Pêşengê Komûnîst û Şoreşa Rojhilata Navîn – Şafak Serhat

Pêşengê Komûnîst a Marksîst Lênînîst (ML), her şoreşeke ku girêdayî asta emperyaliyetê ya kûrewîbûnê û tecrûbeyên sosyalîzmê pêk tên weke destpêk û xeleka şoreşên herêmî û cîhanî dibîne û li gorî vê tev digere. Li Rojhilata Navîn bi têkoşîna bindestan ve li gorî vê bergehê têkîlî datîne û rêxistin dibe.

Welatên ku rêheval Ulaş Alankûşê (Şafak Kizildere) ku li Serhedê şehîd ketiye lê xebat kiriye û erkên ku girtiye ser milên xwe wêneyê sernivîsa vê mijarê ye. Em ê weke rêhevalên ew serhatîperestê şoreşa komûnîst wek “Heta serkeftinê her tim” qîrîn bikin.

Pêşengê Marksîst Lenînîst Komûnîst, di pêvajoyeke ku çîna bûrjûwuziyê di merhaleya kûrewîbûna emperyaliyetê de dest bi êrîşê kir û dîsa di pêvajoyeke ku welatên xwedî tiwêja sosyalîzmê bûn lenger avêtin pergala kapîtalîzmê derket dîka dîrokê. Îlan kir ku wê li hember kapîtalîzmê bi tiwêj û bîrdariyeke şoreşger a bilind xwedî li ala komûnîzmê derbikeve. Ji bo şoreşa ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye bi têkoşîna çîna karker û bindestên Tirkiyê ve bike yek, ji bo ku li beramberî pêvajoya ku mudaxeleyên leşgerî yên hêzên kûrewî yên emperyalîst li Rojhilata Navîn derxistina holê şoreşa yekbûyî ya bindestan rêxistin bike bi pêkanîna şoreşa yekîtiyê ket dîka dîrokê. 

Pêşengê komûnîst ê Marksîst Lenînîst, di bername û stratejiya xwe de, dide xuyakirin ku şoreşên Tirkiye û Kurdistanê xelekeka şoreşa Rojhilata Navîn e; şoreşa ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye weke şoreşeke Kurdistanê di heman demê de şoreşa Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ye; ev şoreş hem cuda cuda, hem jî wek şoreşên yekbûyî pêk tên.

Pêşengê Komûnîst a Marksîst Lênînîst (ML), her şoreşeke ku girêdayî asta emperyaliyetê ya kûrewîbûnê û tecrûbeyên sosyalîzmê pêk tên weke destpêk û xeleka şoreşên herêmî û cîhanî dibîne û li gorî vê tev digere. Li Rojhilata Navîn bi têkoşîna bindestan ve li gorî vê bergehê têkîlî datîne û rêxistin dibe.

Federasyona ku li Başûrê Kurdistanê, Serhildanên gel ên li Rojhilata Navîn û şoreşa gelperêz, antî(dij)mêtînger a li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide ku pêşengê komûnîst ê Marksîst Lenînîst di rêyeke rast de dimeşe.

Pêşengê komûnîst ji roja damêzrandina xwe heta îro geşedan û guhertinên di pergala kapîtalîst- emperyalîst de her tim li gorî pêwîstiya têkoşînên çînî de lêkolîn kir û girt dest. Di vê peywendê de li gorî encamên ku gîhaştiyê ye teşe daye bername û stratejî û teşeyên rêxistinbûna xwe, pêşketina xwe li ser vê esasê bi rê ve biriye.

Em nêrînên pêşengê komûnîst ê Marksîst Lenînîst (ML) ên li ser şoreşên herêmî û Rojhilata Navîn ên bername û stratejîk binerin.

