Zimanê me jîyana me ye, nasnameya me ye, hebûna me ye

Komunîstên Rojavayî bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarên Kobanê, Hesekê û Qamişlo daxuyaniyên dan.

Zimanê me jîyana me ye, nasnameya me ye, hebûna me ye

Cejna me ya zimanê Kurdî, ji gelê me yê her çar parçê Kurdistanê ra pîroz be.

15ê Gulanê; Salvegera derketina kovara Hawarê ya yekem e ku di sala 1932an da li Şamê di bin serokatîya Celadet Alî Bedirxan da hatibû çapkirin.

Kovara Hawarê wek rojnameya Kurdî Rîya Teze ku li xaka Yekîtîya Sovyetê derdiket, di hebûna dîrokî ya zimanê kurdî da,di pêşketina ziman û edebîyata kurdî da roleke girîng lîstin. 

Zimanê me Kurdî bi salan ji alîyê mêtingehkaran ve hat tune hesibandin û qedexe kirin. Bi polîtîkayên asîmîlasyonê hewl dan bi gelê me bidin ji bîr kirin. Hêzên ku axa me dagir kirin, yên ku hebûna me ya netewî înkar kirin, berî her tiştî zimanê me tune hesibandin. Yên ku bi kurdî dipeyivîn, hatin girtin û zulm dîtin.

Parastina zimanê dayikê ji bo gelen bindest û mêtingehkirî yek ji erkên herî mezin ên netewî ye. Ger zimanê Kurdî azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe. Têkoşîna me ya ji bo Kurdistaneke Yekgirtî ya Azad a Sosyalîst di heman demê da têkoşîna azadîya zimanê dayikê ye.

Azadîya zimanê me Kurdî di dîroka berxwedana gelê me da her tim bûye têkoşîneke girîng. Bi gotina “Zimanê me rûmeta me ye” ji bo axaftin û nivîsandina Kurdî gav hat avêtin.

Zimanê me sembola azadîya gelê me ye. Gelê me ji bo parastina zimanê xwe li dijî qedexeyên mêtingehkarîyê helwesteke tund nîşan da. Rojname, radyo û televîzyonên Kurdî hatin avakirin û pirtûk hatin weşandin. Gelê me dest bi hînbûna nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe kir.

Çawa ku rejîma Baas a mêtingehkar ku hebûna me ya netewî û zimanê me înkar dikir hilweşîya, dewleta Tirk a faşîst a mêtingehkar ku mafên me yên kolektîf ên netewî tune dihesibîne jî wê hilweşe.

Şoreşa me ya gelparêz, demokratîk û azadîya jinê ya li Rojava hate avakirin, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî derfetên girîng afirand. Li dibistanên me derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê hatin dayîn. Nifşên nû, pêşeroja gelê me, wê karibin lêkolînên zanistî bikin û bi zimanên xwe berhemên edebî derxin.

Şoreşa me ya Rojava ji bo azadî û pêşketina zimanê me destkeftîyek pir girîng e. Heta dawîyê parastina vê destkeftîyê mijara têkoşîna herî bingehîn a gelê me ye. Piştî rejima BAAS, di destûra nû ya Sûrî da cihgirtina zimanê kurdî weke zimanê fermî pir giring e. Divê kurdî wek zimanê perwerdehîyê bê qebûlkirin.

Em Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dijîn pîroz dikin.

Ji bo azadîya zimanê xwe em bi Kurdî biaxivin, Kurdî bixwînin, Kurdî binivîsin, Kurdî bijîn.

Zimanê me rûmeta me ye.

Bê ziman jîyan nabe.

Zimanê me jîyana me ye, nasnameya me ye, hebûna me ye.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)