Xetên Polîtîqaya me Ya Kurdistanê Yên Veqetîner

 

  • Dîrok

Partiyê me di Kongreya Yekîtiyê ya ku di sala 1994’an de ji aliyê TKP/ML (Yekîtiya Gel, piştre yekîtiya gelê Şoreşger) û TKİHa (THKPC/ML- Riya Gel û piştre Riya Gelê Şoreşger) ku mîrateya şoreşger a tevgera şoreşger a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya 1971’an didomandin ve hat damezrandin.1

Pêkhateyên ku partî pêk anîn di domayiya 1970’an de û tevî hinek vebiranên piştî darbeya faşîst a leşgerî ya 1980’an heta kongreya yekîtiyê ya 1994’an li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe berdewam kirin. Di serî de li bajarên wek Dîlok, Qers, Dêrsîm, Meletî, Gumgum, Erzîngan û Amedê li gelek bajar, gund û bajarokên Kurdistanê hewldana mezinkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê bi perspektîfa sosyalîzmê li gorî nêrînên xwe yên polîtîk dan. Bi dehan şervanên komûnîst di vê oxirê de şehîd ketin. Minak pêşiyên me dema komkujiya Gumgumê li wê herêmê bi rêxistinkirina xweparastina gel komkujiyên mezin ku rejîma faşîst plan kiribû asteng kirin. An jî dîsa li Meletî li dijî komkujiyeke wiha rola rêxistinkirina gel a pêşiyên partiya me gelek mezin bû. Ji 1994’an heta îro partiya me li Bakurê Kurdistanê weke “Komîteya Kurdistanê” xebatên xwe bênavber meşand. Qasî eniya têkoşînê ya meşrû ya pratîkî, di eniya têkoşîna leşgerî ya polîtîk de jî bi hêzên xwe yên bargir (mîlîs) jî hebûna xwe nîşan da. Piştî kongreya 5’emîn a partiyê jî wek Yekîtiya Çiya (çol) a Kurdistanê ya Hêzên Cekdarî yên Bindest û Xizanan (FESK) tevlî şerê polîtîk a leşgerî bû.2 Partiya me di heman demê de bû yek ji pekhateyên avaker a komîteya Kurdistanê ya Tevgera ŞoreşaYekbûyî ya Gelan (HBDH).

Partiya me li dijî mêtîngeriya li Bakurê Kurdistanê li Nisêbînê tevlî şerê Xweseriya Demokratîk bû.

Bi şoreşa Rojava di xebata partiya me ya Kurdistanê de çaxeke nû dest pê kir. Partiya me hîna di destpêka şoreşê de di nav şoreşê de cihê xwe girt. Dema ku dorpêça Kobanê dest pê kir partiya me ji bo Kobanê seferberiya parastinê îlan kir û bangawaziya tevlîbûna şerê parastinê ji tevahî hêzên xwe re kir. Partiya me hema hema di hemû eniyên Rojava de, ji Serê Kaniyê heta Efrînê, Ji Reqa heta Minbicê cihê xwe girt. Di van şer an de gelek fermandar û şervanên xwe yên hêja şehîd ketin.3 Partiya me di heman demê de pêşengtî ji avabûna Tabûra Entarnasyonal a Azadiyê re kir û bi saya vê ji dehan welatên cîhanê şoreşger tevlî parastina şoreşa Rojava bûn. Şoreşgerên ji gelek netewên cûda di refên partiyê me de şehîd ketin. Partiya me li Rojava tenê ne di parastina şoreşê de di avakirinê de jî cihê xwe girt. Bi gelek hamleyên polîtîk bi perspektîfên sosyalîst hewldana bilindikirina bîrdarî û rêxistinkirina gel da. Bi sedema mezinbûna bandora van xebatên partiya me dewleta Tirk a mêtînger partiya me ji xwe re kir hedef. Endamê Komîteya Navendî û endamê Komîteya Kurdistanê ya partiya me rêheval Baran Serhed bi rêbazeke namerdane qetil kir. Di êrîşa dagirkeriyê ya Serê Kaniyê de tabûra Şehîd Serkan a partiyê me bû hedefa yekemîn. Partiyê me li Şengalê li dijî êrîşa jenosîdî ya DAÎŞ’a faşîst a ku piştgiriya dewleta Tirk girtibû li gel gelê me yê Êzîdî cihê xwe girt. Tevlî şerê parastin û rizgarkirina Şengalê bû.

