Di 19’ê Tirmehê de em ê 10’emîn salvegera Şoreşa me ya Rojava pîroz bikin. Ji 2012’an vir de şoreşa me ya ku weke şoreşa azadiya gelê Kurd dest pê kiriye ber bi şoreşa gelên herêmê ve çû û îro jî ev wesfa wê mîsoger bûye. Şoreşa me ya demokratîk, gelparêz û azadîxwaziya jinê li gel êrîşên leşgerî û aborî îro bi vîna xwe ya azad meşa xwe didomîne. Şoreşa me di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de deriyê azadiya gelan e.
Di pergala emperyalîzma kûrewî de karker di asta herî jor de xizan dibin, resmaliyên biçûk û gundiyên biçûk bi lez bê mal û milk dibin û vediguherin hêza kar a erzan. Serweriyên faşîst ji bo ku karibin welatê xwe ji talana emperyalîzmê re vekin mafên demokratîk ku ji hêla bindestan ve hatine bidestxistin bi zilm û zordariyê desteser dikin. Ji ber polîtîkayên emperyalîstên mêtînger û serweriyên paşverû gelên Rojhilata Navîn bi birçîbûnê ve rû bi rû man, resmaliyên biçûk û hêzên hilberîner ên biçûk bi lez heyinên xwe wenda kirin. Li gel vê serweriyên paşverû erkên xwe veguherandin dîkatatoriyên malbatî û xwestin ku hemû welat veguherînin milkê xwe yê taybet.
Dema ku mirov li dîroka dewletên Rojhilata Navîn dinehêre bi hêsanî dikare bibîne ku sînorên wan bi destê mirovan çêkirî ne. Emperyalîstan di Şerê Yekemîn ê Parvekirina Emperyalîst de Rojhilata Navîn par ve kirin û ji bo ku karibin mêtîngeriya xwe mîsoger bikin ji binyatên kevnare sûd girtin. Ango, ji çend eşîr û qebîleyan dewlet ava kirin an jî hevkarekî xwe weke şah tayîn kirin. Di van dewletan de ne pêkan bû ku gel dikaribin bi azadî jiyan bikin. Gelek netew û komên netewî hatin parçekirin, koçberkirin û qirkirinên netewî pêk hatin. Hîna jî li Rojhilata Navîn gelek netew û komen netewî êşa van qirkirinan dikişînin, hin ji van gelan di bin metirsiya tunebûnê de ne.
Tevgera me pirsgirêka esasî û bingehîn a Rojhilata Navîn weke pirsgirêka bidestxistina azadiya polîtîk pênase dike. Li Rojhilata Navîn bi taybet jî li dewletên paşverû yên ku Kurdistanê mêtîn dikin bi pergalên faşîst û milîtarîst serweriya mêtînger têne meşandin. Di 2011’an de li dijî van pergalên paşverû serhildanên gelên Ereb dest pê kirin. Her ku çû hemû gel û netewên bindest li hemberî serweriyên faşîst û dîktator serî rakirin. Ev serhildan di heman demê de li dijî mêtîngeriya sermiyanî û aborî ya emperyalîzmê û kapîtalîzma hevkar pêk hatin. Di nav van serhildanan de tenê li Rojava şoreşeke azadîxwaz, gelparêz, demokratîk û azadîxwaziya jinê pêk hat.
Şoreşa me ya Rojava li hemberî her du xetên paşverû eniya sêyemîn a gelan vekir û daxwaza azadiya polîtîk û demokrasiyê bilind kir. Di destpêka serhildana gelên Sûriyeyê de di encamê de du xetên paşverû derketin holê. Yek, rejîma BAAS a ku Rojavayê Kurdistanê di bin nîra mêtînger de talan kiribû, gelên Kurd tune hesibandibû, serweriya malbata xwe û mezheba xwe li ser gelan ferz kiribû. Ya duduyan jî komên çete yên cîhadîst, hov û paşverû û dewletên piştgirên wan bû. Şoreşa me ya Rojava her du xetên paşverû weke qeder nedît û bi hêza xwe ya cewherî eniya sêyemîn vekir. Berxwedana di pêşengtiya YPG û YPJ’ê de hat avakirin di Kobanê de DAÎŞ’a ku tu hêz heta dewlet jî nikarin xwe li ber bigirin şkenand, têk bir û pêvajoya wê ya hilweşînê da destpêkirin. Bi serkeftina Kobanê çawa ku binketina DAÎŞ’ê dest pê kir di heman demê de tevlêbûna girseyî ya nav şoreşê ya gelên herêmê jî bi leztir bû.
