Bi Rêxistina MLKP’ê ya Kurdistanê re Hevpeyvîn

Ev hevpeyvîn bi Rêxistina MLKP’ê ya Kurdistanê re hatiye çêkirin û ji ber şîroveyên wê yên girîng, hûrbîniyên li ser Şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn em hevpeyvînê bi Kurdî bi we re parve dikin.

 

1) Li Tirkiyeyê gelek partî û rêxistinên çep hene ku piştgiriya têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdan nakin: Nerîna we ya li vê meyla çepê Tirkan çi ye?

 

Kurdistan piştî şerê parvekirina emperyalîst a 1’emîn hat çar parçekirin. Herêma ku îro weke Rojava tê ravekirin di rêveberiya mêtîngeriya Frensiyan de, Başûr di rêveberiya mêtîngeriya Ingilîzan de ma. Bakur ji serweriya Dewleta Tirkiyeyê, Rojhilat ji serweriya Dewleta Îranê re hiştin. Dema ku emperyalîstên Frensî û Ingilîz ji Sûriye û Iraqê vekişiyan Rojava û Başûrê Kurdistanê ji serweriya burjuvayên Ereb re hiştin. Welatê Kurdistanê weke çar mêtîngehên cuda hat parçekirin. Bakurê Kurdistanê ku ji van mêtîngehan a herî mezin e di heman demê de êşa herî giran a serweriya mêtîngeriyê jiyan kir. Mêtîngerên Tirk nasnameya netewî ya Kurdan înkar kirin. Zimanê Kurdî qedexe kirin. Bi sed hezaran Kurd ji xaka xwe sirgûn kirin û asîmîle kirin. Bi hezaran gundên Kurdan şewitandin. Bi deh hezaran Kurd di komkujiyên nîjadkujî de qetil kirin.

Kurdan li hemberî vê mêtîngeriya înkarkok û bişavker û serweriya mêtînger gelek caran serî rakirin. Çavkaniyên Dewleta Tirk a mêtînger têkoşîna gerîla ya ku PKK’ê di 1984’an de da destpêkirin weke Serhildana Kurdan a 30’emîn bi nav kirin.

Têkoşîna azadiya netewî ya gelê Kurd li hemberî mêtîngerî û înkarkirinê raperînek e. Yên ku ji vê têkoşîna mafdar û heq dûr disekinin xwe bi kîjan nasnameya siyasî rave bikin jî bi awayê camidî nêzîkî Dewleta Tirk dibin. Ango, yên ku ji Kurdan dûr disekinin nêzîkî Dewleta Tirk a burjuvayî dibin. Dewleta Tirk a mêtînger kedkarên Tirk bi jehra nîjadperestiyê di bin serwerya xwe ya bîrdozî û siyasî de digire. Di bin desthilatiya mêtînger de girtina Kurdistanê sedema yekemîn a bi zexta faşîst a dewletê di gelemperiya Tirkiyeyê de tune hesibandina maf û azadiyên bingehîn û azadiyên siyasî ye. Rastiya ku “kedkarên netewê serdest heta ku netewê bindest azadiya xwe bi dest nexe nikare azad bibe” li Tirkiyeyê bi awayê herî zelal tê jiyankirin. Têkoşîna li hemberî mêtînkirina Kurdistanê ji ber vê sedemê ne tenê erka Kurdan e; erka pêşengên komûnîst, sosyalîst û hêzên demokrasîxwazên şoreşger ên netewê serdest e jî.

Lê belê gelek partî, rêxistin û hêzên siyasî ku bi navê komûnîzm, sosyalîzm, marksîzm, marksîzîm-lenînîzm an jî dijemperyalîzm tevdigerin dûrî PKK’ê û têkoşîna azadiya netewî ya Kurdan disekinin an jî dijî wê helwest digirin. Zelal e ku ev helwest di bin girteka sosyalîzmê de nîjadperestiya Tirkan e. Nîjadperestiya sosyalîst tenê tê wateya ji nav çînên karker û kedkarên Tirk piştgirî avakirina ji mêtîngeriya Tirk re.

Hinek jê berpêş dikin ku têkoşîna neteweyî ya Kurdan têkoşîna çînî reş dike. Li gorî vê nerînê ji ber têkoşîna neteweyî ya Kurdan dewleta Tirk nîjadperestiyê pêş dixe, ev jî asteng dike ku çîna karkeran bi daxwazên xwe yên aborî û demokratîk dakeve û bi vî awayî pirsgirêkên çîna karkeran ji rojevê dikevin. Ev nerîn ekonomîzmeke rezîl e û rastiya ku têkoşîna li dijî mêtîngeriyê mihwera têkoşîna çînî pêk tîne tarî dike. Li Tirkiyeyê çîna karkeran heta ku li hemberî mêtîngeriyê bi rizgariya neteweyî ya Kurdan re nebe yek ne pêkan e ku ji dewlet û burjuvaziya Tirk rizgar bibe.