Di serdema kapîtalîzma serbest a reqabetî de bi lêhûrbûn û navendîbûna sermiyanê senayî û yekdestên malî pêk hatin. Sermiyana ku bi demê re di destê yekdestan de kombûn, di nav têkîliyên mewcud de ji nû ve nehat pêşkeşî merhaleya veguherînê kirin, hilberana zêde û nelirêtiyên di geran de nakokiyên heyî kemilandin. Qeyranên ku van diyardeyan rê li ber vekir rê li ber guhertina  yekûn pergalê de vekir. Yekdestên neteweyî derketin holê. Bi mêtîngehkirina gelan a dewletên kapîtalîst ku van yekdestan diparêze emperyaliyet pêş ket. Di serdema emperyaliyetê de şerê yekemîn ê parvekirina cîhanê dest pê kir, di wê demê de kapîtalîzmê hîna nû dest pê dikir, lê bi lez mezin dibû. Di vê demê de di Rûsyaya çaritî de çîna prolateryayê bi pêşengtiya Bolşevîkan bû desthiladar û şoreşa sosyalîst pêk hat. Di salên 1930’an de di encama qeyrana aborî de şerê duyemîn ê parvekirina cîhanê destpê kir. Faşîzma ku bi hêza sermiyana dewletên bûrjûwa xûrt bû li dijî tevahî gelên cîhanê şer dest bi şer kir. Şerê antî(dij)faşîst ku bi pêşengtiya Yekîtiya Sowyetan a Sosyalîst pêş ket bi serkeftina gelên bindest encam girt. Yekîtiya Sowyetan a Sosyalîst hîna xurtir bû, Şoreşa Sînê pêk hat û gelên Rojhilata Ewropa dest bi avakirina sosyalîzmê kiribûn. Di derbasbûna serdema kûrewîbûna emperyaliyetê de sînorên dewletan êdî ji bo sermiyanê êdî astengî derdixistin. Xwemalîkirinan, li ber tevgera dewletê ya yekser weke sermiyana yekdest sînor danîn. Vê yekê di têkîliyên dewlet û sermiyanê de rewşeke nû derxist holê. Êdî merhaleya kûrewîbûna emperyaliyetê gîhaştibû lûtkeya xwe. Li ser cîhanê her bostek ax di bin serweriya kapîtalîzmê de bû. Bazara cîhanê di navbera yekdestên neteweyî de hat parvekirin. Lê ev diyardeya parvekirinê çalak (dînamîk) e. Di serdema sermiyana yekdest de vê carê reqabet reqabeta yekdestan e. ji bo parastin û berfirehkirina sermiyanê parvekirina bazarê dîsa di rojevê de ye.

Di ev rojên ku em di merhaleya kûrewîbûna emperyaliyetê de ne, yekdestên neteweyî û dewletên emperyalî ji ber reqabeta bi tundî ku di nav de ne, di nav hewldana ji nû ve parvekirina cîhanê ne. Şerên emperyalî  li ser Rojhilata Navîn bi taybetî tên meşandin. Nakokiya Ked-Sermiyan û dewlet-gel di seranserî cîhanê de xwe nîşan dide, lê li herêmên ku têkoşîna emperyalîst a hegemonî tê de zêde dibe ev nakokî hîna safî û dijwar in.

Rojhilata Navîn bi sed salan e di bin serweriya emperyaliyetê de ye. Piştî şerê yekemîn ê emperyalîst ê parvekirina cîhanê herêm ji aliyê emperyalîstan ve hat parçekirin û ji nû ve hat sazkirin. Gelên ku hepsî sînorên ku emperyalîstan xêz kiriye, ji aliyê arîstokratên feodali ku hevkarên emperyaliyetê ne û bûrjûwaziya herêmî ve tên rê ve birin.

Hêzên emperyalîst di van herêman de bi hevkariya çînên herêmî yên paşverû dikarin konrol û venêrînê dabîn bikin; petrol û ergaz çavaniyên daring ên bingehîn ku ji bo cîhanê xwedî girîngiyeke stratejîk in. Kontrolkirina ev çavakniyên daringan dihêle ku çînên cîgayî bi dewletên emperyaliyetê ve têkîliyên hevkariyê daynin. Bingeha hevkariyê, rêvebirina van daringan e. Lewma ev çavakniyên daringan û serweriya li ser Rojhilata Navîn di têkoşîna serweriya cîhanê ya navbera emperyalîstan de  roleke girînk dilîze.  

Tevahî nakokiyên kûrewîbûna emperyaliyetê li Rojhilata Navîn bi teşeyên herî tund xwe dide xuyakirin. Di aliyekî de piçek aristokrat û çînên herêmî yên hevkar ku li ser kanên petrol û ergazê serweriya xwe damêzrandine û yekdestên ku tevahî çavkaniyên bin erd talan dikin, di aliyê din de jî gelên xizan û bindest. Di aliyekî de xulamên hevkar ên herêmî yên emperyaliyetê û şêweya jiyana wan a dejenere, di aliyê din de jî ji bo gelên bindest şer û rûxan. Di van herêman de nakokî gîhaştina zerengiyên girsehêz.  

