Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Dewleta faşîst a Tirk li ber çavê dinyayê û bi destê zalimê AKP’ê sucên li dijî mirovahiyê didomîne. Sûcê herî hovane yê dawî li bajarê Konyayê bi destê çeteyên AKP-MHP’ê êrîş li malbateke Kurd hat kirin. Hemû malbat ku ji 7 kesan pêk dihatin, hatin kuştin û mala wan hat şewitandin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, sersaxî û piştgiriya xwe pêşkêş dikin ji malbatê re. Sûcê xedar yê perwerdeya zihniyeta Turanî didin e, û ev ne sûcê yekem e ku partiya AKP’ê û partiya MHP’ê li dijî gelê me yê Kurd dike. Sûcên bi vî rengî ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê û heta li derveyî welat jî têne kirin. Partiya AKP’ê, serokê herî mezin ê terora navneteweyî ye ku bi DAîŞ û piratiyê din ê neteweperest û nijadperest ve tê temsîl kirin. Çeteyan bi sûcên ku li Rojava kirin şopdarên dewleta faşîst a Erdogan in. Ji koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina milk û axên gel, revandin û guhertina demografî li herêmên ku ew dagir dikin bi giştî perwerdeya Erdogan e. Ev hemû êrîş jî bi piştgiriya hêzên emperyalî tên kirin. Mirovahî ji hêla vê dewleta faşîst ve bi sûcên xwe tê tunekirin. Em bang li hemû tevgerên çep û demokratîk ên cîhanê dikin ku li pêşberî zilma dewleta Tirk bisekinin û piştgiriyê bidin gelê Kurd û pêkhateyên din ên Rojava.
Weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger TKŞ’ê em soz didin gelên xwe ku ji bo parastina şoreş û destkeftiyên xwe yên li Rojava em ê heta dawiyê têbikoşin.

Bijî Yekîtiya Gelan!

Bijî şoreşa Rojava!

Şehîd Namirin!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)