Di Têkoşîna şehîd zîlan de bibin yek

Pêşenga ciwanên komûnîst ên şoreşger û jinên ciwan Zîlan Destan di 13’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û ket nava kerwanên şehîdan. Zîlan Destan wekî jineke ciwan a kû ji Rojava bû, malbata wê dema şerê Kobanê ji bajar derket û berê xwe da bajarên Tirkiyê. Di wan deman de rêheval Elende gelek caran sedema derketina xwe lêpirsîn dike. Dema ku Rêheval Elende vedigere bajarê Kobanê bi komûnîstên li bajarê Kobanê têkilî çêdike. Ji ber kû malbata Elende bi komûnîstên Sûriyê ve hatibûn girêdan, lêpirsîn di hûndirê wê de derdiket lê dema gihaşt bersivên pirsên xwe êdî naskir kû ew komûnîstên şoreşger in.

Zîlan Destan, ji ber hemû êrîşên li ser  jinan dihat meşandin û ji bo li hemû mafên jinê xwedî derkeve tevli nava partiya komûnîstên şoreşger bû. Di Salan 2018 û 2019’an de rêheval Zîlan ji kar û xebatên Rojava derbasî çiyayên azad dibe.  Li çiyayên azad perwerdeyên xwe yên leşgerî û yên ramanî dibîne.

Ew weke sosyalîsteke welatparêz di milê pêşketina xwe de xwedî xwestekeke mezin bû. Ji meşa xwe ya li serê çiyan heta birêxstinkirina jiyana xwe weke gerîla pir hez dikir. Ji bo kar û xebatên partiyê careke din rêheval Zîlan berê xwe dide Rojava û di hundirê hemû kar û xebatan de serkeftinekê ava dike. Ji Qamişlo heta Dirbêsiyê heta Tiltemir Zîlan Destan kedeke mezin da. Bû Pêşenga ciwanên komûnîst ên şoreşger, navê xwe di her dilekî ciwan de neqişand, di hûndirê her jinê de îradeyek ava kir.

Taybetmendiya wê ya herî mezin têkoşînkirina li hemberî çanda malbatî û eşîrîrî ya ku jinê bi çanda kevneşopî dide girêdan bû. Wê azadiya xwe ya kesayetî bi azadiya tevehî jinan û jiyana rêxistinkirî ve girêdabû. Hemû pratîka wê, têkoşîna wê ji bo rêxistinkirina jinên ciwan û tevahî ciwanan bû. Rêheval Zîlan li ser vê esasê wek jineke ciwan a ji Rojava ku hemû êşên vê siyaseta baviksalarî jiyan kiribû li dijî zordestiya zilamperest û baviksalarî têkoşîneke mezin da meşandin, tu carî serî netewand û canê xwe fidayî vê şoreşê kir û bû vîn û mînaka jinên ciwan.

Em wek jinên ciwan ên komûnîst di şexsê şehîd Zîlan de soza xwe nû dikin.

Werin em di têkoşîna Zîlan Destan de bibin yek!