Hinek jê berpêş dikin ku têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan xizmeta berjewendiyên emperyalîzmê dike. Li gorî vê nerînê yên emperyalîst dixwazin dewleta Tirk parçe bikin û bi vê riyê serxwebûna wê ji holê rakin, têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan jî ji bo vê bi kar tînin. Ev şovenîzmeke sosyal a bêsînor e. Tirkiye yek ji parêzvanên berjewendiyên li herêmê yê emperyalîstan e. Kurdistan di hîmaya emperyalîstan de hat çar parçe kirin. Têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan ji ber van sedeman bi awayê camidî wesfeke dijemperyalîst hildigire. Pêşvebirina vê têkoşînê di riya tevgera çîna kareran bi tevgera azadiya neteweyî ya Kurdan re xwe bike yek de pêkan dibe.

Hinek jê jî li hemberî meşandina têkoşîna çekdarî derdikevin. Li gorî yên ku vê nerînê diparêzin dewlet ji ber têkoşîna çekdarî firsetê dibîne ku zextê li hemû civakê bike, bi awayê hovane êrîşî têkoşînên karker û kedkaran dike, ger ku çek werin veşartin wê hêceta êrîşên dewletê ji holê rabe. Halbûkî têkoşîna çekdarî ne sedem e encam e. Serweriya mêtînger û faşîst di riyeke din re ji holê nikare were rakirin. Têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan bi vî aliyê xwe ne astengiyek e derfetek e. Yên ku xwe weke pêşengên çîna karkeran rave dikin bi nirxandina vê derfetê dikarin têkoşîna çînî derbixînin asteke jortir. Li Tirkiyeyê çavkaniya faşîzma îro mêtînkirina Kurdistanê ye. Heta ku ev serwerî neyê şkenandin dîktatoriya faşîst jî nikare were hilweşandin. Ji ber vê têkoşîna dijîfaşîzmê bi têkoşîna dijîmêtîngeriyê re dibe yek.

Hin kes jî dibêjin em bi hev re şoreşê pêk bînin, sosyalîzmê ava bikin, piştî şoreşê em ê pirsgirêka neteweyî bi carekê re çareser bikin. Evana, berpêş dikin ku bi dûr sekinîna ji têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan ku erka herî sotîner a têkoşîna çînî ye wê şoreşê pêk bînin. Di vê riyê re ger ku bibe encax dikarin sendîkavaniyê bikin. Em dikarin van navxweyî koma şovenîstên şermok bikin.

Em dikarin çend mînakên şênber ên balkêş bidin. TKP û DHKPC’ê mînakên vê yên herî diyar in. TKP’ê îlan kir ku Mafê Diyarkirina Qedera Xwe ya Netewan êdî nederbasdar e û di vê mijarê de Lenîn bi awayê eşkere di revîzyonê re derbas dike. Ew qasî di şovenîzmeke sosyal de ye ku îdia dike ku ji têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan hîn bêhtir nêzîkî burjuvaziya Tirkan e û têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan têkoşîna li hemberî emperyalîzmê lawaz dike.

DHKPC’ê Mafê Diyarkirina Qedera Xwe ya Netewan diparêze lê li gel vê têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan bi “netewperestiyê” îtham dike. Rawêja “Wê şoreş zaten pirsgirêka neteweyî ya Kurdan çareser bike anha ya girîng li hemberî emperyalîzmê têkoşîna bi hev re ye” ji ber tênegihîştin û redkirina rastiya ku Bakurê Kurdistanê mêtîngeh e û dewleta Tirk a burjuva jî dewleteke mêtînger e tê der.

Di şerê şoreşger ê ku ev 40 sal e ji hêla gerîla ve li hemberî burjuvaziya Tirk ku endamê NATO‘yê ye û artêşa NATO yê duyemîn e tê meşandin de nedîtina wan a dijemperyalîyetê rastiyeke balkêş e.

Ev du bizavên şoreşger ku ya yekemîn reformîst a duyemîn jî burjuvaziya biçûk e bi awayê dramatîk di şovenîzma sosyal de digihêjin hev.

2) Li gorî we ji bo Komûnîstek Tirk riya rast a pêwendîdarbûna bi pirsgirêka Kurd re çi ye?

