Komunîstên Rojavayî li sazîyên me ya Kobanê, Qamişlo û Hesekê, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû ku axên Rojhilata Navîn dîsa anîne ber şerekî mezin, ji şer, dagirkerî, xizanî û birçîbûnê pêve tu paşerojê ji bo gelê me rewa nabînin.
Dewleta Tirk a faşîst ku li ser gelê Kurd sîyaseta îmha û qirkirinê dimeşîne, qada ku li Kurdistanê dagir kirîye berfireh dike. Şer û pevçûnên li herêmên Zap û Metîna yên Basûrê Kurdistanê didomin, bi sedan gundên herêmê bi zorê hatin valakirin. Hêzên gerîla helwesteke dîrokî digrin û bersivê bi berxwedana ku heq dikin didin dagirkeran. PDK-Malbata Barzanî hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker ra kûrtir kir. Niha jî hevparê êrîşên bi armanca tinekirina hêzên azadîyê ye.
Di dema ku derbasbûna di navbera Rojava û Basûre Kurdistanê da dijwar dibe, dihê xwestin ku girêdana çîyayên Kurdistanê û Şengal, Mexmûr û Silêmanî qut bibe. Dewleta Tirk, gelê Kurd li ser xaka xwe tecrîd dike.
Dewleta Tirk bi piştgirîya îstixbarata PDKê gelek caran li Şengal, Duhok û Silêmanî êrîşên hewayî pêk tîne. Herî dawî li navçeya Seyîdsadiq a Silêmanîyê xebatkarên çapemenîya azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Em van êrîşên dewleta Tirk ku sûcê mirovahîyêne, şermezar dikin. Em bang li gelê Basûrê Kurdistanê dikin ku li dijî hevkarîya sûcê ya PDK û dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê û bêjin raweste. Hemû cîhan bi bêdengî li tiştên ku diqewimin temaşe dike. Tenê berxwedana gelê me yê Başûrê Kurdistanê dikare vê îxaneta qirêj rawestîne.
Dewleta Tirk, wek dewleta Îsraîl a sîyonîst a ku axên Filistînê veguherand gola xwînê hêzê ji hêzên emperyalîst digire. Bêdengîya li pêşberî êrîşên ku Xazze wêran kirin, weke firsendekê dibîne.
Êrîşên xwe yên bi balafirên bêmirov û topan ên li dijî bajarên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û her wiha Basûrê Kurdistanê didomînin. Di hefteya dawî da li bajarên Dêrik, Qamişlo, Eyn Îsa û Minbicê gelek caran êrîş pêk hatin. Hikûmeta Şam-Esed ku bi salan li ser axa Rojava mêtinger e, bi dewleta Tirk ra hemwext li herêma Dêra Zorê dest bi êrîşan kir. Em ê li dijî êrîşên dagirkerîyê yên hêzên mêtinger heta dawîyê axa şoreşê biparêzin. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadîya xaka xwe ya dagirkirî bernedin.
Em daxwaza azadîya Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Muradî dikin ku ji ber tevlîbûna serhildana “Jin Jîyan Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin. Em bang dikin ku ji bo azadîya wan têkoşînê berfireh bikin. Em serhildana jinan a ku piştî tecawiz û qetilkirina doktora jin a li Hîndîstanê bi dirûşma “Jin, jîyan, azadî” dest pê kir, silav dikin.
Gelên bindest ên cîhanê û jin li kû dibin bila bibin hêza xwe ji berxwedana hev digirin. Li dijî pergala kapîtalîst a serdest a mêr têkoşîna xwe berfireh dikin. Serhildan ji çîyayên Kurdistanê heta Filistînê, ji Hindistanê heta hemû qadên cîhanê mezin dibe. Werin em enîya têkoşînê ya gelên bindest li dijî dewletên emperyalîst, sîyonîst û mêtinger ên ku Rojhilata Navîn anîne ber sînorê şerê herêmî ava bikin û berxwedana rûmet û azadîyê berfireh bikin.
Di van rojên ku em nêzî 30emîn salvegera pêşenga komunîst a karker û bindestan, jin û ciwanan dibin, em banga mezinkirina berxwedanê dikin û ji bo jîyanek wekhev û azad ala sor a şoreşê li ba dikin.
Bimre mêtingerî
Bijî şoreş
Bijî sosyalîzm
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)