Di salvegera 9’emin de rastiya Şoreşa Jinê

Dema Rojava tê gotin berxwedan, şoreş, azadî û jin, ciwan û dayikên me yên ku silah di dest de parastina axa xwe dikin tên. Şoreş neh salên xwe derbas dike û bêguman gotina me ya “Rojava şoreşa jinê ye” ji teoriye derket û di parastin û avakirina şoreşê de, bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de xwe îspat kir. Şoreşa Rojava ya jinê di neh salan de di rêya azadbûna jinê de ji hemû cîhanê re deriyek vekir. Li Rojava gotina tu cih û qadên ku ked û destê jinê lêneketiye tune ye wê ne şaş be. Di avakirina pergala xweser ya demokratik de rêxistinkirina saziya hevserokatiyê û misogerkirina asta temsîliyeta wekhev deskeftiyên girînk ên ku hatine bi dest xistine. Şoreşa jinê elbet parastina hebûna xwe bê artêşa jinê nikare pêk bînê û ger artêşa jinê tune be ya nikarîbû biparêze. Ji bo parastina azadî û destkeftinên şoreşê jinan di her mewziyekî axên Rojava de cihê xwe girt. YPJ’ya hêza xweparastina bi hezaran jinan e nîşanî hemû jinên herêm û cîhanê kir ku tiştekî ku jinên di dest de sîlah neke tune ye. Di qada siyasî de pêşbîniyên zilamperest hat hilweşandin û pêşiya herî zede cih girtina jinan di siyasetê de bi şoreşê vebû. Ji asayîşê heta dadê hemû pergal li gorî vê hat rêxistinkirin.

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di nav vê şoreşê de wek dîrokî ji destpêka şoreşê heta niha di nav şoreşê hem di qada leşgerî de hem jî di qada civakî û avakirina şoreşê de erkên girînk girtin ser milê xwe, rola xwe lîstin, îro jî bi perspektîfa sosyalîzm û komûnîzmê cihê xwe digirin. Sembola jinên komûnîst li Rojava û Bakurê Sûrî di milê leşgerî de yek ji sembola berxwedan Kobanê Şehîd Sarya, sembola enternasyonalîst ya şerê Til Temir şehîd Îvana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn) li Minbiç şehîd Raperîn Dîcle, li Reqa şehîd Destan Temmûz û di qada avakirina şoreşê de pêşenga komûnîst a ciwan Zîlan Destan mînakên vê mijarê ne. Dîsa 8 hevalên me yên jin ku di komkujiya Pirsûsê ya sala 2015’an de di nav 33’ê şehîdan de cihê xwe girtin ji bo xewn û xeyalên xwe yên mezinkirina şoreşa jinê dixwastin derbasî Kobanê bibin. Îro di 9’emîn salvegera şoreşê de jinên komûnîst rûmeta bi maf a şirîk û pêşengbûna vê şoreşê jiyan dikin. Şoreşa jinê ya ku ev neh salan e bi destkeftinên mezin gihaştiyê vê rojê di her alî de di bin êrîş û dorpêçeke mezin de ye. Hemû êrîşên dijmin ên hundir û der ve destpêkê de vîna jinê hedef digire. Bêguman parastina tevahî destkeftinên jinê destpêkê de bi parastina ax, dîrok û çandê misoger dibe. Ji ver vê yekê pêwîst e destpêkê de jin li hember dagirkerî û mêtîngêriyê bisekine û xwedî li pêşeroja xwe der bikeve. Çiqasî ku êrîşeke mezin ên dewletên resmaliyetê li ser tê ferzkirin, ji bo şoreşa jinê neguhertina feraseta kevnare a zilamperst û pergala baviksalarî ew qes xetereyeke mezin e. Ji ber ku di her qada jiyanê de pergala resmaliyetê hebûna xwe li ser tunekirina nasnameya jinê ava dike. Îro di ev pêvajoya ku em tê de derbas dibin ji bo xurtkirina bingeha şoreşê û ji bo misogerkirina şoreş û destkeftinên jinê pêwîst e di her alî de tedbîrên sosyalist bên zêdekirin û ber bi merhaleyeke nû ve bê çûyîn.

Jinên Komûnîst di asta yekemîn de van tedbîran wiha digire dest:

**   Hemû sazî wê li gorî rêgeza wekheviya zayenda civakî û temsîliyeta hevbeş kar û xebatên xwe bidomînin, têkîlî û nêzikatiyên ku vê astê paş ve bikişîne wê neyên qebûlkirin. Tedbîrên îdarî û zagonî ku wekheviya zayenda civakî xurt bikin wê di asta makeqanûnî de bên misogerkirin. Di qadên ku şoreş nû gihaştiyê ye jî wê bi vê nêrînê bê tevgerîn.

