EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADÎYA JINÊN ELEWÎ BILIND BIKIN

Hêzên ku girêdayê rejîma HTŞê, Hukûmeta Şamê ne, li Sûrîyê jinan û zarokan direvînin, tacîz û tecawûz dikin, bi pere difiroşin zilaman, qetil dikin. Di rojên derbasbûyî da derket nûçeyan ku jin û zarokên hatine revandin wek koleyan di bazaran da hatine firotin. Em wek JKŞê komkujî û êrîşên cinsî yên li dijî gel û jinên Elewî dibînin. ji ber ku em nikarin pêşîya van bigrin em xemgînîya xwe dîyar dikin, êşa wan par vedikin.

Di roja 8ê Adarê ya Jinên Kedkar ên Cîhanê da, li gund û bajarên Sûrîyê yên wek Hama, Hûmûs, Latkîye, Tartus, bi hezaran Elewî komkujî jîyan kirin. Hêzên Rêjîma HTŞê tevî komên çete yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Elewî û jinên Elewî komkujî û pirkirina cinsî pêk anîn.

Em HTŞ ya ku hêza desthilatdar a hikûmeta Şamê ye, ji çeteyên El Nûsra û DAIŞê baş nas dikin. Yên ku li Şengalê li dijî gelê Êzidî komkujî pêk anîn û jin û zarok li bazarên koleyan û li ser malperên înternetê bi pereyan firotin jî ew bûn.

Yên ku êrîşî gundên Sûryanî û Aşûrîyan ên li Rojava kirin û gel dîl girtin jî ew bûn. Hinek ji wan li mûqabilê fîdye-pere vegerandin ba malbatên wan. Tecawiz li hinekan kir, îşkence kir û qetil kir. Hinek ji wan bi pereyan firot. HTŞ ya faşîst, zilamperest ya îslama sîyasî niha wek hikûmeta Şamê, karê xwe yê qirêj yê ji duh ve  maye didomîne. Bi tiştên ku li gel û jinên Elewî dike, dixwaze gelên ji netewe, bawerî û hemû cinsên bindest ên Sûrîyeyê bitirsîne. Armanc afirandina tirs û teslîmîyetê ye. Destûra bingehîn a serdest a mêr û faşîst a ku wan amade kir, veşarteka wî ya qanûnî ye.

Rejîma HTŞê di 27ê Mijdara 2024an da ji Idlibê dest pê kir û ber bi Şamê ve bi pêş ve çû. Hikûmeta fermî ku piştî hilweşandina rejîma Baasê hat avakirin û Serokomarê wi Colanî, li gorî berjewendîyên burjuvazîyê sîyasetê dikin. Rejîma HTŞê bi komkujîya Elewîyan û şîdeta li ser jinan hewldanên xwe yên xurtkirina hêza xwe nîşan dide.  Rejîma HTŞê bi pratîka xwe gelek caran nîşan daye ku dijminatîya netew û bawerîyên bindest, jinan û LGBTÎ+yan dike. Rejîma HTŞê ku bi dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Netewî ya Sûrîyê(ANS) ra tevdigere, bêdeng ma û piştgirî da êrîşên dagirkerîyê yên li ser Til Rifat, Şehba, Mimbiç û Tişrînê. Gef xwar ku wê êrîşî bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bike. Hewl da ku li dijî Rêveberîya Xweser di nav gelê Ereb ên Misilman da provokasyon û serhildanan rêxistin bike. Ji bo parastina destkeftîyên şoreşa xwe ya Rojava û avakirina Sûrîyeke demokratîk divê li dijî rejîma faşîst têkoşînê bi rêxistin bikin û geş bikin.

HTŞ, ANS û çeteyên artêşa Tirk li tevahîya Sûrîyeyê desthilatdarîya zilam, zext û tundîyê temsîl dikin. Berovajîyê vê jî sîstema rêveberîya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û şoreşa jinê ya Rojava, azadîya jinê, mafê axaftin, çalakî û rêxistinbûnê temsîl dike.

Çeteyên dijmirovî yên ku jinan weke xirad difiroşin û bedena wan dagir dikin, divê bên dîtin û cezakirin. Werin em têkoşîna edaletê mezin bikin. Werin em ji bo rizgarkirina jinên Elewî yên ku niha tên girtin, tên firotin di bin zext û zordarîyê da di zindanan da ne, ji bo dawî li vê wehşetê bê, dest bi çalakîyan bikin. Jin xwedî wê hêzê ne ku dawî li van sîyasetên faşîst û dijminê jinan bînin. Me jinan, li erdnîgarîya şoreşa jinê ya Rojava, li nîvê Sûrîyeyê, DAIŞ bi şer têk bir. Em ê pergala nû ya çeteyên zilamperest ya îslama sîyasî û faşîst jî ji holê rakin. Em ê Sûrîyeyeke demokratîk û azadîxwaz a jinê ava bikin. Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin. Jinên Elewî ne bi tenê ne!

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)