Di destpêkê de pêwîst e em vê diyar bikin: riya rast a ji bo ku komûnîstên Tirk bi pirsgirêka Kurd re rast pêwendîdar bibin, herî gelemper pêwîst e ji burjuvaziya Tirk qut bibin. Yên ku vê qutbûyinê nikaribin pêk bînin, çarenîn wê têkevin şovenîzm an jî şovenîzma sosyal. Şovenîzm û sosyal şovenîzm ne bi komûnîstbûyinê ne jî bi şoreşgeriyê re li hev nayê. Di hemû rewşên xeternak de wê bike ku bi burjuvaziya xwe re tevbigerin. Tecrûbeya Enternasyonala Duyemîn û tecrûbeyên bêhejmar vê rastiyê mîsoger dikin.

Ger ku pêwîst bibe em pir gelemper biaxivin merca yekemîn û bingeha “rast pêwendîdarbûna bi pirsgirêka Kurd re“ xwedîbûyina nerîneke demokratîk a hevgirtî ye. Ji bo komûnîstek Tirk pêdiviya demokratbûna hevgirtî ew e ku hemû mafên ji bo netewê xwe dipejirîne di destpêkê de ji bo Kurdan û hemû netewên din ên ku rastî asîmîlasyonê dimînin û hebûna wan a neteweyî tê redkirin jî bipejirîne. Mafê her netewên ku hebûna wan tê înkarkirin,  mafên wan tê binpêkirin heye ku xwe biparêzin. Bi awayê çekdarî parastina wan a hebûna xwe ya netewî û mafên xwe jî bi temamî mafdar, rewa û şoreşger e, di çarçoveya xweparastinê de ye. Gerîlayên Kurdistanê şerekî şoreşger û mafdar dimeşînin. Burjuvaziya Tirk a ku NATO piştgiriya wê dike û TSK, şerekî bêmaf, dijşoreşger, paşverû û bendîkirinê dimeşîne. Ji bo ku mêtîngeriya herîmî ya li ser çar perçeyên Kurdistanê û pergala herêmî ya emperyalîst li ser lingan bihêle şer dike. Ji ber van jî ji hêzên mêtînger ên herêmê, NATO, DYA û YE’yê bi siyasî, leşgerî, dîplomatîk û her awayî piştgiriyê dibîne.

Ji milê siyasî bersiva pirsê ji milê wê yê şoreşger hîn bêhtir balkêştir e. Gelê Kurd pêşengê gelên herêmê û şoreşa herêmê ye. Mînak li hemberî dewleta Tirk a burjuva ku amûrê serweriya burjuvaziya hevkarê tekedestiyê ye û çîna karkeran a Tirkiyeyê mêtîn dike di nav serhildaneke şoreşger de ye, bi dehan salan e şerê şoreşger dimeşîne. Çîna karkerên Tirkiyeyê di dîroka xwe giştî de nebû xwedî hevalbendek şoreşger ku wiha xurt e. Têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan nîşaneya herî balkêş a rojaneyiya şoreşa herêmê û şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê ye. Pêwendîdarbûna bi têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan re îro kevana herî mîsoger a şoreşger e. Ne tenê ji bo şoreşgeriyê ji bo şoreşgeriya enternasyonalîst jî kevana herî mîsoger e. Li hemberî netewperestiya burjuvayî helwesta zelal a PKK’a ku rêbertiya têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan dimeşîne, têkiliyên rêhevaltî ku bi Komûnîstên Marksîst Lenînîst û şoreşgeran re pêş xistiye, nêrîna wê ya enternasyonalîst ku azadiya Kurdistanê di çalakiya şoreşger a yekbûyî ya gelên herêmê de dibîne van pîvanan hîn kurtir û watedar dike.

3) Hûn dikarin girîngiya TŞYG’ê (Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan) şîrove bikin? Bi vê tevgerê û partiyên wê yên din hûn hêviya gihaştina yekîtiyeke di asta çi de dikin?

TŞYG’ê, bi armanca avakirina yekîtiya şoreşger a têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan û tevgera çîna karkeran a Tirkiyeyê ji hêla heşt partî û rêxistinên şoreşger ên ku ji bo şoreşa Tirkiyeyê û Kurdistanê têkoşîn dikin ve hat avakirin. Encax di riya yekîtiyeke wiha re faşîzm dikare were têkbirin û serweriya mêtînger were şkenandin. Yekîtiya şoreşger a pêşengên çîna karkeran û bindestan hêvî û bawerî dide gelên me. Partiya me di riya vê yekîtiyê re pêkanîna Rêbertiya Şoreşger a Yekbûyî hêvî dike û li gel vê yekîtiyê pêkanîna eniyeke hîn firehtir a dijîfaşîzmê hedef dike. Rêbertiya Şoreşger a Yekbûyî; di bin rêbertiyeke yekbûyî de tekanekirina taktîk û stratejiyên têkoşîna li hember faşîzm û mêtîngeriyê ye û di qada têkoşînê de yekirina vînê ye.

