Tecrûbeyên Şoreşa Cotmehê

Şoreşa Cotmehê, tevî ku di ser re zêdetirî sed salî derbas bûye di seriyê bûyerên ku di seranserê cîhanê de şopên mezin ên dîrokî hiştine de tê. Ji sala 1917’an heta îro di têkoşîna çînên kedkar de di her serdemê de zinditiya xwe parastiye û ji bo pratîka gelên kedkar taybetmendiya dibistana şoreşê bûyinê nîşan da.

Têkoşîna bindestan hema hema di navberareke dîrokî ya berfireh a ku dirêjî merhaleyên dîrokî ku civakên yekemîn ên bi çîn derketine holê pêk hatibû. Li cihê ku zilm lê heye li dijî vê yên ku serî hildidin jî dê hebana ku Marxs dîrok wek “têkoşîna çînan” şirove kiribû. Lê têkoşîna bindestan ji naveroka teşeyê hilberîneke nû ku dawî li civaka bi çîn bîne mehrûm bû. Şoreşa Cotmehê di vê demê de di dîroka gelên bindest de xaleke werçerxe pêk anî. Çîna karkeran û gunditî riyeke nû ku tevahî dîroka civaka bi çîn biguherîne vekiribû. Şoreşa Cotmehê wek tevgereke civakî û îradeyeke polîtîk ku xwe nezirî damezrandina cîhaneke bê çîn û bê sînor kiribû di dîrokê de cihê xwe girtibû. Rêberê şoreşê Lenîn, pêvajoya dîrokî ku bi şoreşa Cotmehê dest pê kiriye dê wek “serdema ji kapîtalîzmê derbasbûna sosyalîzmê” bi nav kiribaya.

Di Şertên berî şoreşa Cotmehê de li gorî Lenîn ji kapîtalîzmê derbasbûna merhaleya pergala kapîtalîzm û emperyalîzma riziyayî di berdewamiya wê de şerê parvekirina emperyalîst ê yekemîn ê 1914’an roleke girîng lîstiye. Lenîn ev şer wek şerekî nijdevanan ku tê de 10 mîlyon mirov miriye û 20 mîlyon mirov jî birîndar bûye wesifandibû. Ji ber vê yekê di heman demê de bangawaziya tevahî gelên cîhanê yên kedkar kiribû ku li dijî şerê kapîtalîstan bisekinin û ji bo ku desthiladariyên kapîtalîst hilweşînin xwe birêxistin bikin. Helwesta şaş a li dijî şerê emperyalî ya gelek partiyên ku xwedî îdîaya fikra Marksîzmê bûn bû sedama ku ev partî dev ji bingeha şoreşgerî berdin. Ev helwesta şaş a van partiyan di bin navê “Parastina welat” de bi bûyina parçeyekî desthiladariya welatên ku tê ne encam girt. Helwesta şoreşger a ku Lenîn li dijî şerê navbera emperyalîstan de pêş xistiye cûdayî şovenîzma ku li ser fikra çep bibandor e nexşeyeke rê ya cûda derxist holê. Îro li hemberî pirsgirêka netewî û dagirkeriyê wek mîmarê helwesta şoreşger a enternasyonal xeta Lenînîzmê hîna wek xaleke ferqiyetê hebûna xwe berdewam dike. Mafê bê şert û merc diyarkirina çarenivîsa xwe ya netewên bindest ku di bin nîra dagirkeriyê de dijîn û çaresariyeke bi şêweye federasyonên sosyalîst bûye xisleta bingehîn a şoreşa Cotmehê û xeta Lenîn.

Hêzeke din a kaşker a şoreşa Cotmehê siyasîbûna çîna karkeran a ku wek rastênhevê pêşketina kapîtalîzmê derketiye holê û di rêbertiya partiya Bolşevîk a ku di vê îstîqametê de pêşketiye de bûyina hêzeke madî bû. Partiya Bolşevîk ku ber bi şoreşa Cotmehê ve dimeşiya, bi saya têkîliya xwe ya zindî ya bi têkoşîna polîtîk a rojane re, bi helwesta xwe ya dînamîk a li dijî jixweberiyê di serî de di nav çîna karkeran, gundî û hemû beşên bindest ên civakî de reh berda. Bi awayê dîrokî hat îspatkirin ku yekîtiya navbera partiya pêşeng û tevgera girseyan de hêza kaşker a şoreşê ye. Di tevahî pêvajoyên pêşketina şoreşa Cotmehê de û bi ser de îro jî di serhildanên ku tên jiyankirin de rastiya ku derketiye holê ew e ku şoreş encax bi partiyeke pêşeng tê rêxistinkirin û berdewamkirin.

