Ji bo Wekhevî û Azadiyê Bi Rêxistin Bibe

Şoreşa me ya Rojava di sala xwe ya 10’an de ye. Di van 10 salan de di qada têkoşîna jinê de gavên gelekî mezin hatin avêtin. Jina ku bi rih, aqil û bedena xwe hapsî jiyana hundirê malê bûbû ji bo avakirina jiyaneke nû rabû ser piyan. Li dijî serdestiya zilam serî hilda. Li dijî rejîma Esad, hovitiya DAÎŞ û dewleta Tirk a mêtînger û dagirker helwesteke bibiryar pêşan da. Li gundan û bajaran jinên kedkar ên malan, mamoste, kedkarên tendûristî, karkerên çandinî, xwendekar, jinên ciwan, bûn yek û di pêşengtiya jinên şoreşger de li Bakur û Rojhilatê Sûrî şoreşeke demokratîk pêk anîn. Di têkoşîna polîtîk a leşgerî de û di hemû qadên Rêveberiya Xweser de jinan bi awayekî çalak cihê xwe girtin. Jinan bi vê sayê ferî şerkirin û birêvebirinê bûn. Îro fermandarên me, dîplomatên me, nûnerên me yên polîtîk, hevserokên me yên şaredarî, kanton û HWD. Hene. Jinên ku du di nav civakê de navên wan tune bûn îro damêzrênerên jiyaneke nû. Ev asta ku şoreşê jin gîhandiyê ye gelekî girînk e. Misogeriya vê astê di di zagon û qada hiqûqî de ji bo tevahî jinan deskeftineke gelekî mezin e.

Lê divê em ji bîra nekin ku dîroka serdestiya zilamperest û dewletê ku derbasî nav hev bûye ew qasî kûr e ku hemû gavên ku hatine avêtin û rexmî sekna bibiryar azadbûna jinê hîna di destpêka rê de ye. Şoreşa me hîna gavên xwe yên yekemîn avêtin. Cihê jinan di asta nûnertiya wekhev ku di bingeha zahonî de hatiye avêtin û di asta rêveberiya dumend de bi cihê jinan a di nav jiyana civakî de ne wekî hev e. Bêguman rastiya jinê ku bi hezar salan hatiye tunekirin û bindestkirin di 10 salan de bi awayekî kamil nayê azadkirin. Encax ji bo vê sedan sal jî ne pêwîst e. Asta herî pêşketî ya cîhana milkê taybet ku koledariya jinê afirandiye kapîtalîzm e, bingeha wê jî riziya ye. Nakokiya sermiyan û kedê, nakokiyên navbera jin û zilam, nakokiyên serdestiya zilam û nasnameyên bindest her ku diçe tûj dibe. Derfetên qewastina şoreşgerî hîna zêdetir dibe. Şoreşa me ya Rojava ku bi ev gava xwe ya yekemîn ket sedsala 21’emîn jixwe xwedî derfetane ku hîna zêdetir bi pêş de bimeşe.

Ji ber vê yekê erka yekemîn parastina şoreşê ye. Qasî di mewziyan de parastina vê şoreşê parastina vê şoreşê di nav jiyanê de û avakirina wê jî erka me ye. Û ev şerekî hîna dijwar e. Di şerê di eniyan de dijmin xûya ye, ref zelal in. Lê di şerê li dijî fêbûnên civakî yên paşverû û şerê li dijî feraseta serdestiya zilam de rewş hinekî tevlî hev e. Di vî şerî de noxte hene. Di aliyekî de pêwîst e jin li dijî hînbûniyên xwe yên civakî, di aliyê din de jî pêwîst e li dijî feraseta civakî ya serdestiya zilam şer bike. Di vî şerî de sîlaha jinê ya herî mezin ku pê serkeftinê bi dest bixe hêza jin a rêxistinkirî ye. Û ev hêzeke wiha ye ku ne fûze, grant, bombeyên bi sed hezaran tonan nikare vê hêzê bide sekinandin.

Bidestxistina vê sîlahê qet ne zahmet e. Nê pêwîst e em li benda tiştekî din bibin. Ji bo vê pêwîst î ne bi teknîkê ne bi pere heye. Ji bo vê pêwîstî tenê bi baweriya rêxistinbûnê heye. Divê em zanebûna zayendî ya jin wek exlaqa jina nû bibînin, têkoşînê ji bo xwe û jinan wek nirxeke exlaqî fêhm bikin.

