Ji Bo Kurdîstana Azad Ala Şoreşê Bilind Bike. Xwe birêxistin bike, xwe biparêze

Partîya Komûnîst a Marksîst Lenînîst (MLKP), ku pêşengê têkoşîna şoreş û sosyalîzmê ya çîna karker û bindestan e, 31 salî ye.

Partîya me di 10ê Îlona 1994an da hate damezrandin û weke rêgeha têkoşînê Marksîzm-Lenînîzmê wek rêber hilbijart. Jı bo azadîya çîna karker û bindestan rastîyeka partîya têkoşer û berxwedêr afirand. Rêwîtîya me ya 31 salan di bin agir da, bi qehremanîya şehîdên me ra bû dîrokek berxwedanê.

Hêzên partîya me, ji bajarên Bakurê Kurdîstanê bigire heta Rojavayê, ji çîyayên Kurdîstanê bigire heta metropolên Tirkîyê û Ewropayê, li her deverê daxwazên azadî, wekhevî û edaletê yên bindestan bilind kirin. Bû yek ji pêşengên vê dozê. Partîya me ji tecrubeyên şoreş û sosyalîzmê yên welatên cuda yên cîhanê hêz wergirt. Xeta şoreşa jinê di gotin û çalakîyên xwe da bi cih anî.

Di salên Şerê Sar da Yekîtîya Sovyetan bûbû sîstemek revîzyonîst û di salên 1990î da belav bû. Bêhêvîbûn zêde bibû, ji têkoşînê dûrketin dest pê kiribû. Tevgerên reformîst, li şûna têkoşîna şoreşgerî ya çekdarî, li ser jîyaneka bi burjuvazîyê ra di aştîyê da nîqaş dikirin. Di nav vê bahoza tasfîyekar da, li dijî kapîtalîzmê wek rêya yekane ya rizgarîya çîna karker û bindestan,  ji bo avakirina sosyalîzmê, partîya me hate damezrandin. Partîya me li dijî hegemonîya ku hêzên emperyalîst dixwestin ava bikin, serî hilda. Navendek şoreşger û komûnîst afirand. Li hemberî xirabûna civakî û êrîşên tasfîyekarîya îdeolojîk barîkatek şoreşgerî ava kir. Partîya me ragihand ku li dijî sîstema kapîtalîst a burjuvazîyê, wê ala şoreşgerî û komûnîst a çîna karker û gelên bindest bi biryardarî li ba bike.

Di Xeta Welatparêzîya Sosyalîst de

MLKP Kurdistan, li dijî kesên ku dixwestin bêhêvîtî û bêbawerîyê li ser sosyalîzmê biafirînin, têkoşîna şoreşê bi alên sor yê di destên bindestan da domand.  Ji bo pêşerojeka azad, banga bilindkirina têkoşîna yekgirtî ya gelên Kurdîstanê kir.

MLKP Kurdistan, di xeta welatparêzîya sosyalîst da, li bajar û çîyayan têkoşîna azadîya neteweyî ya Kurd mezin kir. Li dijî êrîşên tasfîye û tinekirinê yên dewleta burjuvazîya faşîst a Tirk, her tim di enîyên herî pêş ên berxwedanê da cih girt. Ji bo naskirina zimanê Kurdî û mafên kolektîf ên neteweyî, ji bo ku dagirker ji axa Kurdîstanê bên derxistin, ji dayîna bedelê paşve neçû.

Partîya me, bi îddiaya wergirtina azadîya gel li çar perçeyên Kurdistanê û hilweşandina sîstemên burjuva yên faşîst ên dewletên dagirker û înkarker, banga têkoşînê lı we dike. Rizgarîya hemû gelên herêmê li seranserê Rojhilata Navîn bi belavbûna şoreşa Rojava pêkan e. Şoreşa Kurdîstanê, di heman demê da şoreşa Tirkîyê, Îran, Iraq û Sûrîyê ye. Bi hêza yekîtîya gelên bindest ên Rojhilata Navîn, afirandina jîyaneka wekhev û azad mimkun e. Li dijî hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên ku bajarên me kirine qadên şer, em ê ji nû ve jîyanekê biafirînin û azadîyê ava bikin. Li dijî înkar, tinekirin, bişaftin û istîsmara zayendî, em ê bernameyeka çareserîyê ya kedkarî biafirînin.

Neteweya Kurd xwedî mafê dîyarkirina çarenûsa xwe ye. Ew daxwaza naskirina maf û azadîyên xwe yên neteweyî dike. Li Rojhilata Navîn aştîyeka adil, bi rûmet û demokratîk berjewendîya hemû gelan e.

