Leyla Guven Ne Tenê Ye

Dewleta Tirk a faşîst û zilamperest careke din êrîşî vîna jinê kir. Jinên ku bi salane têdikoşin, li kolanan doza mafên zayendî û mirovahiyê mezin dikin, li hember zilm û faşîzma zilaman û dewleta wan her dem bûn bendeke ji agir. Dewleta Tirk bi rêbazên girtin, hepiskirin, tacîz û destdirêjiyê dixwaze ku vê têkoşînê bişkîne. Vê siyasetê bi hemû amûrên dewletê roj bi roj xurtir dike. Bi taybet jî li ser jinên Kurdistanê ev siyaset bi hemû rêbazan tê meşandin.

Dewleta Tirk ji bo vîna jinê bişkîne jinên pêşeng ên tevgera azadiya jinê bi dadgehên xwe yên siyasî dîl digire. Leyla Guven a ku bi dehan salan e ji bo azadiya jinan têkoşîn dike bi biryareke siyasî bi lez û bez hat dîl girtin. Ev biryar tirsa dewleta zilamperest û faşîst diyar dike. Bêguman biryara girtin a ji bo Leyla Guven ne biryareke ji rêzê ye. Leyla Guven bi têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê bi xata têkoşîna biryardar, li dijî tecrîda îmraliyê bi çalakiya bi girêva birçîbûnê bû sembola berxwedanê.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger dewleta Tirk ji êrîşên wê yên li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî nas dikin. Em wan ji revandin, şkencekirin û tecawizkirina jinan nas dikin. Em wan ji piştgiriya ku didan DAÎŞ’ê nas dikin. Em bi bawer in ku çawa jinên Rojava li hember feraseta zilamperestiyê şoreşa xwe ava kirin û hîn jî wê diparêzin, jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî wê vê ferasetê bişkînin û şoreşa xwe ava bikin. Dewleta Tirk jî vê dibîne û ji vê ditirse.

Ji bo vê yekê roj roja mezinkirin û xurtkirina piştgiriya jinan e. Em biryara dewleta Tirk a siyasî şermezar dikin. Çi dibe bila bibe jin wê doza mafên xwe bernedin. Ji bo vê yekê em banga mezinkirina piştgiriya jinê dikin. Pêwîst e hemû jin li hember vê biryarê li qadan bibin û daxwaza azadiya Leyla Guven bikin.

Leyla Guven ne tenê ye
Bijî Piştgiriya Jinê