Bijî 1ê Gulanê, bijî yekîtîya karkeran

Di her peyva ku em balê dikişînin ser têgihiştina xwe ya îro û erkên xwe yên sîyasî divê em ji şerên cîhanê yên emperyalîst 1emîn û 2emîn dest pê bikin. Ji ber ku hemû dane nîşan didin ku em li ber şerekî nû yê cîhanê ne.

Çi qewimî?

Şerê parvekirina emperyalîst a 1emîn, cîhan li ser hîmê zorê xistibû nav “pergalekê”. Lê statukoya emperyalîst wisa hîn zêdetir ne dikarî berdewam bike. “Şerê Cîhanê yê Duyemîn dema ku xwedî xisletê şerê emperyalîst yê dabeşkirina giştî ya li ser bingeha cîhana kapîtalîst bû, ji bo Yekîtîya Sovyetê xwedî xisleta şerê parastina welatê sosyalîst a ji bo Yekîtîya Sovyetê û şerê têkbirina faşîzmê ji bo gelên cîhanê girtibû ser xwe. Di rastîyê da, ev cewhera dualî ya şer, piştî şer wê xwe di ragihandina du pêkhateyên dijber ên navneteweyî yên sîyasî-leşkerî yên wek NATO û  Pakta Varşova da xwe  bida xuya kirin.  (kovara Teorîya Marksîst)

Ji salên 1950î ve hevsengîyek di navbera herêmên hegemonya yên Pakta Varşovayê û NATOyê da pêk hat. Lê belê, berbi salên 90an ve, bi hilweşîna Sovyeta revîzyonîst ra, hevsengîya aborî, leşkerî û sîyasî ya cîhanê guherî. Rûsya bi bandora xwe ya herêmî, hêza leşkerî, çavkanîyên dewlemend ên binê erdê, nifûs û kapasîteya hilberînê ve bû yek ji dewletên pêşeng ên emperyalîst ên cîhanê. Di salên 2000an da, hilberîna plankirî ya li Chinaînê bi hêza xwe ya kar a erzan û hêza nifûsê ra bû balek din a emperyalîst a ku bi lez mezin dibû. Qezenc, îstîsmar, hegemonya zagonên bingehîn ên kapîtalîzmê ne. Ji ber vê yekê di bin kapîtalîzmê da hemû hevsengî nisbî û demkî ne. Hemû tifaq li ser esasê berjewendîyên emperyalîst in.

Û îro di şert û mercên qeyrana hebûnî ya kapîtalîzmê da pêşbazî û nakokîya emperyalîstan her ku çû tûjtir bû. Qanûnên burjuva yên ku di dema hevsengîyê da têkilîyên hevdu birêkûpêk dikir, bi rastî ji holê rabû. “Serdema kî bi hêz be ew”, têkilîyên hêza gerdûnî ya bi şêwaza mafyayê dest pê kir ku serdest bibin. Trump dikare bi rehetî mijara dagirkirina Kanada û Gronlandê bîne rojevê û gefê li Yekîtîya Ewropa ya ku bi salan e bi taybetî di NATOyê da hevalbendîyek stratejîk ava kirîye bike.

Trump niha, mîna ku ew ne yên ku şer anîne ser Ukraynayê û mîna ku ne ew in yên ku piştgirî didin hukûmeta Zelensky, tinazên xwe li Ukraynayê dike. Naha dibêje “hûn bi xwe li xwe miqate bin û em ê mîneralên we yên hêja ji we bistînin!”. Ukrayna û Zelensky, mînak in ku dawîya tîpîk ên ku bi werîsê emperyalîstan dadikevin binê bîrê çawa dibe.

Şerê Rûsya û Ûkraynayê bi rastî şerê Rûsya û NATOyê bû. Dê Rûsya westîyaba û Çîn jî dê bihatiba dorpêçkirin. Yek ji armancên wê jî lawazkirina hevpeymanîya Rûsya-Îran-Sûrîyê li ser Sûrîyê li Rojhilata Navîn û çêkirina şert û mercên guncaw ji bo operasyoneke nû li dijî Îranê bû.

Bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), emperyalîstên rojava û hevkarên wan ên ereb, , ku bi hemû hêza xwe li hemberî berxwedana Filistînê li kêleka Îsraîlê bûn û her cure piştgirî dan, li dijî navendên berxwedanê yên li dijî DYE yên li Rojhilata Navîn ên ku bi emperyalîzma rojava ra ne yek bûn, êrîşeke yekgirtî pêk anîn. Hizbullah qels kirin. Hamas paşve xistin. Esad hilweşandin.

Dixwazin bi paqijkirina Filistînê ji dîrokê, dawî li doza Filistînê bînin. Xwestina Xezzeyê bibe gundê betlaneyê ne xeyalek e, ji alîyê bîrdozî, sîyasî û exlaqî ve li civakekê heqareteke mezin e. Ev bêrûmetîya ku mirov pê li cenazeyan bike û bireqise ye. Pergala nû ya cîhanê ya emperyalîstan, pûçbûyîna exlaqî û wijdanî wisa ferz dike û dixwaze meşrû bike.