Şoreşa Cotmehê bi dirûşma “tevahî desthiladarî ji sovyetan re” pêk hatîbû. Şoreşa ku di meha Sibata 1917’an de hatîbû jiyîn dewsa xwe ji desthiladariyeke ku ji yekîtiya (koalisyon) ku ji xwediyê axên mezin û bûrjûwayan pêk hatiye re hiştîbû. Li pêş şoreşê du rê hebûn. An bi pêşxistina şoreşê wê desthiladariyeke sosyalîst bihata avakirin. An jî wek Menşewîkan û bizavên cûr bi cûr ku hinek rêxistinên sosyalîst jî pê ve radibûn, fikra li benda pêşketina kapîtalîzmê û bi vî awayî cihê xwe ji sosyalîzmê re hiştinê wê bihatana mayin. Di nav van hemû şertên tevlîhev de partiya Bolşevîk wesfeke berçav a stratejîk nîşan da û pêşxistina şoreşeke sosyalîst esas girt.

Partiya Bolşevîk ku di rêbertiya Lenîn de bû ji aliyê hêzên hikumetê ve hatibû qadexekirin, di derheqê gelek kadroyên Bolşevîk de biryara xistina zindanan hatîbû derxistin û ji bo Lenîn biryara darvekirinê hatîbû dayîn. Lê Partiya Bolşevîk ku xwedî tecrûbeyên bi awayekî veşartî (îlegal) rêxistinbûn û xebata şoreşger a profosyonel bû, di encama têkoşîna ku salên dirêj domandiye bûbû vîneke polîtîk a ku rewşa şoreşger bi pêş de bibe. Girêdayî hebûna rewşa şoreşger di hundirê Rûsyayê de desthiladariyeke dumend çêbibû. Li aliyekî hêzên paşverû yên desthilatê ku xwe dispartin burjuvazî û xwediyên axên mezin, li aliyê din jî rêxistin û partiyên cûda û girseyên gel ku bi şêweya sowyetan (meclis) xwe rêxistin kiribûn hebûn. Lenîn her tim tanî ser ziman ku rewşa desthiladariya dumend nikare berdewam bike û ji ber vê yekê jî gava herî guncan ku digot “Sibe dereng îro zû ye” birêxistin dikir. Lenînê ku ji tehlîlên Marks ên ku li ser serhildanan û ji serhildana 1905’an a ku li Rûsyayê pêk hatîbû encam derxistibû, bi riya serhildana çekdarî dê bidestxistina desthiladariyê ya ji hêla sovyetan ve pêk bianiya. Leşgerên ji gundiyên qurbanî şerê emperyalî hatîbûn kirin, çîna karkeran û yên bindest bi talimata Lenîn wê serhildan bidana destpêkirin.

Komîteya leşgerî ya şoreşger ku di îstîqameta nerîna wê şoreş bi rêya zordar a şoreşê pêk bê hatibû amadekirin ket tevgerê. Bi dest xistina Qesra Zivistanê, bankaya hikûmetê saziyên dewletê hemû saziyên girêdayî hikûmeta derbasdar hatin tasfiyekirin. Serkeftina Şoreşa Cotmehê hat ragihandin. Pêşengê Şoreşa Cotmehê rola xwe ya dîrokî lîstibû gava xwe ya ku mohr li hemû dîroka şoreşê xist avêtibû. Lenînê ku bi şoreşê ve êrîşeke kokdar li dijî têkiliyên milkiyetê da destpêkirin di axaftina xwe ya ku di sala 1924’an de di salvegera şoreşê de kir qewaza şoreşê ya pêşketinê bi van gotinan anî ser ziman: “Me heta niha tiştekî ku kesî nedikarîbû bikiraya kir. Me ji pergala sedsalî ya çînî kevir li ser kevir, blok li ser blok nehîşt, me kokên wê yên kûr ango feodalîzm û bermayiyên girêdayî serfiyetê qetand û avêt”