4) Têkiliyên partiya we bi PKK’ê re pir nêz in. Lê hûn û PKK’a ku konfederalîzma demokratîk diparêze xwedî bîrdoziyên cuda ne. Ev di navbera we de dibe sedema tu pirsgirêkan?

PKK’ê di salên ku nû derket holê de xwe weke Marksîst Lenînîst rave dikir. Îro dîsa sosyalîzmê biparêze jî ev sosyalîzmeke ji sosyalîzma zanistî dûr e, bi anarşîzm û sosyalîzma ûtopîk tevlîhev bûye. PKK’ê dîktatoriya proleterya red dike, hêbêtir pêşberî avakirina dewleteke bi destê çîna karkeran û bindestan jî derdikeve. Dema ku dewleteke burjuvaziyê hebe redkirina rêxistineke dewletî ya karkeran tê wateya wan bêçek kirinê. Konfederalîzm encax dikare weke têkiliyeke di nav ên wekhev de were destgirtin. Di bin serweriya sermiyan û dewletên wê yên cuda yên burjuvayî de, pêkhatina yekîtiya navxweyî ya konfederal a herêmên xweser ku wê di bin sînorên cuda yên van dewletan de pêk werin hêviyeke ûtopîk e. Ev di astekê de pêk were jî pêwîst e di destpêkê de serweriya dewleta burjuvayî ya netewê serdest were pejirandin. Ev stratejî ne dibe rizgariya netewî ne jî dibe rizgariya civakî. Di van mijaran de helbet em ji PKK’ê cuda difikirin. Li hemberî vê li ser esasê xweseriya siyasî naskirina statûyeke neteweyî jî ji bo têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan destkeftiyeke. Bidestxistina statûyeke wiha wê bibe gaveke mezin ku di riya bidestxistina azadiya polîtîk de hatiye avêtin. Ji ber vê naskirina statûyeke netewî ya li ser esasê xweseriya siyasî serweriyeke sînordar a netewî bihewirîne jî ji ber encamên wê yên şoreşger û demokratîk ji hêla partiya me ve piştgiriya wê tê kirin.

Partiya me bawer dike ku pirsgirêka netewî ya Kurdan bi “Yekîtiya Komarên Gel” a ku rêxistinbûna weke dewleteke cuda ya netewê Kurd dihêwirîne dikare were çareserkirin. Ev bi temamî tê wateya yekîtiya du komarên gel ên wekhev. Partiya me, di têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurd de xwe weke “welatparêzê sosyalîst” rave dike. Ev ji aliyekî ve dema ji bo azadiya netewî ya Kurdistanê têkoşîn tê meşandin di heman demê de ji karker û kedkarên Kurd re nîşankirina riya rizgariya sosyalîst werdigire. Partiya me bi PKK’a ku ji bo azadiya netewî ya Kurdistanê têkoşîn dike re hevpariya şer a li dijî mêtîngerî û faşîzmê weke erkeke stratejîk digire dest. Partiya me xwe weke pêşengê komûnîst ê têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdistanê dibîne. Ji ber vê li ser sosyalîzmê ramanên me û PKK’ê cuda bibin jî li pêşiya hevparbûna me ya di têkoşîna li hemberî mêtîngerî û faşîzmê de tu astengî tune ye. Ji ber vê parastina wan a konfederalîzma demokratîk di vê astê de bibe mijarekê nîqaşê jî di têkoşîna li hemberî mêtîngerî û faşîzmê de venaguhere pirsgirekeke ku bibe sedema cudabûnê.

5) Di parastina Başûrê Kurdistanê de cihgirtina Partiya we, mînak li Heftanînê cihgirtina we çima girîng e?

Partiya me xwe weke pêşengê komûnîst ê Tirkiye û Kurdistanê rave dike. Ango, xwe ne tenê nûnerê komûnîst ê Bakurê Kurdistanê, yê çar parçeyên Kurdistanê dibîne. Li hemberî dagirkeriya Tirk a mêtînger parastina Başûrê Kurdistanê bi qasî PKK’ê erka partiya me ye jî. Partiya me li her parçeyê Kurdistanê şerkirina li hember mêtîngeran û parastina mewziyên hatine qezenckirin weke çalakiya xwezayî ya mercê hebûna xwe dibîne.