Partiyê me ji kongreya xwe ya 4’emîn de li Qadên Parastina Medyayê akademiyeke leşgeriya polîtîk ava kir. Di heman demê de li dijî êrîşa dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtînger li Başûrê Kurdistanê di nav têkoşîna gerîla de cihê xwe girt4. Îro jî di van mewziyan de şerê xwe berdewam dike.

****

1 – Piştî sala 1980’an TDKİH (Tevgera Şoreşger Komûnîst a Karker a Tirkiyê) a ku ji rêxistina TDKP’ê veqetiya bû di sala 1989’an de biryara yekbûna bi TKİH ve girt. TKP/ML YİO ya ku ji tevgera TKP/ML veqetiya bû jî di konferansa yekîtiyê ya ku hat lidarxistin de tevlî MLKP’ê bû.

2 – Hüseyin Akçiçek, İrfan Gerçek, Berfu Dilan Canbay, Veli Görgün, Ümit Yetik, Taylan Kutlar, Hıdır Çallı yên ku şervan û fermandarên yekîtiya gerîla ya FESK-MLKP’ê bûn li Dersîmê bûn nemir.

3 – Rêhavelên me yên Serkan Tosun, Suphi Nejat Ağırnaslı, Sibel Bulut, Oğuz Saruhan, Emre Aslan, Halil Aksakal, İvana Hoffmann, Coşkun İnce, Sevda Çağdaş, İsmet Şahin, Sinan Sağır, Ayşe Deniz Karacagil, Ruhat Aşkara, Erdal Demirhan, Sedat Akyüz, Bayram Namaz, Kerem Pehlivan di parastina şoreşa Rojava de bûn Nemir.

4 – Rêheval Şevîn Söğüt li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst de di şerê Zapê de bû nemir.

***

Berî 1980’an her çiqasî Mafê Kurdan a tayînkirina qedera xwe wek şiyareke bingehîn hatibû qebûlkirin jî, ji bo ku rastiya mêtîngerbûna Kurdistanê nehatibû fêmkirin ji bo çareseriya pirsgirêka netewî ya Kurd stratejiyeke şoreşê ya tevahî nehatibû pêkanîn.

Di Kongreya Yekîtiyê ya 1994’an de xeteke nû hat diyarkirin:

  1. Kurdistan mêtîngeriyeke ku hatiye çar parçekirin e,
  2. Tirkiyê Bakurê Kurdistanê ku parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ye di bin nîra mêtîngêriyê de digire,
  3. Li Tirkiyê Kurd di bin nîra mêtîngêriyê de ne û mafê hebûna netewî tê înkarkirin, derveyî Kurdan jî hebûna netewî ya gelên din jî tê înkarkirin. Ji bo Tirkiyeya ku hapseke gelan e di navê partiyê de navê Tirkiye hebe ev wê xizmeta şovenîzma sosyal bike. Ji ber vê di navê partiyê de navê Tirkiyeyê nayê bikaranîn.
  4. Li ser rastiya du welatên pirneteweyî di paşiya navê partiyê de qertafa “Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê” tê bikaranîn.
  5. Li ser rastiya du welatên pirneteweyî biryara berdewamkirina rêxistinkirina xebata Kurdistanê wek rêxistina seksiyon (beş) hat girtin.

Di Kongreya Partiyê ya 5’emîn de wiha hat destgirtin ku çar parçeyê Kurdistanê yek welat e û ji ber vê xebatên partiyê tenê bi xebata li parçeyekî nikare were sînordarkirin û welatê Kurdistanê bi tevahiya xwe qada xebata partiyê ye. Ji ber vê yekê biryar hat stendin ku qertafa “Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê” ku li paş navê partiyê bû wek “Tirkiye û Kurdistan” were guhertin.

Di kongreya partiyê ya 6’emîn de bernameya partiyê hat nûkirin. Pênaseya “şoreşa demokratîk a antî(dij)emperyalî” hat berfirehkirin. Ligel pênaseya “antî(dij)faşîst û azadîxweziya zayendî” pênaseya “antî(dij)mêtîngehkar” jî li ser hat zêdekirin. Şoreşa Bakurê Kurdistanê ji şoreşa Tirkiyê cûda hat girtin dest. Derbarê her sê parçeyên din perspektîfên bingehîn li ser bernameyê hatin zêdekirin. Bi vî awayî rizgariya Kurdistanê ji nîra mêtîngêriyê wek tevahî hat xistin bernameya partiyê.

