JİN

Komunîstên Rojava 10. salvegera şoreşê pîroz dikin

Endamên TKŞ, CKŞ û JKŞ’ê bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an daxuyanî dan.Endamên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ), Jinên Komunîst Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komunîst Şoreşger (CKŞ) bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Qamişlo, Hesekê û Kobanê çalakî li dar xistin. HESEKÊ QAMİSLO KOBANÊ

Read More »

JKŞ, Şehîd Destan Zîlan li ser gora xwê ya li Kobanê bi bîr anî

Di bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, Gulîstan Kobanê bi zimanê Erebî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştre li ser navê malbata rêheval Zîlan bav Ferzende El Muhammed ku mafê axaftinê girt, bal kişand ser hilbijartina bi zanebûn a rêheval Zîlan. Ferzende El Muhammed, diyar kir ku ew ji bo azadiya gelên bindest tevlî MLKP’ê bûne û diyar kir ku rêheval Zîlan yekemîn jina komunîst a Kobanê ya şehîd bû …

Read More »

Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û li ser gorên şehîdên jin gulên rengîn çandin. Xanim Îbrahîm di daxuyaniyê de dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û da xuyakirin ku “Jin dikare her tiştî bike, xwedî vîn e. Yên ku li şehîdan binerin wê rastiyê pir zelal bibînin. Pêwîst e em jî riya wan bişopînin û li …

Read More »

Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev

Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev. Endamên JKŞ’ê yên ku bi piranî jinên Ereb û ciwan serdana fabrîqeya bîskotî kirin, belavok û Raperin belav kirin. Di xebata ku bala jinên kedkar gelekî kişand de, bang li jinan kirin ku di 8’ê Adarê de di refên JKŞ’ê de dakevin qadan.

Read More »

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist. Di şahiyê de li ser navê JKŞ’ê axaftinek hat kirin. Nûnera JKŞ’ê parastina destkeftiyên jinan, pirsgirêkên ku jiyan dikin vegot. Piştre bal kişand ku zilamperestî li ser kapîtalîzmê xwe ji nû ve ava dike û pêwîst e şerê li dijî zilamperestiyê bi têkoşîna li dijî kapîtalîzmê re bibe yek. Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin …

Read More »

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist.

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpêkirî de sînevîzyon hat temaşekirin. Di axaftina ku li ser navê JKŞ’ê hatiye kirin roja jinên kedkar hat pîrozkirin. Şervanên jin ên tabûra Ermen stran gotin û roja jinan pîrozkirin… Şahiya bi coşeke mezin û gerandina dîlanan bi dawîbû…

Read More »