Ji aliyekî din ve partiya me li Herêmên Parastina Medya di çarçoveya amadekariyên şoreşger de bi PKK’ê re dimîne. Şerkirina li hemberî hemû êrîşên li dijî van qadan di heman demê de tê wateya parastina xwe.

Dewleta Tirk a mêtînger û burjuvayî bi êrîşên xwe yên li ser Heftanîn û Garê hewl dide mewziyên şoreşger ên hatine bidestxistin tune bike, hebûna xwe ya dagirker a li Başûrê Kurdistanê mîsoger bike. Hem parastina mewziyên şoreşger hem jî di heman demê de rênedayina burjuvaziya Tirk a mêtînger ku beşekî Başûrê Kurdistanê têxe bin qada serweriya xwe di nav erkên komûnîstan ên têkoşîna li hemberî faşîzm û mêtîngeriyê de ye.

Dewleta Tirk a mêtînger bi jiholêrakirina Herêmên Parastina Medya di heman demê de fetisandina Şoreşa Rojava û qutkirina têkiliya di navbera gerîla û Şoreşa Rojava de dike armanc. Ji ber vê parastina Heftanînê parastina Şoreşa Rojava ye.

Cihgirtina partiya me di şerê parastinê yê li Heftanînê, Garê yan jî li hemberî êrîşeke cuda ya li ser Başûrê Kurdistanê ji ber van sedeman girîng e.

6) Partiya we li Rojava di avakirina IFB (Tabûra Azadî ya Enternasyonal) de çalak û xwedî bandor bû. Hûn rewşa li Rojava çawa dibînin?

Şoreşa Rojava encama şoreşger a serhildanên gel ên li Rojhilata Navîn e. Emperyalîstan û hêzên paşverû yên ku di nav dijberiyên herêmî de ne li gorî berjewendiyên xwe midaxeleyî van serhildanan kirin. Lê Şoreşa Rojava li van serhildanan midaxeleyeke şoreşger e.

Weke ku tê zanîn nivîskarên burjuvayî hilweşîna SSCB û komarên gel ku li ser navê sosyalîzmê bûye qalikeke riziyayî li gel vê hilweşîna Albanya, ketina riya kapîtalîst a Çîn û Viyetnamê weke “dawiya dîrokê”, îlelebed têkbirina sosyalîzmê rave kirin. Li gorî nûnerên post modern ên bîrdoziya burjuvaziyê “şoreş” êdî tenê xeyalek bû, dawiya “vebêjeyên mezin” hatibû. Şoreşa Rojava li gel hemû sînordariyên xwe delîleke pratîk bû ku “vebêjeyên mezin” û “şoreş” ne xeyal e.

Parastin û pêşvebirina şoreşeke wiha helbet nedibû erkê gelên Rojava tenê. Li Rojava tevgera azadiya Kurd pêşengtiya şoreşê dikir lê ev şoreşa hemû mirovahiya pêşverû, qîrîna bindestan a li hember emperyalîzm û her cûre paşverûtiyê bû. Ji ber vê pêwîst bû her kesê ku xwe weke pêşverû, şoreşger, sosyalîst, anarşîst, komûnîst rave dikirin li vê şoreşê xwedî derbiketana. Nîşandayina ku yekîtiya enternasyonal a di navbera bindestan de di dîrokê de nemaye jî xwedî girîngiyeke mezin bû.

