Em salvegera 11’emîn a YPJ’ê ya ku di 4’ê Nîsana sala 2012’an de hatiye damezrandin, bi coş silav dikin. Em rêheval Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku di sala 2013’an de di şerê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan de bûn şehîdên YPJ’ê yên yekemîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Li dijî zîhniyeta baviksalarî rizgarkirina gel û axên herêma xwe û azadiya jinê rêgezên bingehîn ên YPJ’ê ne. YPJ’ê bi …
Read More »JİN
JKŞ, Ji bo tenduristî û pêdeviyên jinan semînerek lidar xist
KOBANÊ- Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê ji bo jinan semînereke bi dirûşma “Tenduristiya Jinê û Pêdeviyên Jinan” lidarxist. Bijîşka bi navê Nesrîn Hemo ya ku li Nexweşxaneya Jin û Zarokan dixebite tevlî semînerê bû û li ser nexweşiyên giştî yên jinan zanist bi beşdaran re parve kir. Piştî axaftina Bijîşk Nesrîn Hemo semîner bi pirs û bersivan berdewam kir.
Read More »Daxuyaniyên ji bo Şengal
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Qamişlo û bi boneya 8’emîn salvegera destpêkirina Fermana 73’emîn a li ser gelê Êzidî û jinên Şengalî daxuyani çapemeniyê da. Kobanê Endamên JKŞ’ê li Kobanê li Qada Jina Azad ji bo 8’emîn salvegera komkujiya Şengalê û êrîşên li ser jinan hatin kirin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Behar Mistefa daxuyanî xwend û banga xwedîderketina li Şengalê kir.
Read More »Komunîstên Rojava 10. salvegera şoreşê pîroz dikin
Endamên TKŞ, CKŞ û JKŞ’ê bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an daxuyanî dan.Endamên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ), Jinên Komunîst Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komunîst Şoreşger (CKŞ) bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Qamişlo, Hesekê û Kobanê çalakî li dar xistin. HESEKÊ QAMİSLO KOBANÊ
Read More »JKŞ’ê li Kobanê li ber çemê Firatê bi jinan re kom bû
. Di kombûyinê de li ser jiyana şoreşgerî ya Şehîd Zîlan axaftin hatin kirin û soza şopandina riya wê hat dayin. JKŞ’ê di heman demê de ji bo bîranîna ku dê li ser şehîdlika Şehîd Zîlan de were rêxistinkirin banga tevlêbûnê kir.
Read More »JKŞ, Şehîd Destan Zîlan li ser gora xwê ya li Kobanê bi bîr anî
Di bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, Gulîstan Kobanê bi zimanê Erebî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştre li ser navê malbata rêheval Zîlan bav Ferzende El Muhammed ku mafê axaftinê girt, bal kişand ser hilbijartina bi zanebûn a rêheval Zîlan. Ferzende El Muhammed, diyar kir ku ew ji bo azadiya gelên bindest tevlî MLKP’ê bûne û diyar kir ku rêheval Zîlan yekemîn jina komunîst a Kobanê ya şehîd bû …
Read More »Endamên JKŞ’ê li Hesekê tevlî bîranîna şehîda Kongreya Star Malda Kûsa bûn…
Endamên JKŞ’ê li Hesekê tevlî bîranîna şehîda Kongreya Star Malda Kûsa bûn…
Read More »Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn
Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û li ser gorên şehîdên jin gulên rengîn çandin. Xanim Îbrahîm di daxuyaniyê de dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û da xuyakirin ku “Jin dikare her tiştî bike, xwedî vîn e. Yên ku li şehîdan binerin wê rastiyê pir zelal bibînin. Pêwîst e em jî riya wan bişopînin û li …
Read More »Endamên JKŞ’ê li Kobanê 8 Adare pîroz kirin
Endamên JKŞ’ê li Kobanê 8 Adare pîroz kirin. Endamên JKŞ’ê bi meş û diruşmên “jin jiyan azadî bimre jiyana koletî” derbasî qadê bûn. Şahî bi axaftin û gerandina govendan bi dawî bû.
Read More »Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev
Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev. Endamên JKŞ’ê yên ku bi piranî jinên Ereb û ciwan serdana fabrîqeya bîskotî kirin, belavok û Raperin belav kirin. Di xebata ku bala jinên kedkar gelekî kişand de, bang li jinan kirin ku di 8’ê Adarê de di refên JKŞ’ê de dakevin qadan.
Read More »