Pêşengên Komûnîst Rêheval Şenol Sağaltıcı Û Ümit Tekin Nemır In

Rêhevalên me Şenol Sağaltıcı û Ümit Tekîn bi navê ku gelê me wan nas dike rêheval Ferhad Erebo û Metîn Dîcle di 16’ê Îlonê de di berfirehiya erkekê de dema ku di tevgerê de bûn rastî êrîşeke sûîqastê hatin û di kemîneke namerdane de şehîd ketin.

Rêheval Ferhad, rêhevalekî Ereb ê ji Samandağê ya bajarê Îskenderûnê ye. Rêheval Metîn kurdekî ji Mêrdînê ye. Li dijî faşîzm û mêtîngêriyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşînê dikin. Tevlî nav refên partiyê pêşeng ê Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Asûrî, Elewî dibin. Weke du mirovên girêdayî mezheba elewiyên Ereb û mezheba şafî, di nav felsefeyeke û pergaleke baweriyê yê nû de xwe ji nû ve diafirînin. Ew her ku pêş dikevin û her ku pêş dikevin dibinin ji bo mirovbûn û xwedî wîjadanbûn tenê bi serê xwe têra avakirina cîhaneke nû nake. Her ku vê fêm dikin bi awayekî qewastî xwe pêş dixin. Hest, fikir û çalakiyên wan li gorî rêbazên mirovê nû teşe digire.

Lêgerînên edalet û azadiyê wan bi asoya komûnîzmê ve girê dide. Ew li ser vê esasê digêhêjin bingehên cîhaneke bêsînor, bêçîn, bêcihêtiya zayendî û zanîstî. Ji bo ku li ser erdê bihûştê ava bikin ketin têkoşîneke têkoşer. Ew dizivirin di mirovên xweşik û di pêşêngên komûnîst. Ew li Rojava dibin Ferhad û Metîn. Di welatê Kurdistanê de, çarenûsa xwe bi şoreşa Rojava ya ku deriye jiyankirina wekhev a gelên Kurd, Ereb, Suryan û tevahî gelên din vedike re kirin yek.

Rêheval Şenol Sağaltıcı/Ferhad Erebo hîna di salên xwe yên bekelorya (lîse) de eleqedariya xwe ya li ser xebata polîtîk di salên 2000’an de bi têkoşîna rêxistinkirî ya ciwanan ve dike yek. Di zanîngehê de di têkoşîna li dijî faşîzmê de wek komûnîstekî têkoşer berpirsiyartiyên girîng digire ser milên xwe. Di xebata ragihandina sosyalîst de erk digire ser milên xwe. Li dijî cezayên giran ên zindanan van erkên xwe heta dawiya sînorên xwe berdewam dike.

Di akademiya Hüseyin Demircioğlu ya Garê de di gelek perwerdeyan re derbas dibe. Ji bo qadên têkoşînê yên nû dikeve nav amedekariyeke xurt. Di salên 2012’an de wek berpirsiyarê grûpa MLKP’ê berê xwe dide şoreşa Rojava. Ew yek ji yekemîn kadroyên şoreşa Rojava ye. Perwerdeyên ku wî dîtin û pêwîstiyên şoreşa Rojava dihêle ku ew di qada tendurîstî de bi cih bibe. Ji sala 2012 heta sala 2014 di vê qadê de xebatên damezrîner dide meşandin. Di xebata avakirina nexweşxaneya şehîd xebat de wek damezrîner cih digire. Bi sedan birîndarên şer derman dike. Ew her dem ji bo avakirina şoreşê ji bo her erkê amade bû. Wî bi hemû mêjî, beden û behremendiyên xwe nezirandîbû şoreşê.

Di sala 2014’an de derbasî karê leşgerî dibe. Li Hesekê di tabûra bitevger a şehîd Abas de erka fermandariya grûbê digire ser milê xwe. Li vir di heman demê de erka fermandariya şervanên MLKP’ê digire ser milên xwe. Di gelek hamleyan de cih digire. Di hamleya Minbic de bi giranî birîndar dibe. Pêvajoyeke dijwar a dermanbûnê jiyan dike. Di bedena wî de xesarên mezin çêdibe. Lê mêjî û hestên wî her tim sexlem e. Girêdana wî bi partî, rêheval û gelên xwe re gelekî xurt e. Ji ber îtîfaqa gelê Kurd û Ereb moraleke mezin a îdeolojîk digire. Ew yek ji fermandarên akademiya partiyê ya şehîd Şengûl Boran di perwerdeya bi dehan ciwanan de rol dilîze. Ji bo ku ciwan di eniyên şer de bibin têkoşerên parastina axa xwe kedeke mezin dide.