MLKP Kurdistan, di rêya Serhildana 6-8ê Cotmehê ya li Bakurê Kurdîstanê ya ji bo can dayîna berxwedana Kobanê û Serhildana 12ê Adarê ya li Qamişloyê da dimeşe. Bang li çîna karker, kedkar, jin û ciwanan dike ku ji bo avakirina Kurdistaneka yekgirtî, azad û sosyalîst bi çar destan têkoşînê hemêz bikin.

Dema ku bi bandora serhildanên gelên Ereb li Sûrîyê şerê navxweyî dest pê kir, gelê me axa xwe neterikand. Parastina bajaran xurt kir û çirûska şoreşa Rojavayê vêxist. Şervanên MLKPê ji destpêkê ve di nav hêzên şoreşê da cihê xwe girtin. Bûn parçeyek ji berxwedana gel a fedakar a ku jîyaneka nû ava kir. Şoreş, kolan bi kolan, mal bi mal, li hemû bajaran belav bû. Di Îlona 2013an da, di şerê yekem ê li Serê Kanîyê da, di êrîşa li ser gundê Cefa da, şervanê partîya me Serkan Tosun şehîd ket. Hevrê Serkan, di şoreşa Rojava da bû yekem şehîdê partîya me û salên piştra jî bû îlham ji bo navê Tabûra Şehîd Serkan a ku şervanên partîya me tê da cih digirin.

Em Di Xeta Şoreşa Jinê da Pêşve Diçin

Partîya me, bi wan nêzîkatîyên ku rizgarîya jinê ji bo piştî şoreşê taloq dikin ra lihev nekir. Bi perspektîf û biryara ku têkoşîna azadîya jinê di çalakîyên îro da bi pratîk bike, rêya xwe meşîya. Bi bernameya şoreşa jinê û rêxistinbûna jinên komûnîst bersivek da hewcedarîyên şoreşgerî yên serdemê. Banga rûbirûbûna bi mêranîya civakî ra kir. Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst a serdestîya mêr mezin kir.

Di Bin Agir da Agirê Şoreşê Hate Mezin Kirin

Pêşengê komûnîst, kadroyên xwe yên ku di têkoşîna Kurdîstana azad da di enîyên herî pêş da bûn, ber bi nemirîyê ve oxir kir. Fermandarê me ya sor Baran Serhat a ku xeta me ya welatparêzîya sosyalîst afirand û kadroyên pêşeng ên partîya me hevrê Ahmet Şoreş û Yılmaz Behrareş, li axa şoreşa Rojava nemir bûn.

Partîya me, di dema ku li çar alîyên  Kurdîstanê ji bo şoreşê şer dikir da bedel dan. Li herêmên Garê û Zapê yên Başûrê Kurdîstanê, li çîyayên Nurhak, Dêrsim û Serhedê yên Bakurê Kurdîstanê, gerîlayên partîya me canên xwe ji bo şerê Kurdîstana yekgirtî, azad û sosyalîst feda kirin. 33 hevrêyên me yên ciwan ên ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ketibûn rê, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji alîyê hevkarîya DAÎŞ-AKPê ve hatin qetilkirin.

Şervanên partîya me, ji destpêka şoreşê ve, di hemleyên azadkirina Serêkanîyê, Til Koçer, Hesekê, Kobanê, Til Temir, Şengal, Minbic, Rakka û Derazorê da cih girtin. Li dijî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk, li Efrîn, Serêkanîyê, Tîşrîn-Qaraqozak û Deyr Hefirê di berxwedanên rûmet û azadîyê da cihê xwe girtin, şehîd û birîndar dan.

Gotina “Em ê bi derbasbûna ji derîyên bedelê, bigihîjin serkeftinê” bû parola me. Nemirên me bûn nîşaneyên şoreşa Kurdîstanê. Partîya me li hemberî dagirkeran paşve neçû, her carê ber bi enîyên şer ên herî pêş ve meşîya.

Ji Bo Jîyaneka Wekhev û Azad Birêxistin Bibe

Dema ku em 31 salîya partîya xwe pîroz dikin, şoreşa me ya Rojava di bin gefên dagirkerî û êrîşên nû da ye. Li dijî planên qirêj ên çeteyên faşîst ên HTŞê û dewleta Tirk a dagirker, em ê parastina destkeftîyên şoreşê bidomînin.

Gelên me yên ji neteweyên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û Faris ên ku li axa Kurdîstanê dijîn; gelên me yên ji bawerîyên Misilman, Êzidî, Elewî, Drûzî û Xiristîyan; jin û ciwan; ji bo wergirtina jîyaneka wekhev û azad, di nav refên partîya me da kom bibin.

Li dijî emperyalîzm, sîyonîzm, mêtingehkar û dagirkeran, ala têkoşîna wekhevî û azadîyê bilind bikin. Hêzê bidin têkoşîna me.

Bijî Şoreşa me ya Rojava

Bijî Kurdistana Yekgirtî Azad û Sosyalîst

Ji bo serkeftina şoreşê bijî MLKP