Ji aliyekî din ve weke berhema midaxeleya emperyalîstan û hêzên paşverû yên herêmê li ser serhildana gelên Sûriyeyê, DAIŞ derket holê. Ger ku Şoreşa Rojava vegotina pêşverû ya hêrsa bindestan be, DAIŞ jî bi destê emperyalîst û xulamên wan bi awayê paşverû hebûna vê hêrsê bû. DAIŞ’ê Şoreşa Rojava weke astengiya sereke ya li hemberî avakirina serweriya paşverû dît û êrîşî wê kir. DAIŞ ne tenê beleyek li ser Rojava, beleyek paşverû ya li ser serê hemû mirovahiyê bû. Ev êrîş û parastin ne cudatiyeke Kurd û Ereban bû li hemberî paşverûtiyê şerekî şoreşger bû. Ji ber vê jî pêwîst bû ku hemû mirovahiya pêşverû ya cîhanê di vî şerî de li hemberî DAIŞ’ê li gel Şoreşa Rojava cih bigirtaya. Li hemberî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê partiya me parastina şoreşger weke “Stalîngrad”a roja me wesifand. Parastina Kobanê weke versiyona nûjen a berxwedana komarparêzên Îspanya ya li hemberî faşîzmê rave kir. Komûnîstan çawa ku li Stalîngradê li hemberî faşîzma Hîtler li ber xwe dan, Îspanya çawa li hemberî faşîzmê parastin, pêwîst bû Kobanê jî bi heman berxwedêrî, biryardarî û bîrdariya enternasyonal biparastana. Partiya me tam weke pêdiviyeke vê nerîna enternasyonal mîna tabûrên enternasyonal ên ku di şerê Îspanya yê li hemberî faşîzmê de li ser banga komûnîstan hatibûn avakirin ji bo parastina Kobanê jî bang li hemû pêşverûyên cîhanê kir. Tabûra Azadî ya Enternasyonal (IFB) cisimbûyina vê bangê ye.

Partiya me, weke me li jor jî diyar kir xwe weke Partiya Marksîst Lenînîst Komûnîst a Tirkiye û Kurdistanê rave dike. Ji bo beşê me yê Kurdistanê temsîl dike tevlêbûn û parastina Şoreşa Rojava ne piştgirî ye erkek esasî ye. Ji bo beşê partiya me ku Tirkiyeyê temsîl dike jî tevlêbûna Şoreşa Rojava di heman demê de erkek enternasyonalîst e. Li Tirkiyeyê gelek partiyên pêşverû, şoreşger û sosyalîst hene ku xwe tenê weke nûnerên kedkarên Tirkiyeyê dibînin. Ji bo ev partî tevlî parastina Şoreşa Rojava bibin û erkên xwe yên enternasyonalîst bi cih bînin jî avakirina IFB’ê xwedî girîngiyeke mezin bû.

Sedemên sereke ku di avakirina IFB’ê de partiya me çalak û bibandor bibe ev in.

7) Gelek çepgir û komûnîstên li Rojava-Xerbî ji ber hin bûyerên li Rojava rû dan miradê wan di ber wan de ma. Mînak, peymana neftê ku di navbera QSD û kompanyaya neftê ya Emerîkî Delta Crecent de hat îmzekirin bû sedema gelek tevliheviyan û gelek ji wan jî şaşwaz bûn. Hûn çawa bersiv didin van bûyeran?

Êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê bi berxwedaniyeke mezin a şoreşger re rû bi rû ma. Vê berxwedana şoreşger di nav gelên cîhanê de deng veda. Li çar aliyên cîhanê bi milyonan însan ji bo Kobanê derketin kolanan. Li gel ku koalîsyona ji dehan dewletan ve pêk dihat li ber pêşveçûyina vê rêxistinê nedikarîbû bisekiniya ev berxwedana şoreşgerên Kurd di gelên cîhanê de xwîngermî ava kir. Li çar aliyên cîhanê ji bo piştgirî ji şoreşgerên Kurd re were dayin bangawazî hatin kirin. DYA (Dewletên Yekbûyî yên Emerîka) û Koalîsyona Navnetewî mecbur ma ku bersivê bide van bangawaziyan, naxwe wê angaştên dijberiya DAIŞ’ê bi temamî ji holê rabûbana.

DYA di asteke diyar a berxwedanê de bi piştgiriya ezmanî tevlî parastinê bû. Ev ji bo her du aliyan jî peymaneke taktîkî ya leşgerî bû. Vê peymanê tu carî wesfeke siyasî negirt.  Rêveberiya Xweser a ku ji sê paran nêzî pareke Sûriyeyê kontrol dike di hevdîtinên Cenevreyê de weke aliyekî nehat pejirandin.

DYA, binxistina DAIŞ’ê li aliyekî ji bo Îranê dorpêç bike, Rûsyayê sînordar bike û Îsraîlê biparêze hebûna xwe ya li Sûriyeyê dixwaze bidomîne. Ji bo vê hêza yekane ku dikare xwe bispêre wê QSD’ê ye. Rêveberiya şoreşger a Rojava jî ji bo li hemberî gefên Tirkiye û Esad karibe şoreşê li ser lingan bisekinîne bi DYA’yê re peymaneke taktîkî ya leşgerî hewce dibine. Peymana bi kompanyaya nefte encameke vê peymana taktîkî ya mecbûrî ye, aliyekî wê yê siyasî tune ye û bandora wê ya qada aborî sînordar e.

