Jin dema ku berî 5 hezar sal an parêzvanê jiyaneke wekhevîxwez û azadîxwez bû, bi derketina holê milkê taybet li dijî kolekirinê derket. Jinan li dijî vê berxwedaneke ku bi sed salan dewam kiriye pêşkeş kir. Lê di dawiyê de têk çû. Di dirêjahiya dîroka civakan de jinan her tim têkoşîn û lêgerînên xwe yên azadiyê berdewamkirin. Di nav raperînên koleyan û gel ku pêşketin de cihê xwe girtin.
Di dîroka hîna nêzik de jî, di şoreşa Fransa ya 1789’an de daxwazên wekhevî, azadî, edaletê ku bûrjûwaziyê anî ser ziman daxwazên jinan jî bûn. Ji ber vê yekê jinan xwe bêsînor tevlî têkoşîna şoreşê kirin û di herî pêş de şer kirin. Lê mixabin di wê demê de wekhevî, azadî û edalet tenê ji bo çîna bûrjûwaziyê bû maf. Piştî ew şoreşa bûrjûwayî di biryarnameya ku derketiye de jin wek mirov jî nehatin dîtin. Jinan li dijî vê biryanameya mafa jinan amadekirin. Di dema desthiladariya bûrjûwaziyê de gelek jinên ku di têkoşînê de derketin pêş bi rêya giyotine (qinere) hatin îdamkirin. Lê êdî pêşiya têkoşîna azadiya jinê vebû.
Di sala 1871’an de Elmaniyan êrîşa Fransayê kir. Di vê êrîşê de artêşa Fransayê têk çû. Elmanan xwe spartin Parîsa ku peytaxta Fransayê bû. Lê karker, bindest, jin û kedkarên Parîsê rê nedan Leşgerên Elmanyayê. Parastina Parîsê kirin. Jinan dîsa di pêşiya eniyên şer û her qadê de bi awayekî çalak cih girtin û di dîroka karkeran de ixtidara yekem a karkeran ku wek komûna Parîsê tê bi nav kirin damezrandin. Lê gelek dirêj nake. 71 roj berdewam dike. Lê ji karker û bindestan re tecrûbeyeke mezintirîn hişt.
Di sala 1917’an de li Rûsyayê di seriyê şoreşa ku li dijî bûrjûwazî û zateganiya (arîstokrasî) Rûsyayê dest pê kiriye de jin hebûn. Bi bandora şerê yekemîn a cîhanê yê parvekirina emperyalî de beşa ku herî zêde bêkarî, xizantî jiyan dikir jin bûn. Bi şiyara em “Nan û gul dixwazin” di 8’ê Adarê de derketin kolanan û bûn agirdêrên şoreşê. Vê carê di pêşengtiya Lênîn de dikdatoriya proleteryayê (karkeran) li Rûsyayê hat damezrandin. Bindestên bindestan jin li vir bûn şirîkên ixtidarê. Gelek mafên wek perwerde, hilbijartin û hatin hilbijartinê, ji bo karê wekhev fona wekhev, mafa berdan, mafa kûrtaj, mafa mîras, mafa rayeya girtina zarokan hatin bi dest xistin. Li vir şoreşa proleteryayê hêz û sirûşeke da jin, karker û gelên bindest ên cîhanê. Pêşiya têkoşînên zayendî, netewî û çînî vekir.
Di dîroka têkoşîna Kurdistanê de jin her tim bûn şervan û pêşeng. Di serhildana Agirî de Yaşar, di serhildana Koçgîriyê de Zarîfe, di serhildana Dêrsîmê de Besê hinek ji van jinan in. Jinan di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de têkoşîna zayendî û netewî kirin yek. Bûn îradeyeke kolektîf (hevbeş) û hêz. Di pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê ya PKK’ê de bi damezrandina partî û artêşa jin tecrûbe û daneheveke girînk a rêxistinî, polîtîk, leşgerî, bîrdozî pêşkeşî têkoşîna azadiyê a jinên cîhanê kir.
Di nav serhildanên ku di sala 2011’an li Tûnûs des pê kir û belavî Afrîkaya Bakur bû di herî pêş de cih girtin. Xwestekên xwe yên azadiyê bi awayekî gelek xurt qîrinkirin. Lê ji partî û bernameyeke ku pêşengtiya têkoşîna wan bike mehrûm bûn. Dewleten emperyalî û dewletên herêmê yên paşverû ji bo berjewendiyên xwe mudaxeleyî van welatan kirin û pergala kapîtalîst a zilamperest ji nû ve avakirin.
Dema li Sûrî şoreşê dest pê kir dewletên emperyalî û dewletên herêmê yên paşverû li vir mudaxale kirin. Şerekî navxweyî ya paşverû dest pê kir. Me tena li Rojava şoreşa xwe bi şopandina xeta ku wek rêya sêyemîn tê bi nav kirin bi ser xist.