Ger jinek rastî tundiyê tê ew tenê ne qelsbûna wê jinê ye. Ev di heman demê de qelsbûna jinên ku vê dizanin û ji bo vê têkoşîn nakine jî. Ger jinek rastî tacîz û destdirêjiyê were ev êrîşeke li hember tevahî jinan e. Ger zarokek bi zorê tê zewicandin ev zora paşverû li hember me hemûyan e. Ger jinek mecbûr tê hiştin ku bi zorê bibe hewî ev lawaztiya me ya hemûyan e. Jina ku hema li keleka me tenê ye û bêçare ye ev bêçaretiya me ya hemûyan e. Ger jinek bi biryara eşîra xwe tê kuştin ev tê wateya ku li wir şoreşa me tê xistin bin lingan. Îro li vir hema hema li mala herkesî sûretê jinên ku ji bo vê şoreşê canê xwe fidakirine daliqandiye.

Em ê çawa xwedî li mîrasê ku wan ji me re hiştiye derkevin. Gelo em ê bêjin mijara kar û xwerin em ji hev dûr xistine? Gelo em ê bêjin van mijaran berpirsiyartiya me ya li dijî şehîd û şoreşê ji me da ji bîr kirin? Lê em ê em ê vê çawa layiqê xwe û şoreşa xwe bibînin? Ger ne ûsa be pêwîst e em xwe bi rêxistin bikin. Divê em xweparastina xwe xûrt bikin. Xwe parastin li dijî her cûre serdestiya zilamperest di her qadê de rêxistinbûyîn e. Divê em xweparastinê hem li dijî dijminên xwe yên der ve hem jî li dijî dijminên xwe yên hundir bilind bikin. Heta ku bayê paqij ê şoreşê nekeve hundirê malan û her mal ji bo jinan nebe cihekî berxwedanê şoreşa me nikare pêş de biçe. Şoreşê hîna bi giştî pirsgêrêka kar û xwerin çaresar nekiriye. Lê em nikarin vê mijarê bizivrînin lawaz parastina şoreşê. Ji bo çaresariya van mijarên sereke yên jiyanê divê em bingeha şoreşê hîna xûrtir bikin.

Şoreşa jin di têkîliyên civakî de çiqasî xwe ava bike wê demê dikare pêş bikeve. Lingê vê yê herî girînk rêxistinbûyîna jin e. Dema jin birêxistin nebe guhertina civakî nayê dabîn kirin. Zagonên jinê yên Rêveberiya Xweser azadbûna jinê esas digire. Ji bo ku ev zagon di jiyanê de bi cih bên rêxistinbûneke girêdayî wê pêwîst e. Em tenê nikarin bêjin zaten qanûnên me hene. Dema hêza rêxistinbûna jinan tune be wateya wan zagonan jî nabe.

Ji bo ku zagon bi cih werin pêwîstî bi hêzeke jin ku zanebûna xwe ya zayendî bilind e heye. Hêza me di rêxistinbûna me de ye. Rêxistinbûn û girêdana hemû jinan rêxistinê ve erka tevahî jinan e. Xeyalên di nav têlêvîzyon, întêrnêt û xeyalên Ewropa ji me re azadiyê nayne. Gelo em jiyaneke hîna baş, kêfxweş û azad dixwazin? Ji bo vê divê em şoreşa xwe û axa xwe biparêzin.

Ger em Efrîn, Serê Kaniyê û Şengalê ji bîra bikin em ê çawa li rûyê hev binêrin. Jin û gelekî ku nikare xwe biparêze li tu derê rêzdariya xwe tune ye. Na, pêwîst e em rêzdariya (îhtîram) li hember şexsiyeta xwe winda nekin. Deqeyeke ku em winda bikin tune ye. Em deqekê winda bikin wê pergala baviksalarî ya kapîtalîzmê emrê xwe hinek din dirêjtir bike. Wê zilme li ser gelan û jinan vereşe. Divê em bi dûr sekînina ji rêxistinbûnê û nêzikatiya ku “zaten hinek ji bê têkoşîn dikin” nebin şirîkê vê zilmê.

Bi rêxistinbûna di TKŞ’ê de bi erkgirtina di meclîsên JKŞ’ê û CKŞ’ê de ji bo bi cih anîna perpirsiyartiyên xwe gav bavêjin.

Li pêşiya me 8’ê Adarê heye. 8’ê Adarê ji bo têkoşîna azadiya jin kêliyeke dîrokî ya girîng e. Di qadên cûda cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî de, li çar parçeyê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê wê jinên karker, kedkar, bindest û LGBTÎ berxwedaneke yekbûyî ya jinan birêxistin bikin. Şoreşa me ya Rojava wek mewziyê vê berxwedanê yê herî pêşverû hêvî dide hemû jinan. Di vê mewziyê de wê ala şoreşa me ya jin bilind bibe. Jinên Rojava û pêşengên wan ên şoreşger û komûnîst bilindkirina vê alê wek erka xwe ya yekemîn dibînin.

Rexmî tevahî êrîşên mêtînger, dagirker û kapîtalîst ew al wê bilind bibe…