Gelên Rojhilata Navîn, êdî nikare cejnan wekî berê pîroz bike. Şer, êrîşên dagirkerîyê, xizanî, birçîtî û zilmê her alî me dorpêç kir. Di salên dawî da tevahî gelên me bi komkujîyan ra rû bi rû ma, mecbûr hat hiştin ku ax û malên xwe biterikînin.
Gelên me, êdî naxwazin bi vî awayî bijîn. Û ji bo jîyaneka azad, dadxwaz û mirovî rêxistin dibin, têdikoşin.
Îsal, du cejnên gelên me yên ji bawerî û neteweyên cuda rastî heman rojê hat. Gelên me yên misilman di tevahî Rojhilata Navîn û welatên cuda yên cîhanê da cejna xwe ya Remezanê pîroz dikin. Di alîyekî da jî cejna Ekîto ya 1ê Nîsanê ya gelên me yên Asurî, Suryan û Keldanî îsal 6775 car e tê pîrozkirin.
Em, karker, kedkar, jin û gelên stembar ên Rojhilata Navîn in. Em ên ku ji bo azadî, edalet û wekhevîyê bedel didin, têdikoşin in.
Cejnên Remezan û Ekîto, li tevahî gelên qedîm ên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê yên zilm dibînin pîroz be. Em bangawazîya gelên xwe dikin ku, em bi boneya cejnê yekîtîya navbera gelan xurt bikin. Em yekîtîya dildar, azad û wekhev ku li herêma me ya Rêveberîya Xweser hatîye avakirin xurt bikin û belavî hemû Sûrîye bikin.
Pêşeroj, dê bi piştgirîya gelan û têkoşîna wan a hev ra bê jîyîn. Em careka din cejna tevahî gelên xwe pîroz dikin.