serkeftin-20İndir
Read More »Tag Archives: rojava
Ji Bo Yekîtîya Karker û Bindestan; BIJÎ 1Ê GULANÊ
Ji bo Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn; li dijî dagirkerîya emperyalistan, mêtingehkarîyê û zihnîyeta çeteyên selefî yên cîhadîst; karker, kedkar, jin û gelên bindest ên Kurd, Ereb, Durzî, Elewî, Suryan, Keldanî, Aşûrî, Ermen û Turkmen, hemû bibin yek. Em Kurdistaneke azad dixwazin ku tu dagirker êrîşî axa me nekin, jin mehkûmî jîyana bi zihnîyeta DAÎŞ’ê neyên hiştin û azad bin. Em Kurdistaneke azad û sosyalist dixwazin ku karker, kedkar, jin …
Read More »Keda me Hêza me ye, Em ê Biparêzin
1ê Gulanê, roja yekîtî, têkoşîn û piştgirîya çîna karker a sala 2026an ji jinên karker û kedkar ra pîroz be!Îsal jî li çar aliyê cîhanê karker û bindest wê qadan tijî bikin. 1’ê Gulanê ne tenê rojeke salnameyê ye yan jî “cejna kedê” ya sembolîk e. Kesên ku wisa lê binerin, rastiya civakî ya îro fêm nakin. 1’ê Gulanê ne bîranînek sade ye; rojeke siyasî ye ku hemû xerabîya pergala …
Read More »KEDA ME HÊZA ME YE EM Ê BIPARÊZIN
Şoreşa Rojava di demên xwe yên herî krîtîk re derbas dibe. Pêvajoya ku di 6’ê Çile de dest pê kir, bi êrîşên hovane yên li ser jinan dewam kir. Çeteyên HTŞ û hucreyên DAIŞ’ê yên razayî li dijî şoreşê bûn yek. Şervanên jin porê wan birîn, guhên wan jêkirin û laşê wan teşhir kirin. Çeteyan destavêtin, tacîz, revandin, koçberiya bi darê zorê û îşkence birin cihên ku girtin. Em weke …
Read More »Xaka Rojava mala me ye, em ê bi hemû hêza xwe biparêzin
Çavên hemû cîhanê li ser Rojhilata Navîn in. Hêzên emperyalîst û dewletên herêmî yên mêtingehkar stratejiyeke şer dimeşînin ku sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve biguhere û hêzên berxweder a çekdarî yên ku ax û gelên xwe li Rojhilata Navîn diparêzin, bitepisînin û ji holê rakin. Planên şer ên bi şîddeta cûda cûda li Kurdistan û Filistînê, her wiha li Sûriye, Lubnan, Iraq û Îranê têne bicîhanîn. Xaka Sûriyeyê careke …
Read More »Alaya Sor a Rojava
Tevgera Komûnîst a Şoreşger dema ku xebatên xwe ji bo paşeroj û parastina şoreşê dimeşîne, gavekî dîrokî avêt. Bi Konferansa xwe ya 1emîn li Salona Dîcleyê ya li Hesekê, hem wesfê rêxistinbûna xwe bilind kir hem jî helwestek li ser şoreşa Rojava û paşeroja Sûrîyê derxist holê. Tevgera Komûnîst a Şoreşger berîya çend mehan bi şîyara ‘Xwe rêxistin bike, xwe biparêze’ dest bi hemleya rêxistinkirinê kiribû. Sloganê sereke yê konferansê …
Read More »JKŞ Konferansa Xwe Ya Yekemin Pêk Anî
HESEKÊ Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), ku li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin dikin, bi dirûşma “Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê em rêxistinbûna xwe mezin dikin” yekemîn konferansa xwe li Hesekê li dar xist. Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka JKŞê Fadya Sîdo ve hate kirin. Sîdo di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên şoreşa jinê û …
Read More »Ji Bo Kurdîstana Azad Ala Şoreşê Bilind Bike. Xwe birêxistin bike, xwe biparêze
Partîya Komûnîst a Marksîst Lenînîst (MLKP), ku pêşengê têkoşîna şoreş û sosyalîzmê ya çîna karker û bindestan e, 31 salî ye. Partîya me di 10ê Îlona 1994an da hate damezrandin û weke rêgeha têkoşînê Marksîzm-Lenînîzmê wek rêber hilbijart. Jı bo azadîya çîna karker û bindestan rastîyeka partîya têkoşer û berxwedêr afirand. Rêwîtîya me ya 31 salan di bin agir da, bi qehremanîya şehîdên me ra bû dîrokek berxwedanê. Hêzên partîya …
Read More »Ji bo Parastina Şoreşa Rojava Rêxistin Bibin û Xweparastinê Bihêz Bikin
Emperyalîstên rojavayî yên bi serkêşîya DYE, piştî hilweşîna rejîma BAASê, dixwazin Sûrîyeyeka nû ya ku bi wan ra hevkarîyê bike ava bikin. Hêzên emperyalîst ên ku Rojhilata Navîn ji nû veji parvekirinê ra vekirin, bi alîkarîya sermayeya Ereb û dewleta Tirk, HTŞ anîne Şamê û kirine desthilatdar. Çeteyên îslama sîyasî û cîhadîst ên HTŞê, bi dewleta mêtingehkar a Tirk a ku bi salên dirêj e êrîşên dagirkerîyê li ser axên …
Read More »Em ji bo ku şoreşa xwe ya 19ê Tîrmehê li hemû Sûrîyeyê belav bikin têkoşînê mezin bikin
Komunîstên Rojavayî, berîya salvegera 13emîn a Şoreşa Rojava li Qada Şehîdan a Qamişlo daxuyanî dan. Ronî Qamîşlo li ser navê TKŞ’ê daxuyaniyek da û wilo got: Em ji bo ku şoreşa xwe ya 19ê Tîrmehê li hemû Sûrîyeyê belav bikin têkoşînê mezin bikin Şoreşa me ya Rojava ku di 19ê Tîrmeha 2012an da dest pê kir, 13 salên tijî fedakarî û qehremanî li dû xwe hişt. Em wekî komunîstên Rojava/Bakur û …
Read More »
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e