**   Ji bo misogeriya di xeta azadiya jinê de avakirina civaka nû, jin kar û xebatên xwe yên rêxistinkirina sazîbûnên civakî wê bi awayekî serbixwe jî bidomînin. Di hemû saziyan de ligel temsîliyeta hevbeş artêşa jinê û yekîneyên parastina cewherî yên jinê wê bên xurtkirin. Di hemû xebatên ku di qada azadiya jinê de ne selahiyeta qanûndanînê û hemû erk wê di destê saziyên jinan de bin. Ji bo têkoşîna azadiya jinê û destkeftinên wê di hemû jiyana civakî de şênber bibin wê tedbîrên pêwîst bên girtin. Zexta ku têkîliyên malbatî û eşîrtî rê li ber vekirine jî di nav de, li dijî serdestiya zilamperest têkoşîna îdeolojîk û siyasî wê di her qadê de bi biryardarî bên meşandin. 

**   Şoreşa me wek ku şoreşa gel a demokratîk û şoreşa jinê derbasî nav hev bûye, wek desthiladariya gel û rêveberiya jinê ev wesfa desthiladariya dumend wê bê kûrkirin. Avakirina sîstema jinê wê bê hedefgirtin.   

**   Sazîkirinên zagonî yên ji bo cezakirina sucên li dijî jinê yên wek tundî, qetlîamên jinê, sucên zayendî bên zêdekirin wê bi biryardarî bên tetbîqkirin. Dadgehên ku tê de sucên li dijî jinê tên dadgehkirin wê bên damezrandin.

**   Ji bo rakirina koletiya jinê ya hundirê malê ji holê bê rakirin û bi armanca civakîkirina karên malê sazîkirinên pêwîst wê bên avakirin. Wê li erk dîtina xwedîkirina astengdar, nexweş, kal û pîran karê jinê dibîne dawî bê anîn. Jinên kedkar ên malê wê bên xistin berfirehiya heqê bingehîn û sîgortaya civakî. Ji bo jinên kedkar ên malê ber bi qadên xebatên civakî ve bên teşwîqkîrîn sazîkirinên pêwîst wê bên avakirin.

**   Şertên jiyan û xebatên jinên proleter û nîv proleter ku di xademiya malan de û li malan bi berdêl kar dikin wê bên sererastkirin û wê bê kirin ku rêxistinên xwe yên kar ava bikin.

**   Kûrtaj wê ji bo hemû jinan wek mafeke zagonî û belaş be. Kontrola zarokanînê berpirsiyariya jin û mêr a hevbeş e. Mijarên ku jin karibe li ser bedena xwe biryar bide wek rêbazên zarokanînê û hwd. Wê di bin misogeriya zagonî de be.

**   Tu kes ji ber nasnameya xwe ya zayendî nikare bê biçûkxistin û bi cudahîbûnê re rû bi rû bê hiştin. Li dijî nêzikatî û gotinên rikê yên li dijî nasnameyên zayendî têkoşîna îdeolojîk tê meşandin û mueyîdeya cezayî tê xistin meriyetê.

**   Bazirganiya cinsîtî û koletiya cinsîtî qadexe ye. Mafê jiyana jin, zarok û LGBTÎ+ ên koleyên cinsîtî tê misogerkirin. Ji bo dabînkirina mercên jiyana hilberîner a civakî piştgirî tê dayin.

**   Dawî li pratîkên wek qelen, berdêl, zewicandina ji bo berdêla xwînê ku li dijî şoreşa jinê tên berdewamkirin tê anîn. Zewaca zêde û zewicandina di temenê biçûk de qedexe ye. Bendên hevpeymana civakî û zagonên jinê bi biryardarî tên tetbîqkirin.

**   Têkîliyên cinsî yên di hundirê malbatê de (ensest) qedexe ye. Li dijî vê têkoşîn tê meşandin, di rewşên ku tê jiyankirin de jî, di berfirehiya zagona sûcên zayendî de tê cezakirin.

**   Xwedîkirina zarokan wê wek karekî civakî bê hesibandin û zarok wê wek nirxeke hevbeş a civakî bên pejirandin. Berî û piştî zarok anînê ji bo jinan 6 meh, ji bo mêr an jî wê sê meh îzîn bê dayîn.  Şîr û hifadên zarokan wê bêpere bibe, di hemû saziyên ku di mezintiyeke diyar de ne, odeyên şîrdayinê, zarokistan û bexçeyên zarokan wê bên mecbûr kirin.

**   Mafên zarokan wê bên misogerkirin, sûcên li dijî zarokan ên zayendî, tundiya fizîkî, aborî, psîkolojîk (nefsî) û istîsmar di berfirehiya sûcên giran de wê bê sêwirandin. Ji bo van sûcan dadgehên mafên zarokan wê bên damezrandin.