“Rewşa jinên Rûsyayê gelek bi êş bû, lê rewşa jinên ku ne ji netewa Rusyayê bûn di keviyên herêmên Rûsyaya Çaritiyê de jiyan dikirin bi wateya tam bi xof bû. Ligel zexta mêtînger û netewperez a Çaritiyê, bûrjûwayên Rûs, nîra axayan bi ser de jî kevneşopiyên baviksalarî, koledarî û feodalîteya xurt ên herêmên mêtîngehiya Rojhilat a Rûsyaya kevin jî lê zêde dibû. Jin li malan hepsî dihatin kirin û mecbûr dihatin hiştin laçikên ku ji mûyên hespan dihat çêkirin li xwe bikin. Zewaca zêde, zewicîna bi keçikên zarok re, firotina keçikên biçûk wek bûk sepanên gelek belav bûn. Ev paşverûtî tenê ne encama dîroka Rojhilat, encama siyaseta neteweyî ya hov a pergala Çaritiyê jî bû.”
Di 1917’an de rojên hema berî Şoreşa Cotmehê de li Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (SSCB) rewşa jinan wiha bû. Jin mecbûr hatibûn hiştin ku wek koleyên koleyan jiyan bikin. Bi Şoreşa Cotmehê re jinan li dijî dîroka xwe ya koletiyê serî hildan û derî li jiyaneke nû vekirin.
“Jinên ku ji dezgehên navendî û hikûmeta herêmî re hatine hilbijartin ji zarokên herî berdilk ên gelê sowyetan in. Hinek ji van bi serkeftinên xwe yên di kar de navdar bûne, qismek ji wan jinên zanîst ên girîng, nivîskar û hunermendên navdayî ne. Di nav wan de ji hemû netewên Yekîtiya Sowyetan û jinên ku bi pîşeyên cûda mijûl dibin jî hene: karkerên febrîqayan, cotkarên hevbeş, bijîşk, endezyar, mamoste û zanyarên çandiniyê, karkerên zanyariyê, wêjekar, hunermend, rêveber, serokên dewletê, xebatkarên partî û dewletê hene. Bi mîlyonan jin di dezgehên dewletê de, di rêxistinên civakî de, di senayî û di qadên aboriya netewî de erkên ku berpirsiyartî pêwîst dike girtin ser milên xwe.” Di dema 1940’an de di kirdebûna civakî de merhaleya ku jin gîhaştinê bir kurtasî wiha tê pênase kirin.
Jinan, bi têkoşîn û fidakariyên mezin ev ast bi dest xistin. Ev qet hêsan nebû. Di şerê navxweyî de li dijî dijberên şoreşê, li dijî kevneşopiyên feodal a paşverû û zilamperestiya ku her roj hewldana wan a bê hewa hiştinê dide têkoşîn kirin.
Bi hezaran jin di têkoşîna li dijî faşîzmê de di pêşiya eniyên şer de cihê xwe girtin û êrîşa dagirkeriyê ya Elmanyaya Hîtlerê Faşîst a li dijî Yekîtiya Sowyetan pijiqandin. Faşîzma Hîtler têk birin. Bi bedêla xwîn û canê xwe sosyalîzm û axa ku sosyalîzm li ser şîn dibe parastin. Bawerî û hêviya hemû gelên cîhanê kar kirin.
Şoreşa me ya Jin a Rojava Pişta xwe Spartiye Şoreşa Sosyalîst a Cotmehê
Di destpêka sedsala 21’emîn de êdî welatekî nû yê jinan, gelên bindest, xizan û karkeran hebû: Rojava! Şoreşa Rojava wek cejna bindestan li vê erdnigariyê bû mizgîniya şînbûna wekhevî û azadiyê.
Fikra pêşeng a şoreşa Rojava azadiya jinê ye. Ev fikir di heman demê de wek hêzeke şênber di nav îradeya pêşeng a şoreşê de jî heye. Bi şoreşê re jiyana kevin ser û bin dibe. Li ser dengeyên hêzê yên nû tê ketin nav avakirina hiqûqê. Di vê hiqûqê de kirdebûna jinan a hevbeş bi awayekî diyar hatiye şirovekirin. Hiqûq şirovekirina têkîliyên civakî ya ji jor de ye. Li benda ji xwe ve sererastbûna têkîliyên civakî nayê mayin. Di vê merhaleyê de hiqûqa Rojava ji bo jinan spartekeke mezin e û helbet ev girîng e. Lê ev ne şoreşa jinê bixwe ye. Şoreşa jinê guhertineke hîna mezin û kokdar dixwaze. Ev tenê ne guherîneke zîhnî ye. Tê wateya ji nû ve damezrandina jiyana madî. Û ev qet hêsan nabe û ne hêsan e jî. Wekhevî û azadî di carekê de nayê bidestxistin. Bendewariya bi lez jinê dikişîne nav bê hêvîtî û bê baweriyê. Şoreşa Jinê ya ku hîn çêdibe ye. Tiştê ku wê bi pêş bixe hêza jinê ya rêxistinkirî ye.
Ger di hemû qadên jiyana civakî de tevlîbûna jinê ya çalak nebe jin nikare bibe kirde. Tenê ne wek karmend divê bi kelecan û coşeke mezin tevlî jiyanê bibe. Malbat, eşîr û nirxên civakî yên paşverû wê di her derfetê de wê hewl bidin jinê têxin nav girdavê. Lê divê jin xwe bi mal, xwedîkirina zarokan ku jiyana wan tenk dike sînordar nekin. Pêwîst e bîrdariya demokratik a şoreşa me hildin asta welatperêziya sosyalîst. Welatperêziya Sosyalîst di asta ku îro Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştiyê de perspektîfa bingehîn a pêşerojê ye. Ev di heman demê de perspektîfa şoreşa jinê ya Rojava ye.
Dema di adeseya salvegera şoreşa Cotmehê re em li şoreşa me ya jinê binêrin, em dibînin ku hîna gelek karê me û riyeke me ya dirêj heye. Ev riya ku ji koletiyê diçe azadiyê ye. Dema ku em di vê riyê re dimeşin şoreşa Cotmehê rê nîşanî me dide. Em ê fêrbûna ji wê tecrûbeyê berdewam bikin. Bijî Şoreşa Cotmehê. Bijî Şoreşa me Ya Rojava. Bijî Şoreşa me Ya Jinê. Bijî Sosyalîzm.