 

  • Rê û Şiklê Çaresariya Pirsgirêka Netewî Ya Kurd

Kurdistan mêtîngeheke navnetewî ya ku hatiye çar parçe kirin e. Tirkiyê Bakurê Kurdistanê di bin nîra mêtînger de digire û ligel vê nasnameya netewî, wek netewekê hebûna wê jî înkar dike. Pirsgirêka Kurd a netewî encax di çar parçeyê Kurdistanê de bi şkestina nîra mêtîngêriyê û dabînbûna azadiya netewî û bi bidestxistina mafê yekbûna azad dikare bê gîhandin çaresariya dawînî.

Ev çaresarî me bi erkeke dumend re rû bi rû dihêle.

Ji bo Kurdistaneke Yekbûyî îro şert û merc her çiqasî were rewşeke biderfet jî, Kurdên ku li her parçeyî di bin nîra dagirkeriyê de ne rastiya têkoşînkirina li hemberî desthilatdariya li wî parçeyî û berî her tiştî pêwîstiya hedefgirtina hilweşandina desthiladariya mêtînger li holê ye. Ev pêwîstiya hayberî wek çarenîn yekîtî û hevbeşiya tevgera karker û kedkar ên welatê mêtînger û têkoşîna rizgariyê ya netewa ku di bin mêtîngêriyê de ye hewce dike. Bi yekbûna bi karker û kedkarên netewa serdest re dikdatoriya faşîst dikare were hilweşandin. Rastiya ku Şoreşa Yekbûyî hewce dike ev e.

Şoreşa Kurdistanê ya ku hatiye çar parçekirin, di heman demê de şoreşa Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyeyê ye. Minak wek şertên taybet ên ku li Rojava li Rojhilat jî dikare çêbibe an jî wek li Başûr her parçeyek bi xêzkirina rêçeke cuda dikare ji nîra mêtîngêriyê rizgar bibe. Tevî vê li ser lingan sekînina her parçeyekî îtîfaqa karker û kedkarên dewleta mêtîngeh pêwîst dike. Ev jî wek çarenîn şoreşa her parçeyekî Kurdistanê bi yekîtiya şoreşa tevahiya wî parçeyî ve dimercîne (mecbûrî). Şoreşa Bakur di heman demê de Şoreşa Tirkiyê, Şoreşa Rojhilat di heman demê de şoreşa Îranê ye. Ger Şoreşa Rojava nikaribe rê li ber şoreşa Sûrî veke, nikaribe bi karker û kedkarên gelên din ve bibe yek hebûna xwe bi demek dirêj nikare biparêze. Helwesta êrîşkar a li dijî referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê mînaka vê ye. Nakokiyên navbera mêtîngeran çi dibe bila bibe jî ji bo astengirina rizgariya netewî ya Kurdan û tunekirina destkeftinên wan zelal e ku bi hev re tevdigerin û wê bi hev re tevbigerin. Ji ber vê şoreşgerên Kurd dema ku di aliyekî de ji bo hilweşandina mêtîngeriya her parçeyî cuda cuda têkoşîn dikin, di aliyê din de jî divê hem li parçeyê xwe hem jî li parçeyê din mecbûrî bi rêxistinên Kurd ên netewî û şervan û rizgarkerên netewî yên Kurd ve di navbera xwe de ji bo têkoşîna hevbeş û rizgariya netewî ya yekbûyî plansaziyeke hevbeş derxînin.

Tevgera Komûnîst ji bo yekîtî û azadiya her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîn dike. Rizgariya Kurdistanê tena bi serê xwe bi derfet bibe jî, li gel Tirkiyê li sê welatên din bidestxistina azadiya polîtîk, avabûna komarên gel a ku xwe spartiya meclîsên karker û kedkaran ji bo temambûn û misogeriya şoreşa Kurdistanê şêmûqeke pêwîst e. Dabînkirina yekîtiya federatîf a Komarên gel ku xwe spartiya meclîsên Kurd, Ereb, Fars, Tirk û gelên herêmê yên din yek ji erkên yekemîn a proleteryayê ye. Ev erkên dumend yek ji ya din ne pêşdatir e. Ev her du erkên ku derbasî nav hev bûne divê wek pêvajoyeke tevahî û hevdu xurt dikin bê girtin dest.

