Tabûrên gel ji bo parastina axa şoreşê

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe mezin dikin. Komunîstên Rojavayî bi avakirina tabûrên gel parastina xwe ya şoreşa Rojava berfireh dikin.

HESEKÊ

Em wekî Tabûra Şehîd Metîn Dîcle, em îro sekna xwe diyar dikin. Em piştê hêzên xwe yên QSD, YPG û YPJ ne. Em êrîşa dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Bila dewleta Tirk baş zanî be, hêza me ti cari nayê şikenandin. Ji bo parastinê xwe em her tim hazir in. Em ê li ber xwe bidin heta noqtaye xwîna me dawî yê.

Bijî Şoreşa Rojava

Bijî QSD, YPG û YPJ

HESEKÊ

Em Wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger, Em weke Tabûra Şehîd Avaşîn Têkoşîn em sekna xwe diyar dikin. Heza me YPJ û QSD ne. Em piştgirîya hêzên xwe ya eskerî QSD, YPG û YPJ dikin.
Ji erîşên dewleta tirk a dagirker em tu cari natirsîne û îradeya me naye şikenandin, hêza me xurte u rêxistina me xurte.
Em hazirin. li dijî çi êrîşên ku li ser bajarên me were kirin de, em amade ne. Em ê axa xwe, hêza xwe biparêzin. Em alîkarî didin ku em di ruyê her êrîşek de li ser herêmên me bisekinin. Emê axa xwe u hêzên xwe biparêzin, çi were xwestin jî.
Bijî Şoreşa Rojava
Bijî berxwedana Bendava Tişrînê
Bijî Yekîniyên Gel
Bijî QSD

KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava Bakur û Rojhilata Surîyê êrîş dike. Şervanên QSD û YPJ jî Qareqozax heta Halebê berxwedaniya mezin dike. Şervanên me di her cephe da bi qahramanî şer dikin. Em jî gelên Kobanê weke welatparezê sosyalîstên jî bo parastina welata xwe amade ne.

Em bi navê şehîdên xwe tabura xwe avadikin. Em jî weke tabura Şehîd Yilmaz Behrareş tevlî seferberî bibin. Ciwanên me jinên me werin di nav tabura Şehîd Yılmaz Behrareş da cih bigrin.

Werin em bi hev ra welata xwe biparezin. Em welatparezên sosyalîstên li her cephe da, di her bajaran da li cem QSD ne.

Bijî berxwedana QSD

Bijî berxwedana YPJ

QAMİŞLO

Komunîstên Rojavayî ji bo parastina axa Şoreşa Rojava li bajarê Qamişlo, avakirina Tabûra Şehîd Zîlan îlan kir.

Piştî ruxandina rejîma diktator ya Beşar Esad li Sûriyê gişti alozi her ku diçin zedetir dibin. Devleta tirk a dagirker ew tevlihevîya di Sûri de qawimi ji erîşen xwe yî dagirkerîye hin firehtir bike wekî derfetekî diroki nez bû.
Li ser we esasê erişên xwe li ser herema, şoreşa me hin zedetir û berfirehtir kir. Din bin nave em sinoren xwe ji terore paqij dikin dest bi erişen xwe yi dagirkeriye kir.
Gelen me ye bi salana di bin sivana Reverberiya Xweser û din bin ewlehiya QSD jiyan dikin ketin rewşekî pir giran Şehba, Til Rifat, Minbic hat dagirkirin. Devleta Tirk a faşist erişen xwe yî dagirkeriye her ku diçe dixwaze berfirehtir bike. Hedefa wî bi gişti Şoreşa Bakur û Rojhilate Surî û Rojava ye. Em baş nasdikin ji bo Kurda, gelen bindest û destkeftiyen şoreşe tune bikin hemû hezen paşverû dest didin hev. İttifaka di navbera HTŞ û ÖSO dimeşe li ser we esasiye.
Hêzên me yên leşkerî yên serbixwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel weke parêzvanên me ne.
Ew hezen me ji bo xak û rûmeta me bê sekinandin şer dikin. Bi rewşa seferberiyê ra û rewşa şerê hebûn û tinebûn ê em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, Tabura Şehîd Zîlan didin avakirin, îro helwesta xwe diyar dikin û piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî. Em her kes QSD e ne, YPJ û YPG e ne. Em hazirin ji bo şer û parestina axa xwe le hemberî dagirkeriyê ra.
Her wiha em êrîşên dewleta Tirk a faşist û çeteyên wan yên li ser herêmên me şermezar dikin. Bila dewleta faşist a Tirk baş bizane ku hêzên me tu carî naşikê û li bin nakeve ji ber ku em xwedî mafin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û herêmên xwe biparêzin, em gelên xwedî vîneke mezinin, em aşiqên azadiyêne.
Bijî şoreşa Rojava
Bijî Şoreşa me ya Jin
‏Bijî QSD
Bijî YPJ