Mertalên zindî yên li Tişrînê wiha vegotin: “Ger şoreş bedel dixwaze, em amade ne, gelê me bi QSDê ra ye”

Hûn beşdarî çalakîya mertalên zindî ya li bendava Tişrînê bûn. Hûn dikarin ji me ra behsa beşdarbûna xwe ya çalakîyê bikin?

Berwedan: Bi şev hate ragihandin ku ji bo piştgirîya şervanên QSDê wê çalakîya mertalên zindî bê lidarxistin. Ji ber vê yekê me yekser bangewazî kir. Em di saetek an du saetan da ji bo çalakîyê amade bûn. Em serê sibê bi rê ketin.

Êrîşên li ser rê çawa pêk hatin?

Berxwedan: Me dizanibû ku wê êrîş pêk were. Bi topan dest bi êrîşê kirin. Çend gule hatin berdan jî me rêya xwe domand. Di destpêkê da kesên ku heta niha êrîşeke wiha nedîtibûn hinekî ditirsîyan, lê yên xwedî tecrûbe aram bûn. Jixwe, yên din jî piştra tirsa xwe diavjin. Ez yek ji wan kesên xwedî ezmûn bûm. Ez birîndarekê şoreşger im. Dema ku bomberdûmanê dest pê kir yekem tiştê ku min kir ev bû; min bergûhê xwe derxist. Piştî êrîşê pirsgirêka min a bihîstinê derket û min dest bi karanîna amûra bergûh kir. (Dikene) Min bergûh derxist û dijmin bêdeng kir.

Gelek kesên wek min hebûn. Hin ji wan pir pîr bûn, hema hema 80 salî bûn, di rê da zehmetî dikişandin, lê dîsa jî digotin ‘em ê herin nopta dawî’. Dewleta Tirk a ku ji êrîşên xwe yên li ser rê encam negirt, bi balefirên xwe yên şer konvoy kir hedef. Li vir hevalên me yên şehîd û birîndar hebûn. Wan çi kir jî, me bi înad rêya xwe domand û xwe gihandin bendava Tişrînê. Me nobet û çalakîyên xwe 4 rojan berdewam kir.

Yasmîn: Di destpêkê da min nedifikirî jîyan û mirin. Min nizanibû ku ew ê êrîşek ew qas giran be. Lê niha me biryarek dabû û em di rê da bûn. Me got çi dibe bila bibe em ê venegerin.

Dema êrîş bi awayekî cidî bûn metirsîdar em ji wesayîtan peya bûn û bi peyatî dewam kirin. Em meşîyan heta gihiştin bendava Tişrînê.  Wek jineke ciwan, min di fîşekên ewil da tirs hîs kir. Paşê min li der û dora xwe mêze kir moralê hevalan bilind bû, her kes pir bi coş bû. Moralê min jî li wir rabû û ez ji tirsa xwe xilas bûm. Me berxwedana xwe domand. Min li hevalan mêze kir û çawa ku wan dirûşme berz kirin. Çawa ku ew dimeşîyan ez meşîyam. Her kesî ji hev hêz girt. Li vir jîyan ji nû ve geş bû û berxwedan bi ser ket. Bijî berxwedana me ya QSDê! Bijî berxwedana me ya YPJ!         

Rûstem: Min nizanibû ku dê di destpêkê da ewqas êrîş çêbibin (Dikene). Em çûn û di rê da bombe barandin. Êrîşî pêşîya konvoyê kirin. Li vir gel ji wesayîtan peya bûn û bi peyatî dewam kirin. Ez di maşînê da li kêleka hevrêyê me yê birîndar mam. Me bi hevrêyê birîndar ra got emê çi bikin. Hevrêyêl birîndar nikarîbû wê rêyê bimeşe. Di vê navberê da bomberdûmana li dijî kesên dimeşin jî dewam dike. Paşê em fikirîn: Me got, “Jîyana me ji ya rêhevalên me ne bi qîmettir e. Ger ew şehîd bibin bila em jî bin.” Min maşîne xebitand û em bi rê ketin. Gel li me nihêrî, maşînên mayî jî hêz ji me girtin û çalakî pêk anîn. Dema em gihiştin hevalên xwe em gelekî kêfxweş bûn. Belê hevalên me yên şehîd jî hebûn. Birîndarên me hebûn, lê em çûn piştgirîya şervanên QSDê yên ku her roj li enîyên şer li ber xwe didin.

