CKŞ’ê Li Qamişlo Bi Daxuyeniyekê Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kir

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger li Qamişlo li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a mêtînger daxuyaniya çapemeniyê dan û êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin. CKŞ’ê li hemberî êrîşan banga mezinkirina berxwedanê kir. Daxuaynî li ser navê CKŞ’ê Lara Yasîn xwend.

Lara Yasîn di destpêka daxuyaniyê de wiha axivî: “Êrîşên li ser Şengal, Til Temir û zirganê tên kirin êrîşên tunekirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk dixwaze cûdatî derbasî nava netewên herêmê bike. Gelê Kurd, Ereb, Suriyan, Ermen, Êzîdî û civatên netewî yên herêmê dike hedef.”

Yasîn li hemberî van polîtîkayan bertek nîşan da û wiha axivî: “ Em jî dibêjin kes nikare gelê Kurd û gelên me yên herêmê ji hev cûda bike. Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xwe yên qirêj êrîşên li ser axa Kurdistanê didomîne.”

Yasîn li ser êrîşan jî axivî û wiha got: “ Îro li Şengal, Til Temir û Zirganê di êrîşan de zarok û dayik û kesên sivîl tên şehîd xistin em van êrîşan qebûl nakin û em şermezar dikin. Di fermana 73’an de ya li ser Şengalê û gelê Şengalê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Îro Şengal bi xwina zarokên Şengalê û şehîdên kuli Şengalê şehîd ketine hat rizgarkirin”

Yasîn di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir û wiha got: “Em bang dikin li kesên ku îro bê deng mane li hember van êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk em dibêjin tû kesgerek  bê deng nemîne . Em bang li ciwanan dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk derkevin û dengê xwe derxin.”