Divê şoreşa Kurdistanê tenê ne antî(dij)mêtîngeh be, divê di heman demê de antî(dij)emperyalî bibe. Di encama berjewendî û erêkirina emperyaliyetê de Kurdistan hat çar parçekirin. Îro berjewendiyên emperyaliyetê yên li herêmê yek ji astengiyên herî bingehîn ên li ber rizgariya netewî ya Kurdî ne. Yên emperyalist ji nakokiyên navbera xwe azade li Rojhilata Navîn ji aliyê berdewemiya statûya mewcûd in. Rizgariya netewî ya Kurdan wê li çar dewletan bibe sedema hilweşîna statûkoyê. Her çiqasî ku ji ber nakokiyên navbera xwe car caran dixwazin rêxistinên netewî yên Kurd bi xwe ve girêdin jî dema mjar bibe “Serxwebûn” giştî bi hev re li dijî vê dibin yek.

Teşeya Çaresariyê

Şoreşa Yekbûyî ya her parçeyekî divê hîna di serî de mafê tayinkirina qedera netewa xwe ya netewa Kurt misoger bike. Ev jî encax bi hilweşîna desthiladariyên mêtînger bi rêya şoreşekê gengaz dibe. Divê Kurdistana her parçeyekî bi netewa serwer a wê parçeyê ve di her milê de bigîhêje mafên wekhev. Wek pêwîstiya vê divê her parçeyê Kurdistanê bi netewên ku li wê dewletê xwedî statûya wekhev bibe dewleteke demokratîk û şoreşger. Divê di her parçeyî de Komarên Gel ên Demokratîk bên avakirin. Divê ev yekîtiyên ku ji Komarên Gel ên di statûya wekhev de pêk were di teşeya federasyona ku mafa veqetîn û avakrina Kurdistana yekbûyî misoger bike de bibe.

Yekîtiyên Komarên Gel ku dewletên xwediyê statûya wekhev pêk aniye di heman demê de teşeya çaresariya pirsgêrêkên ku bi hatina emperyaliyetê ya Rojhilata Navîn derketine holê ye. Şoreşa Kurdistanê di heman demê de wek çarenîn şoreşa Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn a pir neteweyî, pir olî û pir mezhebî nakokîkiyên ji ber van pirsgêrêkan amûrên serdestiyê ya emperyalîst û dewletên hevkarên wan in. Ji ber vê yekê gelên bindest, çîna karker û kedkarên Rojhilata Navîn li dijî emperyaliyet û hevkarên wan bi avakirina Yekîtiya Komarên Gel a Rojhilata Navîn ku tu netew, ol û mezheban derve nahêle û ji hev cuda nake dikarin serkeftî bibin. Gavên ku li Kurdistanê di vî alî de bên avêtin wê ji gelên Rojhilata Navîn re jî rêberiyê bikin.

Di dawî de gîhaştina statûyeke siyasî ya hebûna netewî ya Kurd ji bo her parçeyekî erka pêşdatir e. Xweseriya Demokratîk ku mafa teşrî (qanûndanînê) hatiye naskirin şêweyeke statû ye, lê “mafa tam a wekhev” venagire. Ev parvekirineke serdestiyê ya sînordar e.

Di Xweseriya siyasî ya demokratîk de ji bo ku gelek mafên teşri û birêvebirinê ji navendê re tên hiştin di têkîliyên serdestiyê de guhertineke sînordar diafirîne. Ji ber vê ye ku encax wek çaresariyeke derbasdar û merhaleyeke navberî dikare bê girtin dest.

Çareşarî bi “wekheviya mafa tam” tê bi dest xistin. Ligel vê dewleta Tirk a mêtînger nêzikî çaresariyeke wek Xweseriya Demokratîk a parvekirineke serdestiyê ya sînordar nabe. Bi sedema fikra ku gaveke wiha wê rê li ber hilweşîna serdestiya Tirk a burjuvayî veke daxwaza statûya di asta herî jêr de jî wek “pirsgêrêka beka” dibîne. Ji bêr vê yekê têkoşîna Xweseriya Demokratîk jî wek mecbûrî têkoşîneke şoreşger pêwîst dike. Komûnîst her çiqasî ku çaresariya xweseriya demokratîk biehliyet (sînordar) bibînin jî ji bo rizgariyeke netewî pêkanîna wê ya bingeheke hîna kêrhatî, ji bo sivikirina êşên gelên me yên ji ber tadeya mêtîngehkariyê, ji bo derketina holê ya derfetên belavbûna zanebûna netewî û rêxistinbûnê û ji bo şkestina şovênîzma ku girseyên gelê Tirk xistiye bin bandora xwe xwedî li xweseriya demokratîk derdikeve.

