Emperyalîstên rojavayî yên bi serkêşîya DYE, piştî hilweşîna rejîma BAASê, dixwazin Sûrîyeyeka nû ya ku bi wan ra hevkarîyê bike ava bikin. Hêzên emperyalîst ên ku Rojhilata Navîn ji nû veji parvekirinê ra vekirin, bi alîkarîya sermayeya Ereb û dewleta Tirk, HTŞ anîne Şamê û kirine desthilatdar.
Çeteyên îslama sîyasî û cîhadîst ên HTŞê, bi dewleta mêtingehkar a Tirk a ku bi salên dirêj e êrîşên dagirkerîyê li ser axên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dikin ra di nav têkilîyên nêz da ye. Serokê HTŞê El Colanî, ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên Sûrîyeyê, lê ji bo avakirina pergaleka ku weke dewama rejîma BAASê bi piştgirîya navneteweyî li ser lingan bimîne dixebite. Ew, bi dewleta Tirk û Îsraîla sîyonîst a ku ji bo bibin hêzeka herêmî pozberîyê dikin ra hevdîtinan dike û hebûna xwe didomîne.
El Colanî, ku li gorî xwe konferansan li dar dixe, dîktatorîyekê ava kirîye. Ew xwe weke hakimê yekane yê hemû Sûrîyeyê dibîne. Bi ragihandina destûreka demkî, rê li ber misogerkirina desthilatdarîya xwe vedike. Xwe dispêre emperyalîstan û îradeya gelên Sûrîyeyê bi eşkere înkar dike. Hilbijartinên ku ji bo meclîsa ku sê parên wê ji alîyê wî ve têne tayînkirin bên kirin, êrîşeka nû ya ne rewa ye li ser mafê hebûna gelên Sûrîyeyê.
Çeteyên HTŞê yên El Colanî, li ser gelên Elewî, Dûrzî û Xiristîyan êrîşên qirkirinê pêk anîne. Li Derazor û Deyr Hafrê li ser hêzên artêşa şoreşê êrîş kirine. Peymana 10ê Adarê ya di navbera Rêveberîya Xweser û Şamê da, bi awayekî fiîlî betalkirine. Tiştê ku HTŞê ji qirkirinên mezintir paşve dihêle, hêza berxwedana gel a bi biryar e ku li Tişrîn-Qarakozax û Sûweydayê hat dayîn. Wan dît ku gelên ku bûne artêş û bi berxwedana çekdarî mafên xwe yên jîyanê diparêzin, hêzeka bêşikandin derxistine holê.
Gelên me, tenê bi helwesta xwe ya rêxistinbûyî, bi berxwedana çekdarî û bi xweparastina xwe dikarin pêşeroja xwe biparêzin. Zilmên ku li ser gelên Sûrîyeyê hatine ferzkirin, bi berxwedana xweparastina gel hatin şikandin. Lê belê, xeter hîn jî didome. Dewleta mêtingehkar a Tirk, ji bo tunekirina şoreşa me ya Rojava, planên nû amade dike û gefên dagirkerîyê dixwe.
Kurd, Ereb, Elewî, Dûrzî û hemû gelên ku li Sûrîyeyê dijîn, heta ku wekhevîya mafên wan bi awayekî destûrî neyê misogerkirin, çareserîya tam pêkan nabe. Rêveberîya Xweser û modela federasyona demokratîk, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên înkarê yên li Sûrîye û Rojhilata Navîn mînakeka girîng e.
Em planên emperyalîst ên ku li ser kuştina gelên Filistîn, Lubnan û Sûrîyeyê hatine avakirin red dikin. Em êrîşa dagirkerîyê ya nû ya ku ji bo valakirina Xezayê û qirkirina gelê Filistînê hatîye destpêkirin protesto dikin. Em daxwaz dikin ku ev êrîş demildest bên rawestandin. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li hember êrîşên qirkirinê yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî li dijî gelên Filistîn û Rojava, hevgirtinê mezin bikin.
Em weke komunîstên Rojava, ji bo yekkirina berxwedana gelên xwe û parastina mafên wan ên jîyanê, hemleyekî didin destpêkirin. Bi dirûşma “Xwe rêxistin bike, xwe biparêze”, em bang li gelên xwe dikin ku ji bo dîyarkirina pêşeroja xwe bikevin tevgerê.
Em dikarin jîyaneka nû ya ku li ser yekîtîya wekhev, azad û dilxwaz a gelên me hatîye avakirin bi hev ra biafirînin. Şoreşa Rojava, ji bo hemû gelên Sûrîyeyê rêya çareserîyê ya yekane ya gelperest, demokratîk û azadîxwaza jinê ye. Rêxistinên şoreşger, sosyalîst û demokratîk ên herêmê divê li hember lêgerînên çareserîyê yên ku ne di berjewendîya gelan da ne yên emperyalîstan û dewletên mêtingehkar ên herêmê, hêzên xwe bikin yek. Divê ji bo Federasyona Demokratîk/Sosyalîst a Rojhilata Navîn têkoşînê bilind bikin.
Ji bo parastina Şoreşa Rojava û hemû destkeftîyên wê, têkoşînê mezin bikin. Xwe rêxistin bikin, qadên jîyana xwe biparêzin. Ji bo çareserîyeka gelperest-demokratîk, berxwedanê bilind bikin.
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)



Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e