Li Rojava hebûna partiyekî xwedî stratejiya ku ixtidarê bi rêya sîlahê bigire û bi sîlahê biparêze serkeftin anî. Hema piştî destpêkirina şoreşê bi bi demeke gelek kin wek pêşengê komûnîst û jinên komûnîst ku xwediyê bernameya şoreşa jinê jî di nav şoreşê de cihê xwe girt.
Şoreşa me ji destpêkê de wek şoreşeke jinê pêş ket. Ev rastî jinan bi îradeya xwe ya kolektîf û rêxistinbûna xwe, di dest de sîlah ji parastina şoreşê heta avakirinê bi cihgirtina di her astê de bi ser xistin. Bû guleya nîşanê ya serdema şoreşên jinê yên sedsala 21’emîn. Di tevahî cîhanê de bû hêviya jinan.
Artêşa jinê YPJ’ê ya ku hema piştî şoreşê di demeke kin de hatiye damezrandin di parastina şoreşa me de roleke girînk lîst. Jinên YPJ’yî bûn xewnên bitirs ên DAÎŞ’ê. Bi şervantiya xwe ya fidayî axên Rovaja û şoreşa jinê parastin. Şoreşa me di şexsê jinên wek Arîn Mîrkan, Sarya Ozgûr, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û bi hezaran jinên ku em nikarin navên wan bijmêrin de bû nîşan.
Temsîla wekhev, sîstema hevserokatiyê, rêxistinên xweser ên jinê bûn hêmanên pêkhêner ên şoreşa me. Rêxistinên wek HPC-Jin, Asayişa Jin, Meclîsên Edaletê yên jin hatin damezrandin. Zewicandina di temenê biçûk de û Zewaca zêde hat qedexekirin. Jinan mafên wek berdan, mîras û girtina rayeya jinê bi dest xistin. Lê hîna hebûna feraseta resmaliyet û serdestiya zilam hebûna xwe berdewam dike. Erkên pêşxistina şoreşê ber bi asta sosyalîzmê ve li pêş me disekine.
Di heman demê de îro erka me ya parastina şoreşê berdewam dike. Piştî ku şoreşa me serkeftineke xuya bi dest xist Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku Emerîka û Rûsyayê rê li ber vekiriye berê Efrîn, piştre Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkirin. Dagirker dixwazin hebûn û nasnameya jinê tune bikin. Bi sedan jin bi zorê hatin revandin, rastî tacîz û destdirêjiyê hatin. Niha jî em bi gefên êrîşên nû ve rû bi rû ne.
Wek gelê Filîstînê em mecbûr in ji bo şerên ku dirêj bike, ji bo têkoşîn û berxwedana gel a bisîleh amade bibin. Me wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî tecrûbeyên girînk da ser hev. Di em wek gel ji sala 7’de heta 70’ê wek leşger xwe bi rêxistin bikin û amade bibin. Pêwîst e herkes li dijî êrîşên gengaz bi fêrbûna sîlahan amade bibe. Herkes di nav komîn û meclîsan de cih bigire. Divê em hewldana rêxistinkirina gelê xwe di van deran de bibin. Divê em dana Hêza Parastina Cewherî (HPC) de cih bigirin. Li dijî hemû êrîşan bi hêza ku em ji şehîdên xwe yên jin digirin di nav berxwedana gel a bisîleh de di herî pêş de cih bigirin. Pêwîst e em li dijî rêbazên şerê taybet ku ji bo di hundir de hilweşandina şoreşê, ji bo tunekirina îtîfaqa nav gelên me, ji bo xurtkirina çanda kapîtalîzmê ya dejenere bûye û herî zêde jî li dijî hedefgirtina şoreşa jinê têkoşînê bimeşînin.
Jinên Komûnîst ku di nav Rêxistina Jinên Komûnîst xwe rêxistin kirine xwedî bernameya şoreşa jin a ixtidara dumend e ji destpêka şoreşê heta îro hem di parastina hem jî di qada avakirina şoreşê de bi bedêlên mezin cihê xwe girtin. Bi heman şêweyê jinên komûnîst ku bi Rêxistina Jinên Komûnîst zanebûna şoreşa jin û xweparastina jinê xwe rapêçandin bûn pêşengên komînîst ên şoreşa jinê. Ji şehîda MLKP’ya ya jin a yekem di Rojava de Sarya Ozgûr, İvana Hoffmann, Raperîn Dîcle heta pêşenga ciwanan a komûnîst Zîlan Destan di nav têkoşîna bisîleh de bûn pêşengên jinên komûnîst.
Parastina û pêşxistina şoreşa jinê, li Rojhilata Navîn mezinkirina şoreşa jinê wê bi bilindkirina têkoşîna azadiya jinê gengaz bibe. Îro ev erka bi rûmet li ser milên me ya jinan e. Wê demê divê em ne gavek sê çar gavan bi hev re derkevin pêş. Li ser milên me sîlahên me em di nav refên TKŞ’ê, JKŞ’ê û CKŞ’ê ya ku xwedî bernameyeke şoreşger û komûnîst de xwe bi rêxistin bikin, em ev erka bi rûmet bi cih bînin. Teqez em ê ser bikevin.