Endamên CKŞ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin daxuyaniyeke xwend

Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) li bajarê Qamişlo têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Cemîl Omerî li ber Navenda Çanda Zîlan Destan daxuyanî xwend. Omerî diyar kir ku dewleta Tirk komkujiyên xwe yên li ser Rojava didomîne û got, “Li pêşberî civaka navneteweyî û hêzên Koalîsyonê komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tînin. Êrîşî leşker û sivîlan dikin. Çend roj berê li Til Temirê û Til Rifat a li taxa Sînaa ya Qamişlo û îro jî li ser rêya Hîzamê û got, “Wesayet hat hedefgirtin, gel hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst bi awayekî vekirî êrîşên li ser mafên mirovan dike.”

Omerî da zanîn ku zarokên gelên Rojava çeteyên herî metirsîdar ên cîhanê rûxandine û got, “Îro di bin siya peymanên dewletên navneteweyî de dibin hedef, axa wan tê dagirkirin û guhertina demografîk tê kirin. Berjewendiyên hêzên emperyalîst tu carî li aliyê bindestan nebûye.”

Omerî bang li hêzên navneteweyî kir ku erka xwe ya li hemberî komkujiyan bi cih bînin û got, “Divê koalîsyon qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bigire. Ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre dagirkerî”