Esad hilweşandin. Li şûna wê, wan HTŞ li Şamê bi cih kirin. Başe lê ma HTŞ ji BAASê demokratîktir e? Bi rastî rejîma BAAS ji ber ku antîdemokratîk bû hat tasfîyekirin? Her kes dizane, ne DYE, ne Îsraîl, Tirkîye, Erebîstana Siûdî û ne jî dewletên din ên emperyalîst û paşverû yên herêmê xwedî rojeveke wek demokrasîyê ne. Îşkenceyên li girtîgeha Sednayê bi rojan bû rojev. Werin, tiştê ku HTŞ duh kir duh bû, werin em wisa bikin ku em bawer dikin ku îro tişt hatine guhertin.

Başe lê, li ser êrîşên qirkirin, komkujî, destavêtin, tacîz û revandina Elewîyan yên li Laziqîye, Hama û Humsê çi bê gotin? Ma ev karê komeke çeteyên ji HTŞê serbixwe ne? Ma qey ew ê kê bixapînin? Me ev yek li Efrîn, Şengal û Reqayê dît û jîyankir. DAIŞ jî HTŞ jî, ji heman qumaşê hatine çêkirin.

Tevî xislet û dosyeya sûcên HTŞê jî, Şam radestî wan hat kirin. Çima HTŞ li hemberî Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ku hêza herî demokratîk û rêxistinbûyî ya herêmê ye, hate tercîhkirin? Eşkere ye ku ji bo emperyalîstan mesele tu carî nebûye mafên mirovan, mafên netewî, demokrasî û azadî. Yekane dirûşma wan stratejî û sîyaseta berjewendîyên emperyalîst e.

Helbet şoreşger û komunîst ji nakokîyên di navbera emperyalîstan da ji bo gel sûd werdigirin. Di vê xalê da xala sereke ya cudahîya welatparêzên sosyalîst ew e ku di hemû polîtîkayên îttîfaqê da ji bo berjewendîyên karker û kedkaran cih bigirin.  Li vir prensîb derdikevin holê. Her têkilîyeke bê prensîb  oportunîzmê û lîberalîzmê dihewîne. Û xeter e. Welatparêzên Sosyalîst heta dawî şoreşa Rojava ya dij-mêtingehkar diparêzin, lê di heman demê da ji xwe ra jî weke erka xwe dadinin ku vê şoreşê ber bi sosyalîzmê ve bibin. Ji ber ku di şert û mercên şoreşa demokratîk da nîrê mêtingehkar hat şikandin. Û ev gav, serkeftinek pir mezin e. Lê nakokîya ked-sermaye û nakokîya zayendî ji holê ranebûye. Çareserîya vê nakokîyê ev e; Li şûna milkîyeta taybet milkîyeta (xwedîtîya) kolektîf, û cihê hilberîna kapîtalîst a reqabeta azad jî aborîya civakî, plansazkirî ya di serdestîya meclîsên karkeran û komunan da tê guhertin. Pêwîste bi karker û kedkarên herêmê û cîhanê ra têkilîyên navneteweyî bên danîn. Welatparêzên sosyalîst tifaq, muzakere û têkilîyên li ser van esasan rewa dibînin.

Amadekarîyên emperyalîst û dewletên mêtingehkar û dagirker ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn berdewam dikin. Her kes li gorî vê rewşa nû helwestekê digre. Xuya ye ku yek ji stûnên sereke yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî Rojhilata Navîn e. Rola jeopolîtîk û jeostratejîk a Kurdistanê ku bûye çar parçe, gelekî grîng e. Şer di heman demê da serdemên ku çîna burjuvazîya  serdest û dewletên wan diwestîne ye. Ev ji bo bindestan derfetên şoreşgerî çêdike. Armanca welatparêzên Sosyalîst ew e ku karker, kedkar û gelên bindest ên ji hemû netewe û bawerîyan li ser bingeheke antî-kapîtalîst, antî-emperyalîst, antî-mêtingehkar û wekhevîya zayendî, enîya xwe ava bikin.

Her ku em ber bi 1ê Gulanê roja yekîtî û tekoşîna karker û kedkaran ve diçin, di çarçoveya vê armanca stratejîk da divê em li Rojava û hemû bajarên Sûrîyeyê yekitîya karker û kedkaran bê ferqa bawerî û netewî, ava bikin. Di vê pêvajoyê da divê em li ser rol, wate û hişmendîya çîna karkeran di civînên karkeran û civînên yek bi yek da li her derê perwerde bi rêxistin bikin û hişmendîya çînê bilind bikin. Divê armanca me avakirina meclîsên karkeran be.