8) Li gorî we Rêveberiya Xweser a Rojava girîngiyeke mezin dide peymanên bi hikumeta DYA’yê re?

Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û DYA’yê de ji bingeheke saxlem bêpar e ji ber ku her du alî li gorî armancên sînordar bi awayê hewcedar bihevre ne. DYA ji aliyekî pêdivî bi QSD’ê ve dibîne ji aliyekî din ve hewil dide ku êrîşên dewleta Tirk ên ji holê rakirina Rêveberiya Xweser a Rojava sînordar bike. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku Tirkiye endamekî NATO’ya di bin fermandariya DYA’yê de ye. Têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û DYA’yê de ne leşgerî-taktîkî ne, stratejik in. DYA hem dixwaze ku Rêveberiya Xweser di deste xwe de bigire û hem jî Tirkiyeyê aşt bike. Ji bo vê jî dixwaze Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo Tirkiyeyê bîne rewşeke “dikare were pejirandin”. Arasteya sereke ya DYA’yê valakirina naveroka şoreşger a Rêveberiya Xweser, qutkirina têkiliya wê ya bi gerîla re û xistina wê ya weke şêweyeke Başûr e. Ger ku Rêveberiya Xweser di van mijaran de şiyarbûna pêwîst nîşan nede wê bi tesfiyebûnê rû bi rû bimîne. Pêwîst e her tim di bîr de be ku DYA dewleteke emperyalîst e û ji bo berjewendiyên xwe yên emperyalîst wê di mijara ji çavderxistina Rêveberiya Xweser de nefikar be. Rêveberiya Xweser di vî alî de hîn xisleta xwe ya şoreşger û demokratîk winda nekiriye. Ger ku bi şêwazeke din were diyarkirin, nikare were gotin ku angajeyî emperyalîzma DYA’yê bûye. Nexwe xeteriyeke wiha her dem heye. Tiştê ku pêwîst e li hemberî vê xeteriyê were kirin xurtkirina eniya şoreşger û pêşxistina rêxistinbûna demokratîk a gel e. Komûnîstên ku li Rojava têkoşîn dikin ji aliyekî ve tevlî parastina Rojava dibin, ji aliyekî ve tevlî xebatên avakirina şoreşger dibin û ji aliyekî ve jî bi teşhîrkirina polîtîkayên emperyalîzmê li hemberî xeteriyên gengaz gel hişyar dikin.

9) Hûn difikirin ku ji ber serokatiya Joe Bîden li herêmê guhertinên girîng çêbibin?

Li DYA’yê guhertinên serokan ji bo parastina berjewendiyên emperyalist guhertineke cewherî çênake lê dibe ku di mijara bi kîjan amûrên polîtîk re wê ev berjewendî werin domandin de cûdahiyan çêbike. Tê zanîn ku ji ber têkiliyên Tirkiyeya endamê NATO’yê ye bi Rûsya re ava kiriye di navbera DYA’yê û Tirkiyeyê de nakokî hene. Rêveberiya Bîden, ji bo Tirkiyeyê ji Rûsya dûr bixe û hîn xurtir bi NATO’yê ve girêde wê Tirkiyeyê bişidîne. Dîsa jî ev ji bo berjewendiyên DYA’yê yên esasî yên li herêmê nayê wateya guhertina polîtîkayan. DYA, Tirkiyeyê weke çavdêrê xwe yê li herêmê ji nû ve û di asta nû de dixwaze bişekilîne. Bi vê re di politikaya emeryalîzma DYA’yê de ya ku em dikarin weke sînordarkirina Rûsyayê, dorpêçkirina Îranê û parastina Îsraîlê kurt bikin pêwîst e guhertineke nû neyê hêvîkirin.

Di aliye têkiliyên wê yên bi Rêveberiya Xweser a Rojava re jî pêwîst e were diyarkirin ku wê arasteya wê ya valakirina hundirê şoreşê û hewildana veguherandina wê ya mîna Başûr bidome. Cûdayî politikaya Trump a şakirina Tirkiyeyê û lihevkirina bi Tirkiyeyê re xuyaye ku wê rêveberiya Bîden di riya dêzgînkirinê re bimeşe. Siyaseta DYA’yê ya sînordarkirina Rûsyayê û dêzgînkirina Tirkiyeyê dibe ku ji Rêveberiya Xweser re ji berê hîn bêhtîr qada gerwerziyê veke. Ev qada gerwerziyê bi qasî derfetan xeteriyan jî dihewîne. Emperyalîzma DYA’yê wê di bin şemsiyeya leşgerî de ji bo ku hundirê şoreşê vala bike siyaseta xwe ya şantajê bidomîne. Pêwîst e Rêveberya Xweser zanibe ji bo şoreşê nakokiyên di navbera emperyalîstan û hêzên herêmê yên paşverû de bi kar bîne, li hemberî vê jî ne van gerwerziyan hêza gel a rêxistinkirî esas bigire û bi firehkirina qada milkiyeta civakî bingehê civakî yê şoreşê xurt bike.