Dijiminatî û nakokiyên navbera eşîr û komên neteweyî yek ji rastiya dîrokî ya herêmê ye. Di nav îslamê de dabeşbûnên Şii-Sunni û nakokiyên van ên dîrokî li tevahî  nakokiyên din jî bandor dike. Hêzên emperyalîst bi taybetî ji bo ku herêmê di bin serweriya xwe de bigirin û pergala xwe ya mêtîngêriyê bidomînin van nakokiyan weke amûr bikar tînin. Di heman demê de, dewletên herêmê yên faşîst, milîtarîst (artêşperez), despotik ji ev dijminatî û nakokiyên sûd digirin. Dewletên emperyalîst ji bo ku pergala xwe ya mêtîngêriyê bidomînin piştgirî didin van dewletan. Di ev têkîliya beramber de dewletên faşîst, milîtarîst û despotik ji bo ku deshiladariyên xwe bidomînin hevkariya emperyalîstan dikin û dibin xulamên wan. Ev dewletên herêmê ji bo ku zanebûna gelên bindest pêş nekeve erk digirin ser milên xwe. Lewma ev dewletên herêmî qasî ku hevkar û xulam in, ew qas jî dijminên gel in.

Di herêmê de nakokiya zayendî ya civakî bi şêweya herî hoveber hebûna xwe didomîne. Di aliyekî de tevahî dewlemendî û maf di destê zilam de kom dibe, mehrûmbûna ji perwerde, mehrûmbûna ji mafên mirovî û koletiya ji zilam re weke ku çarenûsa jinê ye tê spartin wê.

Pirsgêrêkên neteweyî yên Kurdistan û Filîstînê hem di siyaseta çînên serdest de, hem jî di siyaseta rojaneyî ya gelên bindest û kedkaran de roleke girîng dilîze. Piştî şerê yekemîn ê parvekirina emperyalîst netewa Kurd hat xistin bin nîra çar dewletan. Çaresariya vê pirsgêrêkê tenê bi avakirina Kurdistaneke yekbûyî û azad tê dabînkirina. Wekî ku hem di mînaka Başûr, hem jî di mînaka Rojava de hatiye dîtin qutbûnên cuda cuda pêk hatin, lê destkeftin hîna ne misoger in. Lewma mecbûrî divê çar dewletên mêtînger ku netewa  Kurd di bin nîra mêtîngêriyê de digirin bên hilweşandin.  Di vê hêlê de erka komûnîstan di çar parçeyê Kurdistanê de dabînkirina bawerî û yekîtiya navbera gelan e. Yekîtiya karker û kedkarên çar parçeyê Kurdistanê û welatên mêtînger ji bo şoreşa rizgariya Kurdistanê roleke girîng dilîze. Lê ev encax bi Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn gengaz dibe. Hemû ev rastî yekîtiya çalakiya enternasyonal a pêşêngên komûnîst, proleterya û gelên karker ên herêmê mecbûrî dike.   

Di merhaleya kûrewîbûna emperyaliyetê de di aliyekî de aboriya cîhanê di serweriya yekdestan de kom dibe, di aliyê din de taybetmendiya avakirina hegemoniyên herêmî derdikeve pêş. Di şertên wiha de bi pêşengtiya proleteryayê di nav gelên kedkar de, yekîtiyên siyasî, ixtisadî û herêmî dikarin bên avakirin. Bi vî awayî proleterya dikare dest bi avakirina aboriyeke yekbûyî ya sosyalîst bike. Ji bona vê divê desthiladariyên bûrjûwa yên li herêmên cûda bên hilweşandin. Bi rêya yekparebûna yekîtiyen herêmî yên desthiladariyên demokratîk û sosyalîst ên proleterya û gelên kedkar, bi avakirina federasyonên herêmê ya sosyalîst deskeftin tên parastin. Bi vê rêyê wê karibin gelê herêmê bigîhinin aboriya sosyalîst a gelê cîhanê. Lewma cihgirtina şoreşên herêmî di bernameya şoreşê ya proleteryayê de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber şertên newekhev şoreşên herêman wê di dîrokên cuda de pêş bikevin û di şertên cuda re derbas bibin. Lê şoreşên herêmî wê bandor li hev bikin, bi pêkhatina di demen cuda cuda de wê proletaryayê nêzikî şoreşa cîhanê bikin.

Pêşengê komûnîst ê Marksîst Lenînîst  dema ku 29’emîn sala têkoşînê di rasteya bernameya xwe de xebatên xwe bi fidakariyeke mezin dimeşîne. Pêşengê komûnîst ku xwe li gorî berpirsiyartiyeke dîrokî û bîrdariya erkê rêxistin dike, di rasteya perspektîfa şoreşên herêmî bi qezençkirina gelê Rojhilata Navîn ji bo refên şoreşa sosyalîst, di rêya ku diçe serkeftina Federasyona Sosyalîst a Rojhilata Navîn têkoşîna xwe bi şêweyeke bibiryar didomîne.