CKŞ’ê Li Kobanê Di Çilê Şehadeta Xwe De Şehîd Zîlan Destan Bi Bîr Anî

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger û Tevgera Komûnîst a Şoreşger li Kobanê ji bo Çilê Şehîd Zîlan Destan a ku di 13’ê Hezîranê de li Qamişlo dema ku li ser karên xwe yên şoreşgerî bû şehîd ket misabeqeyeke gogpiyê li dar xistin.

Di Çîlê şehadeta Rêhevala me Zîlan Destan de li Kobanê di navbera Tîmê Gogpiyê yê Kobanê El Huriye û Tîmê Minbicê yê El Cezîrê de misabeqeya gogpiyê hate li dar xistin. Gelên Kobanê û Malbata Şehîd Zîlan Destan jî tevlî bernameyê bûn.

Di bernameyê de Şehîd Zîlan hat bi bîr anîn û banga tevlêbûna 25’ê Tirmehê ya Şehîdên Pirsusê hat kirin. Di misabeqeyê de Tîmê Minbicê El Cezîrê bi ser ket. Di dawiyê de diyarî hate dayin tîmê serkeftî.