Rêheval Metîn Dîcle di sala 2015’an de piştî demeke kin a komkujiya Pirsûsê li Amedê tevlî nav refên partiyê dibe. Demeke kin di zindanên Amedê de dimîne, di şkenceyên giran re derbas dibe, lê tu carî serê xwe natewîne. Wek welatperêzekî sosyalîst ji bo şoreşa Rojava, ji bo ku li Rojava şer bike erk digire ser milên xwe. Di sala 2018’an de derbasî saha Rojava dibe. Piştî perwerdeyên leşgerî demekî di tabûra enternasyonal de bi cih dibe. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Serê Kaniyê ji bo amadekariya xweparastina gel û bicihkirina di mewziyan de erk digire ser milên xwe. Di destpêkê de ciwan ji bo ku gelê Kurd, Ereb û HWD. Di parastina şoreşê de cih bigire têkoşîn dike. Di xebata rêxistinbûna xata parastina şoreş û komûnîzmê de rolên pêşeng digire ser milên xwe. Di xebata ciwanan de çawaniyeke nû derdixe holê.

Rêheval Ferhad û Metîn, bûn têkoşerên pêşengên têkoşer ên rêxistina MLKP’ê ya Kurdistanê li Rojava. Ji bo ku şoreşa Rojava di xata antî(dij)emperyalî û antî(dij)kapîtalîst bimeşe têkoşîn kirin. Li dijî her cûre êrîşên bîrdozî, polîtîk, leşgerî yên dewleta Tirk a dagirker û dewletên herêmê yên paşverû li ser Rojava parastina şoreşê kirin. Di nav şoreşê de li dijî çînên bûrjûyî yên ku dixwazin xwe ava bikin xebata ronîkirin û rêxistinkirina gel meşandin. Ji bo parastina şoreşa Rojava berpirsiyartiya têkoşînkirina şoreşa herêmî û cîhanê rakirin.

Di têkoşîna li dijî kapîtalîzm, dagirkerî û mêtîngêriyê de, li Rojava ala sor a das û çekûc tenê ne weke rengek, ji bo şoreşê weke berpirsiyartiyeke girtin dest. Heta dawiya hebûnên xwe yên şoreşger ji bo vê şer kirin.

Em dizanin ku li piştai ev êrîşa xayîn a li dijî rêhevalên me destê dewleta Tirk a dagirker heye. Ew kesên ku bi wan re di nav hevkariyê de û şirîkên wan, ên ku ji bo pere û xeyalên xwe yên bûrjûwaziyê xwe difiroşin wê her tim hebin. Bila ew tetîkvanên ku difikirin ku li ser xwîna şoreşgeran ji xwe re jiyaneke nû ava bikin ji bîra nekin ku zû an jî dereng wê hesabê vê bidin. Partiya me û gelên me yên ku xwedî li nirxên xwe derdikevin wê vê tu carî ji bîra nekin.

Bangawaziya me ji hemû gelê me re ye. Tetîkvanên namerd û xayin xuya ne. tu carî wan di nav xwe de xwedî nekin. Bila ew kesên ku cihê ev muswedeyên mirov dizanin û vedişêrin baş bizanibin ku destê wan jî ketiye nav xwîna rêhevalên me.

Em dizanin ku; Gelên Rojava, çar parçeyê Kurdistan û Tirkiyê wê bi ser bilindi li şehîdên xwe derkevin. Di her qadê de wê şoreşê û têkoşîna şoreşger mezintir bikin. Silaj ji tevajî kesên ku şehîdên xwe wek ala rûmetê bilind dikin re.

Em sersaxî ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Ji bona ku we zarokên ew qes xweşik anîn cîhanê û ew pêşxistin hûn ji bo me rûmetek in. Êdî bi sedan zarokên we hene.

Bi her çiqas bedelên giran dibe bila bibe ala sor a das û çekûc ku bi ked û xwîna rêhevalên me bilin dibe wê li ser van axan hîna bilintir bibe û kêlî bi kêlî biheje. Dema ku we rêheval Baran Serhed qetil kir me ev bi awayekî xurt îlan kir. Îro li dijî êrîşa we ya li dijî rêheval Ferhad û Metîn em xwedî nefsa biryardariyê ne.

Şoreşa Rojava wê jiyan bike. Ji bo parastin û pêşxistina şoreşa Rojava bi çi bedelan dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Bimre Kapîtalîzm û Emperyalîzm!
Bimre dewleta Tirk a dagirker, faşîst û mêtînger!
Em ji kujer, xayin û hevkaran hesap bipirsin!
Rêheval Metîn Dîcle û Ferhad Erebo nemir in!
Bijî şoreşa me ya Rojava!
Bijî Kurdistana Azad!

24-09-2022
Partiya Marksîst Lenînîst Komûnîst (PMLK) Kurdistan