkeftina şoreşa me ya jin, alîkarîya me dike ku em encaman derxin.
Zilma serdestîya mêr ew qasî kûr e ku, hêrsê ku li dijî rejîma Îranê ya mêtingehkar a faşîst kom bûye, bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî bi serhildana li dijî serdestîya mêr ve derbasî nav hev bû. Piştî wê serhildana jin bi lezûbez vegerîya serhildana gel. Şoreşên civakî û şoreşên jin bi derbasbûna nava hev pêş dikevin.
Ev tecrûbeya serhildanê bi kurtasî ji me ra wiha dibêje:
-Serhildana ku bi pêşengtîya jinan destpê kir, bi awayên girseyî û tundraw, vegerîya pêngaveka kedkar û bindestan a hilweşandina desthilatdarîya sîyasî, vegerîya şoreşekê.
-Ji Rojhilatê Kurdistanê bi lezûbez gihaşt Rojavayê Belûcya û herêmên cuda yên Îranê.
-Rejîma Melelî ya Paşverû ya Îslamker a polîtîk a serdest a mêr, hewl da ku bi tundî û zilmê şoreşê biperçiqîne.
-Sê hêzên bingehîn ên bi şêweya kedkar, rikeber ên burjuva û piştevanên rejîmê derket holê.
-Jinên ku serî hildan û dest bi şoreşê kirin, kedkar û bindestan, nikarî êrîşên dijmin û hêzên ku berxwedanê parçe dikin derbas bikin û şoreş negîhaşt serkeftinê.
Li ser rastîya van daneyan, dema ku em nêzikî sala nû ya têkoşînê ya 2025an dibin, weke jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn bangewazîya me ji tevahî jinan û LGBTÎ+an ev e;
Niha dem dema hicûmkirina kêmasî û sînorên xwe ye! Bi tecrûbeya ku me ji serhildana Jîna Mahsa Emînî ya Rojhilat/Îranê girtî ye dema rêxistinkirina gavên serkeftî yên nû û amadekirina serdema serkeftina şoreş û serhildanên nû ye!
Em ê bingehên pergalên dewletên burjuva yên faşîst mêtingehkar ên serdestîya mêr, bingeha serdestîya mêr hilweşînin, em ê têkoşîna xwe ya sosyalîzm û şoreşa jin bigêhênin serkeftinê. Dewletên Tirk û Îranê yên qetlîamker, tecawizker, dagirker mehkûmî têkçûnê ne.
Em ê Zehmetîyan derbas bikin, ser bikevin!
Bijî Têkoşîna Jinên Rojhilat/Îranê!
Bijî Şoreşa me ya Jin a Rojava!
Bijî Şoreşa Jin!
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)