Vîna Polîtîk a di Şoreşa Cotmehê de

Pratîka serkeftî ya ku partiya Bolşevîk di aliyê rêxistinkirina pêvajoyên gerek berî şoreşê, gerek piştî şoreşê derxistiye holê, girêdayî nîşandayina vîna Partiya Bolşevîk ku di rêbertiya Lenîn de li gorî pêwîstiyên şoreşê xwe her tim karibe nû bike ye. Partiya Bolşevîk ji bo ku xwe spartiye bergeha teorik ya Maksîzmê, partiya pêşeng û pratîka wê ya zindî ya ku berê xwe dide gel, di pêvajoyên herî xeterdar de gavên ku şoreş mezin kiriye avêtiye. Gotina “Bêr kişandina li dijî şîpê” ku ji bo xeta polîtîk a Lenînîst her tê diyarkirin, çi di aliyê pêvajoyên berî şoreşa Cotmehê de çi di aliyê pêvajoyên parastin û avakirina sosyalîst de xisleta Partiya Bolşevîk dide xuyakirin. Rastiyên civakî şênber û heyberî ne. Pirsgêrêka esasî ev e ku wê kirdeya şoreşger çawa bi heyberiya heyî re têkildar bibe. Dikare were gotin ku ger tevgera Bolşevîk tunebaya behsa şoreşa sosyalîst û behskirina danehev û tecrûbeyên ku gîhandiya roja me ya îro ne gengaz bû.

Li Rûsyayê şoreş hîna di pêvajoyeke ku şertên aborî paşketî de bû dest pê kir. Ligel ku çîna karkeran di navendên bajaran ên xûya de kombûyî bûn, beşeke biçûk ji nifûsê pêk dianîn. Şoreşê li gorî welatên kapîtalîst ên Ewropayê di erdnigariyeke ku senayî tê de hîna kêm pêş ketibû pêk hat. Li dijî ev rewşa heyberî li Rûsyayê tevgera sosyalîst xwedî fikr û îdîaya ku hîna li Rûsyayê şertên madî yên şoreşê nekemiliye û bêderfetiya bidestxisitana deshilatê û derbasbûna sosyalîzmê bûn. Lenîn jî ligel paşketinên civakî û aborî (sosyoekonomîk) fikra gengaziya şoreşa sosyalîst parast. Dîsa Lenîn merhaleyên pêşketinê yên ku wek erkên demokratîk ên bûrjûwayî tên bi nav kirin jî bi gengaziya di rêbertiya çîna karkeran de bi pêkhatina îradeyeke polîtîk xist holê. Ji ber vê Lenîn veguherîna rastiya civakî ya heyî bi awayekî şoreşger xist nerînên bername û serkeftina pêşketina şoreşger a bi awayekî qewastî pêşkeşî tevahî gelên cîhanê da. Ev vîna polîtîk e ku bi yekîtiya çîna karkeran û Partiya Komûnîst ji dayikbûna şoreşa Cotmehê dabîn kiriye.
Şoreşa Cotmehê li gorî hin şoreşên din bê xwîn pêk hatîbû. Li gorî dîroknasan roja ku şoreş hatîbû ragihandin hema hema bûyerên mirinê qet nehatibû jiyîn. Encax hema piştî şoreşê li tevahî Rûsyayê li dijî Artêşên Spî ku dijberên şoreşê ew bi rêxistin kiribûn û hêzên emperyalî yên wek Emerîka, Fransa, Brîtanya û Japonyayê piştgirî dabûn wan şerekî çekdarî yê mezin hat dest pê kirin. Ev şerê navxweyî heta sala 1922’an ku Yekîtiya Sovyetan hatiye damezrandin berdewam kir.

Di bi awayekî serkeftî dawîanîna li şerê navxweyî ya artêşa sor a ku di sala 1918’an de hat damezrandin û bingeha wê mufrezeyên karkeran pêk dianî ,rola piştgiriya mezin a ku gundî, karker û kadroyên partiya bolşevîk dabûn diyarker bû. Artêşa Sor serfîraziya bûyîna artêşa gel bi dest xistibû, bi şêweya mufrezeyên karkeran rêxistinên parastinê yên ku di pêvajoyên şoreşê de derketine holê di avaniyeke leşgerî ya pîşeyî (profesyonel) de rêxistin kir. Artêşa Sor berhema şoreşa Cotmehê ye. Wek artêşeke ku xwe spartiye netewên bindest, karker, gundî û şervanên jin hema hema di demekê pir kin de bi serkeftina ku li dijî Naziyan nîşan daye ji bo tevahî mirovahiyê roleke gelek mezin lîstiye.