Şoreşa me di bin ambargoyê de û di nava şer de xwe ava kir. Azadiya netewî ya gelê Kurd bi dest xist. Veguherî şoreşa gelên herêmê û ber bi qadên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê de berfireh bû. Di bin serweriya şoreşa me de her netew, komên netewî, zayend û bawerî xwedî azadiya kamil in û di bin tu mercan de nabe ku ev azadî werin kêmxistin. Di şoreşa me de jin di her asta jiyan, xebat û rêvebirinê de xwedî wekheviya kamil e û di heman demê de bi rêxistinbûnên xwe yên xweser destkeftiyên xwe mîsoger dike. Jiyan li ser esasê parastina xwezayê tê avakirin. Serweriya şoreşê di riya komun û meclîsan re ji jêr heta jor bi gel û nûnertiyên wan ên rêxistinbûyî re tê rêxistinkirin. Dîsa di serweriyê de temsiliyeta jin, ciwan, netew, komên netewî, ol û baweriyan di makezaganan de parastî ye. Hemû gel di saziyên civakî, pîşeyî, hunerî, aborî û serwerî de rêxistinkirî ne. Di şoreşa me de azadiya polîtîk hatiye bidestxistin.
Şoreşa me ya Rojava di warê bi hev re jiyankirina gelan de ji bo çareseriya pirsgirêka demokrasiyê ya Rojhilata Navîn mînakeke giranbiha ye. Hêzên emperyalî û dewletên paşverû xaka me veguherandin qada şerê navbera gelan. Bi destê serdestên resmalî û faşîst şovenîzm hat belavkirin. Gel û netewan bi salan hev qir kirin. Di şoreşa me de hemû netew û komên netewî bi hev re ji dil û azad jiyan dikin. Her netew û komên netewî xwedî mafê pêşxistina çand û hebûna xwe ye. Gelê Kurd azadiya xwe ya netewî bi dest xistiye û bi gelên herêmê re jiyaneke yekpar dijî. Li hemberî êrîşên cûr bi cûr ku şkenandina vê yekitiyê hedef digirin hemû gel bi hev re têdikoşin û nîşan didin ku êdî ev lîstok nema dikarin di navbera gelan de şer derbixînin. Di heman demê de ol û bawerî jî bi azadî û bi dilxwazî bi hev re jiyan dikin û li dora şoreşa me bûne yek. Şoreşa me bi vê taybetmendiya xwe deriyekî azadiyê ji gelê Kurd û gelên herêmê re vedike.
Şoreşa me ya ku ev qas destkeftî ava kiriye îro ketiye qonaxeke nû. Tevî ku azadiya polîtîk hatiye bidestxistin hebûna çînên civakî, têkiliyên eşîrî û malbatî, bermayiyên hişmendiya BAAS’î, milkiyeta taybet û zilamperestiyê li ber pêşketina şoreşê ya bi lez dibin astengî. Asta hêzên hilberîner ne di wê astê de ye ku aboriyeke azad a şoreşê were avakirin. Ji ber ku çînên civakî milkiyeta xwe diparêzin, di serweriyê de jî xwedî roleke girîng in. Ev yek di nav şoreşê de li hemberî çînên serdest têkoşîna bi sepanên aborî, siyasî, çandî û dadî ferz dike.
Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a mêtînger, hebûna rejîma BAAS a mêtînger, hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên weke ENKS’ê û çeteyên paşverû gefên mezin ên li ser şoreşa me ne. Di heman demê de hebûna van hêzan pirsgirêka demokratîkkirina Sûriyeyê ye jî. Ev hêz bi êrîşên bîrdozî, siyasî û leşgerî dixwazin azadiya ku şoreşa me bi dest xistiye ji holê rakin û deriyê azadiya gelan demeke din girtî bihêlin. Azadiya ku bindestan, jinan û netewan bi dest xistiye li hemberî hêzên resmalî, emperyalîst û paşverû gefên mezin in. Ev hêz ji ber vê ye ku li dijî şoreşa me dibin yek. Azadiya me di bilindkirina têkoşîna bîrdozî ya li dijî resmaliyetê û emperyalîzmê de ye. Nazariyata welatparêziya sosyalîst di vê têkoşînê de roniya têkoşeran e.