Komunîstên Rojavayî ji bo 110emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan 24ê Nîsanê daxuyaniyek dan û kesên hatin qetilkirin bi bîr anîn. Komunîstan piştgirîya xwe bi gelê Elewî yên ku li herêma beravê de di bin gefa qirkirinê de ne, anîn ziman. Komunîstên Rojavayî ku xwestin kujerên qirkirinê bên darizandin, bang li hemû gelan kirin ku ji bo yekîtiya azad, wekhev û dildar bi hev re têbikoşin.
Em bi têkoşîna yekbûyî ya gelan ferseta qirker hilweşînin
Dîroka 24ê Nîsana 1915an; Di dîroka gelên me yên Rojhilata Navîn da weke rojeke raş tê bibîranîn. Di vê serdemê da Împaratorîya Osmanî di Şerê Yekem ê Emperyalîst da têk çû û tevgera neteweperest, Cemîyeta Îttîhad û Terakkî, hewla qirkirina gelê me yê Ermenî da. Dirûşma îroyîn ya mêtingehkaran “Yek ziman, yek al, yek netew” bi hedefgirtin û qirkirina bi sed hezaran Ermenî hat afirandin.
24ê Nîsana 1915an di dîroka mirovahîyê da yek ji sûcên herî mezin dest pê kir. Mal û milkên Ermenî, Sûryanî, Asûrî û Keldanîyan hatin desteserkirin. Serokên wan hatin darvekirin. Bi sed hezaran mirov neçar man koçberbin, hem extîyar û hem jî zarok li ser rêyên çolter hatin qetilkirin. Cenazeyên wan avêtin kêleka rê. Tecawiz li jinan kirin. Di rêya koçberîyê û êrîşên qirkirinê yên ku heta sala 1917an berdewam kirin da zêdetirî 1 mîlyon mirov hatin qetilkirin.
Sîyaseta Îttîhat û Terakkî ya koçberkirin û qirkirinê her tim ji alîyê dewleta Tirk ve dihat înkarkirin. Zîhnîyeta faşîst a mêtingehkar her tim gefan li gel û bawerîyên bindest dixwe. Bi dehan komkujî pêk anî. Sîyasetên qirkirin, înkar û îmhayê bûye kevneşopîyeke dewleta Tirk. Îro jî ji alîyê serekê faşîst Tayyîp Erdoxan ve li dijî gelê me yê Kurd ev sîyaset tê meşandin.
Li Sûrîyeyê di 27ê Mijdarê da serdemeke nû dest pê kir, rajîma Esad hilweşîya. Çeteya Cîhadîst a Îslamî ya sîyasî HTŞ anîn Şamê û kirin desthilatdar. Çalakîya yekemîn a desthilata El-Colanî ew bû ku li dijî gelê me yê Elewî yê li herêma peravê bi taybet li Lazqîye û Tertûsê dijîn, êrîşeke qirkirinê pêk anî. Wêneyên mîna êşên ku gelê me yê Ermenî 110 sal berê dîtîye derketin holê. Di serdegirtinên li ser gundên Elewîyan da înfazên komî hatin kirin. Ev êrîşa nemerdane ya ku rûmeta mirovahîyê binpê kir, bi rojan berdewam kir. Bi hezaran Elewî hatin înfazkirin. Cenazeyên wan hatin şewitandin û avêtin gorên komî. Derket holê ku jinên ku hatin ravandin û tecawizkirin li bazaran hatin firotin.
Berpirsîyarê sereke yê vê êrîşa qirkirinê çeteya HTŞê ya bi pêşengîya El Colanî ye. Yê ku cesaretê dide wan dewleta Tirk a mêtingehkar û qirker e. Hêzên emperyalîst ên ku bêdeng dimînin û li van êrîşan temaşe dikin hevkar in. Gelê me wê rojekê hesabê ji kesên ku ev êrîşên hovane pêk anîne û yên çavên xwe jê ra girtine bipirse.
Di 110. salvegera qirkirinê da em kesên hatin qetilkirin bi bîr tînin û êşa gelê Ermenî parve dikin. Em banga têkoşîneke yekgirtî li dijî dewletên mêtingehkar ên qirker dikin. Heger li hemberî qirkirinê rû bi rû bûyîn çênebe û hesab ji wan nêyê pirsîn, mîna êrîşên berê li ser Êzidîyan û îro jî li ser gelê me yê Elewî tên kirin û yên nû jî wê bên kirin. Qirkirin sûcê mirovahîyê ye. Û divê berpirsîyar bên cezakirin.
Divê gelên bindest û civakên bawerî-olî bên cem hev. Ji bo pêşî li komkujîyeke din bê girtin, divê yekîtîya gelan a wekhev, azad û dildar bê avakirin. Jîyaneke mirovahî bi pergaleke ku gelê me tê da xwedî mafên wekhev be, pêkan e. Rêveberîya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê û peymana me ya civakî ji bo avakirina Sûrîyeke demokratîk mînak in. Bi têkoşîna yekbûyî ya gelan bidestxistina azadîya neteweyî, çînî û zayendî pêkan e.
Werin em ji bo bi êşa qirkirinê ya ku dîrokê şahidî kirîye ra rû bi rû bibin û hesab ji berpirsyarên qirkirinê bipirsin, mil bi mil têkoşîn bikin.
Bimre dagirkeîr, qirker û mêtingehkar
Bijî wekhevîya gelan
Bijî şoreşa me ya Rojava
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)


