Li Dijî Dagirkerî, Faşîzmê û Desthilatdarîya Zilaman EM HENE!

Jinên komunîst ên Rojava hemleyê xwe bi şîara “Li Dijî Dagirkerî, Faşîzmê û Desthilatdarîya Zilaman Em Hene!” dest pê kirin. Endamên JKŞ’ê li bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobanê daxûyanîyê çapemeniyê li dar xistin û bang li hemû jinan kirin ku tekoşîna xwe mezin bikin.

Li Dijî Dagirkerî, Faşîzmê û Desthilatdarîya Zilaman EM HENE!

Di dilê Rojhilata Navîn da, pergala zilamperest ku jîyan û azadîya gelan û jinan dike hedef, roj bi roj êrîşên xwe zêdetir dike. Sepanên zordar û zilamperest ên çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), ku ji alîyê dewletên emperyalîst ve li Sûrîyê hatine desthilatê,yên li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibin. Çeteyên HTŞê qadên jîyana jinan teng dikin, dixwazin laş û îradeya wan bêxin bin kontrolê. Ev polîtîkayên ku ji cil û bergên jinan bigire heya derketina kolanan, ji mafê perwerdehîyê heya hebûna wan a civakî, di her qadê da tên meşandin, nûnertîya herî zelal a zilamperestîyê û paşverûtîya îslamî ya sîyasî dikin.

Çeteyên HTŞê êrîşên xwe yên weke revandin, destavêtin û kuştinê yên li dijî jinên Elewî û Drûzî didomînin. Dibe ku hûn wêneyên Colanî bi bîr bînin ku destê wezîra Fransî jî negirtibû. Lê heman Colanî di Destûra xwe ya nû da îdia dike ku “wekhevîya jin û mêran tê garantîkirin”, lê di heman demê da dibêje “rolên civakî yên jinan di çarçoveya prensîbên hiqûqa îslamî da têne parastin û rêz lê tê girtin”. HTŞ, weke dewamkera DAÎŞê, bi nasnameyeka nû zihnîyeta xwe belav dike. Li dijî vê pergala paşverû ya ku jinan di bin navê hiqûqa îslamî da tune dike û kolebûna wan rewa dike, wek jinên Elewî, Drûzî, Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî yên ji Sûrîyê, di enîya hêrî pêş a têkoşînê da EM HENE!

Ev wêne ne tenê ji bo Sûrîyê ye. Li Efxanistanê Talîban, li Îranê jî rejîma melayên paşverû hewl didin jinan ji jîyanê bi temamî dûr bixin. Rejîma Talîbana paşverû ya îslama sîyasî, demek berê pirtûkên nivîskarên jin qedexe kir. Qedexeya dirûtina cilên jinan danî, xebatên wan asteng kir û derketina wan a kolanan girêdayî destûra mêrekî kir. Li dijî êrîşên rejîma paşverû ya Talîbanê ku jinan ji dîrokê tune dike, EM HENE!

Li Îranê, jin li dijî zordarîya cilûbergên mecbûrî û tundîya dewletê bi bedelên giran ji bo hebûna li kolanan israr dikin. Rejîma paşverû ya melayan Jîna Mahsa Aminî ji ber ku porê wê xuya bû, Someya Raşîdî jî ji ber nivîsandina dîwaran di zindanê da hat girtin û bi astengkirina dermankirina wê hate kuştin. Şerîfe Muhamedî, Werîşe Muradî û bi dehan jinên sîyasî yên girtî bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Li dijî rejîma melayan a kujer, em bi dengê bilind ê serhildana “Jin, Jîyan, Azadî” diqîrin; EM HENE!

Dewleta sîyonîst a Îsraîlê, bi taybetî li dijî jin û zarokan, bi dehan salane êrîşên qirkirinê li ser gelê Filistînê didomîne. Ji 9ê Cotmehê û vir ve, bi destpêkirina operasyona Tûfana Eqsayê ya rêxistinên têkoşîna rizgarîya Filistînê, şerekî hebûn û nebûnê dest pê kir. Dewleta sîyonîst a Îsraîlê bi deh hezaran mirovên Filistînî kuştin. Li Filistînê, bi taybetî zarok, dibe ku bi sedan kes ji birçîbûnê jîyana xwe ji dest dan. Gelê Filistînê li dijî van êrîşan bi biryardarîyeka mezin Întîfadeyê didomîne. Bersiva komkujîyan bi berxwedanê dide. Bi hezaran şoreşger ji her deverên cîhanê her roj ji bo Filistînê derdikevin kolanan. Fîloya Sumudê tevî êrîşan dibêje “Ji çem heta deryayê Filistîna azad”. Li rex jinên Filistînî yên berxwedêr, li hember dewleta sîyonîst a Îsraîlê di şer da EM HENE!

Li seranserê erdnîgarîya Rojhilata Navîn, pergala zilamperest êrîşên xwe li dijî têkoşîna azadî û wekhevîya jinan zêdetir dike; li hember vê jî jin berxwedana xwe mezin dikin. Ev êrîşên ku dixwazin îradeya jinan teslîm bigirin, di rastîyê da tirsên pergala zilamperest nîşan didin. Ji ber ku ew dizanin, gava jin rabin ser pîyan, ne tenê zincîrên xwe, lê hemû zincîrên îstismara civakî û  desthilatdarîya zilam dê bişkînin. Ji Efxanistanê heta Îranê, ji Sûrîyê heta Kurdistanê, jin li dijî zordarî, tundî û qedexeyan serî hildidin. Li her kolan, qad û malê, agirê berxwedanê geş dikin.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), li dijî polîtîkayên zilamperest ên HTŞê, Talîban û hemû dewletên paşverû, di safê têkoşîna azadîya jinan da ne. Mezin kirina têkoşîna li dijî desthilatdarîya zilaman, kapîtalîzm û paşverûtîyê, ne tenê rêya rizgarîya jinan, lê rêya rizgarîya hemû mirovahîyê ye.

Banga me ji hemû jinan ra ye:

Li her cihê ku em lê bin, bila em dengê hevdu mezin bikin. Qîrîna li Efxanistanê ya hatî tepisandin û dirûşma “Jin, Jîyan, Azadî” ya li Îranê, beşek ji heman têkoşînê ne. Li dijî sepanên HTŞê ya dijminê jinan bêdeng nemînin; em rêxistin bibin, ber xwe bidin û vê pergala serdest a mêran bi hev ra hilweşînin!

Em hene, bi têkoşîna xwe em ê bi ser bikevin!

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)