 

Welatperêziya Sosyalîst

Komûnîst di Kurdistanê de di xêza welatperêziya sosyalîst de dimeşin.

Armanca komûnîstan a dawînî rizgariya civakî ya karker û kedkaran e. Lê dema ku welatek di bin nîra mêtîngêriyê de be riya ku diçe rizgariya civakî di rizgariya netewî re derbas dibe.

Ger ku di her parçeyê Kurdistanê de wek netewek ger mafên hebûna wan û bikaranîna van mafan bi îradeyên xwe yên azad neyê misogerkirin ne rizgariya civakî ya Kurdan ne jî rizgariya gelên din gengaz nabe. Ji ber vê sedemê ye ku Komûnîst di aliyekî de di çar parçeyê Kurdistanê de ala welatperêziya Kurdî bilind dikin, di aliyê din de jî di nav karker û kedkarên netewa serdest de jî li dijî mêtîngêrî û şovênîzmê propagandaya mafê tayînkirina qedera xwe ya Kurdan derdixînin pêş.

Gelên xizan ên netewa mêtînger ger ku ji bo rizgariya netewî têkoşîn nekin tevlî têkoşîna gelên a rizgariya civakî jî nabin. Ev bendewariyeke xeyalî ye. Bi heman teşeyê komûnîstên ku tevlî têkoşîna rizgariya netewî nabin jî nikarin gelên mêtîngeh ji bo rizgariya civakî rakin ser piyan. Ev serbana reva ji erkên şoreşgertiyê ye.

Komûnîst dema ku li welatên mêtîngeh ji bo rizgariya netewî tevlî şer dibin xwe tenê bi vê sînordar nakin. Yekirina têkoşîna rizgariya netewî û rizgariya civakî ji xwe re dikin bername, li her derê ala sosyalîzmê bilind dikin.

Komûnîst di çar parçeyê Kurdistanê de dema ku li dijî mêtîngerî û nîra netewî têkoşînê bilind dikin, di her parçeyî de ji bo dabînkirina azadiya polîtîk li wî parçeyî li dijî çînên serdest yekbûna bi bindestên wî parçeyî re û nêrîna hevparîbûna di meclîsên karker û kedkaran de û veguherandina vê yekîtiyê weke bingehekê ji bo avakirina sosyalîzmê diparêzin. Federasyonên Kurd ku xwe spartine meclîsên karker û kedkaran ku di her parçeyî de hatine damezrandin û mafê veqetînê hatiye misogerkirin wê hem riya Kurdistana Yekbûyî hem jî rêya Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn veke.

 

Stratejiya Şoreşa Yekbûyî

Di aresteya heman hedefê de dabînkirina yekîtiya tevgera karkerên Tirkiyê û têkoşîna rizgariya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê û di aresteya hilweşandina dikdatoriya faşîst de dabînkirina vê yekîtiyê nîskoka bingehîn a stratejiya me pêk tîne.

Kongreya Yekîtiyê ya 1994’an xisleta cûdabûna şoreşa Tirkiyê û Kurdistanê xist holê. Dîsa xist holê ku wê şoreşa Tirkiye bibe şoreşeke antî(dij)emperyalî, wê burjuvaziya Navîn ku hewldena lihevanîna çîna karkeran û pergala faşîst wek hêzeke dij şoreşê bê tecrîdkirin, li dijî vê nîskoka şoreşa Kurdistanê antî(dij)mêtîngeh e, burjuvaziya Navîn û xwediyên axan ku bi burjuvaziya navin re xwedî nefsa nîskokê ne ji ber tadeyên mêtînger dikarin bibin hêzêke îtifaqiya şoreşa rizgariya netewî.