Ji bo Şoreşa Rojava jî her çiqasî ku di sala 2012’an de li Kobanê îlankirina şoreşê bê xwîn derbas bûyibe jî piştî îlankirina şoreşê têkoşîna ku li dijî El Nûsra, DAÎŞ û Dewleta Tirk hatiye dayin careke din derket holê ku şoreş şerekî ku bi hinek pêvajoyên êrîş û parastinê pêş dikeve ye. Di sala 1920’an de bi gotina xwe ya “Em ji bîr nekin, em her çiqasî ku di şerê leşgerî de serkeftî bûne, me aştî bi dest xistiye jî dîrok me fêrî vê rastiyê dike ku: şoreş bi hinek şeran tê girêdana çaresariyê” bal dikişand girîngiya li ser êrîşên dijî şoreşê. Yekîtita Sowyetan ev pêvajoya ku şerê navxweyî hatiye jiyîn bi zahmetiyên mezin derbas kir. Di erdnigariyeke ku nêzî 125 mîlyon kes tê de jiyan dike bi sepanên sekinîna hilberîne, xizantî, qutbûna xurdemeniyê, ambargoya navnetewî ve rû bi rû ma, encax hem şerê navxweyî berdewam kiriye, hem jî di qada aborî de dev ji gavên xwe yên avakirina sosyalîzmê bernadaye. Avakirina pergaleke nû her tim girîngiya xwe parastiye. Lenîn digot “Me niha hişt ku gelek dewletên bihêz li dijî me dev ji şer berdin, lê em nikarin misogeriya demdirêjbûna vê bidin. Ger di rewşê de guhertineke herî biçûk bibe divê em li hember êrîşên ku nijdevanên emperyalî li hember me dest pê bikin amade bibin. Ji ber vê pêwîst e ku berî her tiştî aborî ji nû ve be avakirin, bi awayekî xurt li ser lingên xwe bê sekinandin”. Şoreşa Cotmehê hem li ser pêwîstiya parastinê hem jî li ser rastiya avakirina pergaleke nû pêş ve çû. Ev pêvajoya dumend bêguman ne nêzikatiyeke polîtîk a ji rêzê, îradeya polîtîk a Lênînîst destnîşan dike.

Şoreş berî her tiştî bi hilweşandina polîtîk a desthiladariya serwer û belavkirina hemû saziyên wê pêk tê. Şoreşa Cotmehê di vê mijarê de bi nişandana helwesta herî zelal amûrê dewleta bûrjûwayî bi giştî parçe kir. Û di vê rastênhevê de milkên xwediyên axên mezin hatin gelemperîkirin, febrîqayên girêdayî sermiyana mezin neqlî karkeran hat kirin û bankaya dewletê hat gelemperîkirin. Şûrê şoreşê bê şik li qadên polîtîk û aborî yên ku bingeha cîhana bûrjûwayî dike hat xistin. Encax ev ne dawiya her tiştî bû, aksî vê destpêka pêkanîna têkîliyên hilberînê yên nû û şêweyeke hilberîneke nû ye. Lenîn pêvajoya piştî şoreşê bi awayekî gelek terwende girt dest û digot “Hîna şer bi dawî nebû. Ew di eniya bê xwîn de berdewam dike. Li vir dijmin ji me hîn xurtir in. Bi alîkariya rahijmendên biçûk ên ku berhemên xwe di bazara serbest de difiroşin, sermiyana ku hewldana fetisandina proleterya û Rûsyaya Sowyet dide tê”. Yanê ev qada şer bi demeke hîna dirêjtir wê bibe pêvajoyeke avakirina sosyalîst ku wek tevahî hêzên civakî di nav de cih digirin. Wek ku di dema şerê navxweyî de hatiye jiyankirin wê dîsa dorpêça emperyalî jî derbasdar bibe.

Şoreşa Cotmehê û pêvajoyên avakirina sosyalîzmê di Sowyetan de ji bo şoreşên ku di sedsala 21’emîn de derkevin holê û ji bo şoreşa Rojava ya ku wek gelperêz û demokratîk derketiye holê xwedî girîngiyeke mezin e. Her çiqasî ku her şoreş di nav şert û mercên xwe de pêş bikeve û xwedî taybetmendiyên cûda bibe jî tecrûbeyên wan hişê têkoşîna şoreşê pêk tînin. Mirovê ku bê hefiza/hiş dimîne çawa ku nikare wate bide pêşeroj û kêliya ku tê de ye û bi şiklekî korbûnê jiyan dike; ger ku têkoşîna bindestan jî nikaribe bîrdariya xwe ya dîrokî ava bike wê bi heman rewşê ve rû bi rû bimîne. Îro çawa ku Şoreşa Rojva ne tenê di sînorên xwe de ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn mînakek pêk anîbe, Şoreşa Cotmehê jî ji bo ji serdema kapîtalîzmê derbasbûna sosyalîzmê di seranserî cîhanê de wek xaleke derbasdar a qewastî ya dîrokî bi domandina hebûna xwe, ji bo têkoşînên civakî yên ku bi pêş dikevin wê bûyîna xwe ya dibistana şoreşên nû berdewam bike.