Di Rêya Rêheval Zîlan de Ber bi Azadiyê ve

Şehîd Zîlan wek jineke ciwan ji bajarê Kobanê ya Rojava piştî ku bajarê xwe ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat dagirkirin mecbûr ma ku koçber bibe. Li ser vê bi malbata xwe re sînor derbaskirin û çûn Bakurê Kurdistanê.

Lê hezkirin û vîna wê ji bo welatê xwe hişt ku ew dîsa vegere bajarê xwe. Piştî ew vegeriya bajarê xwe, ew komkujiya ku piştî rizgarbûna Kobanê di dîroka 25’ê Hezîrana 2015’an de bi destê DAÎŞ’ê hatîbû pêkanîn, dîsa komkujiya Pirsûsê dît, ji bo xwerina mafên jinê dît û jiyan kir. Ew rihê komûnîst û şoreşger a dilê rêheval Zîlan de xwesteka rakirina tola van di hundirê şehîd Zîlan de ava kir.

Ji bo ku rêheval Zîlan ew feraseta zilamperest û fikra kapîtalîzmê qebûl nedikir li nasname û azadiya xwe digeriya. Rêheval Zîlan ev rastî di sosyalîzmê de û pêşengê komûnîst MLKP’ê de dît. Piştî demeke kin ku partiyê xwe nas kir cihê xwe xwe girt. Rêheval Zîlan berî ku tevlî partiya xwe bibe biryara tevlîbûnê dabû, lê tenê di nav lêgerîneke rêxistineke ku fikr û rastiya wê bîne ser ziman digeriya. Şehadeta şehîd Destan gelek bandor li rêheval Zîlan kiribû dema ku li ser têlevîzyonan merasîma şehîd Destan temaşa dikir xwe bi xwe dibêje rastiya ku ez lê diğerim ev e.

Eşqa rêheval Zîlan ji welat re, ji azadiyê re, ji jinê re coş û kelaceneke mezin di dilê rêheval Zîlan de ava kir. Wek keçeke ciwan ji Rojava ruxmî çanda civakê ya hişk rêheval Zîlan bi cesareteke mezin ew ew şkenand. Vê têkoşîna wê hişt ku ew bi her dem bi kêfxweşî û coşeke mezin bi erkên xwe yên şoreşgertî rabe. Xwesteka wê ya herî mezin ew bû ku di welatê xwe de bêsînor jiyan bike. Ji bo ku çar parçeyê Kurdistanê bigîhêje asta yekbûn, sosyalîzm û komûnîzmê di nav ciwanan de, bi taybetî jî di nav jinên ciwan de kar û xebateke bêsînor meşand. Ji bo rêxistinkirina jinan di nav şoreşa Rojava de çi ji destê wê derket texsîr nekir.

Rêheval Zîlan wek pêşenga ciwanên komûnîst ên şoreşger di dilê her ciwanekî de vînek ji bo parastina welat ava kir. Di dilê her jinekê de vîna azadbûna jinê ava kir.

Erka me ciwanan herî mezin divê em wek jinên ciwan û her ciwan bibin Zîlan Destan. Em bi vîn û baweriya wê li dijî kapîtalîzm û zilamperestiyê bisekinin. Divê em ew fikra komûnîzmê û jiyana bêsînor ku rêheval Zîlan dixwast di nav ciwanan de, bi taybetî di nav jinên ciwan de belav bike em li her derê belav bikin. Rêya azadiyê jinê di rêxistinbûn û têkoşînê gengaz dibe. Em azadiya xwe bi hêza xwe ya rêxistinkirî dikarin bi dest bixin. Hemû êrîşên dagirkeriyê yên li ser welatê me, hemû ew feraseta zilamperest ku rastî, dîrok, nasname û bedena jinê tune dike bi pêşengtiya jinên ciwan dikare bê hilweşandin. Çawa ku em dibêjin esasa civakê jinê, esasa pêşengtiya vê şoreşê û têkoşîna li dijî dagirkerî û feraseta zilamperest jî jina ciwan e. Xweşikbûna jiyanê weke rêheval Zîlan bi cesaret, coş û vîneke mezin misoger dibe.

Em her dem şopdarên rêya şehîdên xwe ne.

Bijî azadî, Bijî Sosyalîzm