10) Bi gelemperî hûn li Rojhilata Navîn şoreşê çawa dibînin? Ji Tirkiye û Kurdistanê wêde perspektifeke partiya we heye?

Rojhilata Navîn bi bendewariya emperyalîzmê, bêpariya azadiya polîtîk, pirsgirêkên neteweyî yên çareser nebûne û cudabûnên olî/rêolî di qeyraneke kûr a siyasî de ye. Di pêvajoya kûrewîbûna emperyalist de bi mêtîngeriya zêde bûye, bi leza di bêmilkbûyina burjuvaziya biçûk de, bi tevlûbana jinan a jiyana xebitînê ku zêde dibe, bi bajarbûyina mezin dibe û bi xwendekariya zêde dibe hêmanên nû li qeyranê zêde bûn. Serhildanên gelên Rojhiata Navîn nîşaneya rewşa qeyraneke şoreşger girtina van hêmanan bû. Ji ber di asta kûrewîbûna emperyalî de bingeha aborî û civakî her ku diçe hîn bêhtir dişibihe hev, raperîneke ku li Tûnisê dest pê kir di kêliyekê de li hemû Rojhilata Navîn belav bû. Vê nîşan daye ku weke şoreşa yekbûyî rûdana şoreşa Rojhilata Navîn pêkan e.

Lê belê serhildanên gel heger ji rêveberiyeke şoreşger ku armancên wê zelal in mehrûm bin dibe ku bi carekê ve pêkevin û bitefin, dibe ku bi midaxeleya emperyalîstên dijberî hev in têvekin bin badora wan an jî têkevin bin bandora rêxistinên îslamparêzên polîtîk ên weke DAIŞ û Îxwanî Mislimîn. Ji ber vê ye ku heger em ê behsa şoreşa Rojhilata Navîn bikin berî her tiştî pêwîst e rêveberiya wê ya demokratîk û şoreşger were pêkanîn. Bêguman ev pirsgirêkeke pratîk e û her partiyek şoreşger a Rojhilata Navîn li welatê xwe erkên şoreşger hilgire wê demê pêkan dibe.

Di asta kûrewîbûna emperyalî de têkoşîna li hemberî emperyalîzmê bi têkoşîna li hemberî kapîtalîzmê re bûye yek. Rizgariya Rojhilata Navîn ji emperyalîzmê bi rizgariya ji kapîtalîzmê wê pêkan bibe. Bêguman weke Rojava her welat di vê riyê de dikare gavan biavêje lê ji bo şoreş mayinde bibe hevkariya herêmî ya gelên Rojhilata Navîn pêwîst e. Ji dêvla her welat tena serê xwe hebe Federasyona Rojhilata Navîn a şoreşger û demokratîk ku sosyalîzmê hedef dike riya herî pêbawer e.

Dema pirsgirêkên netewî yên kom bûne li ber çavan werin girtin jî federasyona Rojhilata Navîn a demokratik û şoreşger riya rast e. Çareseriya pirsgirêka netewî ya Kurdan delîla vê ya herî diyar e. Yekirina welatê Kurdistanê ku hatiye çar parçe kirin bi mecbûrî hilweşandina dewletên Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê û li ser bingeha wekheviya netewan avakirina dewletên nû divê. Yekîtiya federatîf a van dewletên nû yên şoreşger û demokratîk wê xuyanga Rojhilata Navîn biguherîne. Ev jî bi serê xwe merheleyeke pir girîng a şoreşa Rojhilata Navîn pêk tîne.

Partiya me wiha difikire ku ne tenê li Rojhilta Navîn li gelek deverên cîhanê şoreşên herêmî û federasyonên herêmî ku wê bibin berhema van şoreşan dikarin werin avakirin. Weke Rojhilata Navîn şoreş û federasyonên herêmî yên Balkan, Kafkas, Emerîkaya Latîn û hwd. pêkan in. Partiya me weke federasyona Rojhilata Navîn a şoreşger û demokratik ku sosyalîzmê hedef dike tevlî bernameya xwe kiriye bi gelemperî şoreş û federasyonên herêmî di riya şoreşa cîhanê de weke pêşveçûnekê digire dest.