Di heman kongreyê de bi awayekî newekhev pêşketina şoreşa Tirkiyê û Kurdistanê hat girtin destan. Di salên 1970’an de li Tirkiyê hebûn û bilindbûna rewşeke şoreşger hat tespîtkirin. Di sala 1984’an de bi destpêkirina şerê gerîla û di sala 1990’an de bi belavbûna serhildanan ve li Bakurê Kurdistanê ketina pêvajoyeke bilindbûna rewşeke şoreşger û li dijî vê derbasbûna êrîşeke gelemper a dewleta faşîst a mêtînger û hatine dengeyekê ya şoreşa Bakurê Kurdistanê hat tespîtkirin. Dîsa hat tespîtkirin ku ev denge encax bi yekbûna Şoreşa Kurdistanê bi tevgera kedkar a Tirkiyê ve di lehê şoreşê de xirap dibe. Dîsa nêrîna vekirina eniyeke nû di milê Tirkiyê de wek pêşaniyeke stratejîk a ji bo şoreşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xist holê.

Li Tirkiyê ligel girtina Kurdan di bin nîra mêtîngeriyê de, pirsgirêka duyemîn a bingehîn înkarkirina baweriya Elewiyan xist holê. Tespîta li gel gelê Kurd girîngiya hebûna Elewiyan e ku ji ber baweriya xwe bindest dibin kir ku Elewî ji bo şoreşê çavkaniyeke girîng in. Dîsa girêdayî vê tespît kir ku dewleta Tirk a faşîst a mêtînger stratejiya astengkirina yekîtiya tevgera netewî ya Kurd û tevgera Elewî ji xwe re kiriye hedefa duyemîn. MLKP’ê li ser vê esasê ligel xebata komûnîst a li Kurdistanê ya rêxistinkirina kedkarên Kurd, li sînorê ku Kurdistan û Tirkiyê ji hev vediqetîne rêxistinkirina gelê Elewî û avakirina yekîtiya tevgera netewî ya azadiya Kurdistanê û Elewiyan ji xwe re kir hedefa duyemîn a stratejiya pêşdatir. Girêdayî vê stratejiye ligel bajarên wek Dîlokê ku çîna karkera tê de zêde ye kar û xebata xwe li ser bajarên sînorê Kurdistan û Tirkiyê kûr kir.

Bi dîlgirtina rêberê gelê Kurd Abdûlah Ocelan ve denge di lehê dewleta Tirk a mêtînger de guherî. Di wê demê de PKK’ê wek leşgerî têk biçe jî tesfiye nebû. Di sala 2005’an de dîsa dest bi têkoşîna çekdarî kir. Li gel berdewamkirina stratejiya ku li jor hatiye ravekirin hêmanên nû jî li ser vê zêde bûn. Komûnîstan di vê demê de hewldana belavkirina xebatên xwe li tevahiya Bakurê Kurdistanê da.

Bi şoreşa Rojava ve rewşeke nû derket holê. Şoreşa Kurdistanê li gorî her demê wesfeke navnetewî bi dest xist. Piştî Şoreşa Rojava bi îlankirina xweseriya demokratîk têkoşîna çekdarî ku li bajaran destpêkir bû merhaleyeke şoreşê ya nû. Komûnîst di vê demê de hem bûn pêkhateyek çalak a şoreşê hem jî bi hêzeke mûtewazî tevlî şerê bajaran bûn. Di heman demê de damezrandina yekîtiya gerîlayên çiyayên Kurdistanê îlan kir.

Tevgera Komûnîst îro li Bakurê Kurdistanê wek nûnerê welatperêzê sosyalîst ê bindestan, cihgirtina di her eniya têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd de, girêdayî vê armancê bi tevgera azadî ya Kurdistanê ve di nav îtîfaqê de bûyinê, bi têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê ve xisleta sosyalîst qezenckirin, li Bakurê Kurdistanê ji bo xebata xwe wek stratejiyeke bingehîn diyar kiriye.