Me di tevahîya rûniştina xwe ya li wir da nobet girt. Xew pir kêm bû. Em ewqas bi coş bûn, ku me nedixwest razê. Em weke endamên CKŞê her tim di nava girseyê da gerîyan.

Di vê berxwedanê da helwesta jinan çawa bû? We wek jineke ciwan çi dît?

Yasmîn: Hemû jin bi coş bûn. Em bi hev ra dirûşm qîrîyan. Me govend gerand. Dengê me her tim bilind bû. Me berdêl da, me zehmetî kişand, lê di dawîyê da em bi ser ketin.

Tu di êrîşa Balefira bê mirov ya dewleta Tirk da birînar bibû. Û bi vî awayî tevlî çalakîyê bûyî. Te çi jîyan kir, te çawa hîs kir?

Berwedan: Ez tenê ji bo xwe nabêjim, lê ji bo hemû hevalên xwe yên ku hatine xwepêşandanê. Moralê me pir bilind bû. Em qet poşman nebûn. Em tenê li hevalên xwe yên di rê da şehîd bûne fikirîn û xwezî li gel me bin. Êvarê çalakî hat ragihandin, ez ê emelîyat bibim û parçeyên lingê min ên mayî bên rakirin.Lê ji bo vê çalakîyê min xwest emelîyatê taloq bikim. Min hemû pirsgirêkên xwe yên tenduristîyê dan alîyekî. Di çalakîya mertalên zindî da ez piştgirî didim şervanên QSDê. Kesên ku beşdarî çalakîyê bûn, li birîndaran dinêrîn û moral digirtin. Her kesî me ji hev ra mînak nîşan dida, hêz û moral digirt. Çima em neyên? Em diçin, em bi moralin, em xwedî îrade ne, em dikarin her tiştî bikin.

Gelê Kobanê dema hûn ji çalakîyê vegerîyan bi coş pêşwazî kirin. Te çi hîs kir?

Yasmîn: Em ji vê çalakîyê vegerîyan, hêvîdar im hemû çalakîyên me bi ser bikevin. Dema em vegerîyan gelê me li ber goristana şehîdan em pêşwazî kirin. Girseyeke mezin kom bibû. Bi coş û sloganan em pêşwazî kirin. Her kes bi nîşaneyên serkeftinê li ser rê bû, zarokên piçûk jî kêfxweş bûn. Dema em gihiştin Meydana Arîn Mîrxan em gelekî kêfxweş bûn. Ji ber ku em bi serkeftinê vegerîyan, çalakîyeke mezin bû. Ev çalakî wê di dîrokê da were nivîsandin. Em çûn mirinê û bi serfirazî vegerîyan. Hemû gelê me bi vê serbilind bû.

Berwedan: Nobeta me li bendava Tişrînê di roja 4an da bi dawî bû û bi eşkere me nexwest em vegerin. Ji bo me derketina wê derê pir zehmet bû, ji me ra zehmet hat. Dema em hatin Kobanê gel bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Ji me hêz girtin. Gelek kesan got ku ew ê carek din herin, û wan bi rastî jî soza xwe girt. Konvoya duyemîn dîsa bi coş û bi girseyî derket rê.

Di konvoya duyemîn da komunîstên Rojavayî jî cih girtin. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?

Rustem: Hevalên me derketin rê û koma me ya din niha li wir e. Berî ku biçim min ji wan ra got, ‘Li ser rê bomberdûman û êrîş heye, netirsin. Me got, “Bidomînin, veger tune ye, li berxwe bidin.” Hevrêyên me bê tirs rêwîtîya xwe domandin.

Li koma duyemîn jî êrîş hat kirin û gelek hevalên me li wir birîndar bûn. Niha em dixwazin em jî li wir bûna. Divê me birîndar rakirina û ji bo bîranîna şehîdan li wir mabûna.

Berwedan: Weke TKŞ koma me ya duyemîn bi moralek mezin derket rê. Min jî xwest biçim, lê destûr nedan min. Êrîş hebûn, fikir û dilê me her tim bi wan ra ye. Koma me ya sêyemîn jî amade ye, ger hewce bike koma çaran jî amade ye.

Yasmîn: Hevalên me çûn, em dixwazin dîsa biçin. Ez jî di nav bombeyan da fêrî berxwedanê bûm, min cesaret girt û tirsa xwe ji holê rakir. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî piştgirîya QSDê bikin. Hemû gelê me bi QSDê ra ye.