Beşên xwediyê milkan ên ku di asta burjuvaziya navîn de ne û hîna nebûne hevkar di pêvajoya têkoşîna rizgariya netewî de bi karker û gundiyên Kurd ve ketin nav îtîfaqê. Ev çîna navîn bi taybet di demên ku êrîşên dewleta Tirk a mêtînger zêde dibin de bi xisleta xwe ya lihevhêner ji bo Şoreşa Kurdistanê di arasteya xistina koridora tesfiyekirinê de ne. Tevgera komûnîst di aliyekî de wek pêwîstiyeke têkoşîna netewî îtîfaqa bi vê çînê ve pêwîst dibîne di aliyê din de jî ji bo ku şoreş nekeve bin bandora bîrdozî û siyaseta vê çînê di nav bindestan de xûrtkirina propagandaya şoreş û sosyalîzmê wek erkeke domdar datîne pêş xwe. Ev di heman demê de hêmaneke girîng a stratejiya şoreşa Kurdistanê ye. Di vê çarçoweyê de îro li Bakurê Kurdistanê bûyina nîskoka îdeolojîk û pêşengê polîtîk û pêşxistina bingeha xwe ya rêxistinî wek erk daniye pêş xwe.

Heta ku li Tirkiyê di nav kedkarên Tirk de li dijî şovenîzm û sosyal şovenîzmê neyê têkoşînkirin di nav gelên me de avakirina îtîfaqeke demokratîk û şoreşger ne gengaz e. Ji ber vê sedemê têkoşîna li dijî şovenîzma û şovenîzma civakî ji bo komûnîstan di girîngiyeke stratejîk de ye.

 

Polîtikaya Aşitiyê û Çaresariya Kedkar

Nêrîna partiya me: di bingeha wekheviya maf a tam de peymaneke ku mafê veqetînê hatiye misogerkirin nebe, ji bo çaresariya pirsgirêka Kurdistanê aşitî nikare bibe mijara gotinê. Pêkhatina vê bi rêya îslehetparêziyê (reform) an jî hevdîtinan bi şêweya hebûna dewleta Tirk a îro ne gengaz e. Destpêka çaresariya pirsgirêka netewa Kurd bi wateya xwe ya herî paş bi qebûlkirina Kurdan wek netewekê gengaz dibe. Dewleta Tirk a burjuva faşîst û mêtînger bingeha xwe ya hebûnê li ser nijadperêstiya Tirk damezrandiye. Qebûlkirina statûya netewî ya Kurdan tê wateya ku Komara Tirkiyê xwe înkar dike. Encax destpêk û hilweşaneke şoreşger dikare dewleta Tirk mecbûrî vê bihêle. Bi gotineke din astengiya biratî û wekheviya navbera gelên Kurd û Tirk de çînên serdest ên burjuva yên Tirk in.  Ev astengî bi şoreşekê dikare ji holê were rakirin. Riya di nav gelan de ya ku diçe aştiyê di deriyê şoreşê re derbas dibe. Ev rê encax bi yekîtiya têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd û tevgera kedkarên Tirkiyeyê dikare bê avakirin. Burjuvaziya mêtînger ji bo xapandina gelên me car caran “çaresariya burjuvaziyê” davêje holê. Lê ev çaresarî tu caran hebûna mafên netewî yên Kurd di asta herî jêr de jî qebûl nake. Em li dijî vê “çaresariya burjuvaziyê” nêrîna çaresariya ku xwe spartiya wekheviya tam a mafan diparêzin.

Li dijî vê em ji bo her pêşketineke ku êşên netewa Kurd ku ji ber siyaseta zext û înkara mêtînger derketine û bi terora faşîst a dewletê gîhaştine asta herî jor sivik dike, ji bo têkoşîna îslehet û gavên ku ji vî milê de tên avêtin piştgirî dikin û vê wek erk datînin pêş xwe. Pêşketinên bi vî awayî li dijî mêtîngêriyê fêkiyên têkoşîna rizgariya netewî ne. Destkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin berhemên vê têkoşînê ne. Ev destkeftin encax bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî dikare bên parastin. Ji ber vê ye ku her pêşveçûna ku hatiye bidestxistin dema ku ji bo xurtkirina şoreşê wek derfet bê bikaranîn ev yek wê rizgariya netewî hîna zêdetir pêş bixîne.

Politikayeke aştiyê ku di aresteya çaresariya kedkar de bê pêşxistin di heman demê de ji bo hilweşîna şovenîzma ku di nav girseyên gel ên Tirk de reh berdaye jî pêwîst e. Bêyî şêrkirina li dijî şovenîzmê qetandina girseyên gel ên Tirk ji pergala burjuvaziyê ne gengaz e. Îro girseyên gel ên Tirk ji çînên serdest di çi astê de dûr dikevin bila bikevin di encamê de rastiya ku wan ji nû ve girê dide pergalê dîsa şovenîzm e.