Ji bo Jin Jîyan Azadî têkoşîn

Bangewaziya me

Jinên hêja,

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) carek din tabura xwe şênber dikin, armanca avakirina tabura me ku em jinan bidin rêxistin kirin û wan li ser çek bidin fêr kirin. Ev gav ta ku jin li ruyê mêtingerî, dagirkerî û çeteyên hov bisekinin. Ev tabur wê bibe mertal li hember dest dirêjî û qirêjtiya ku tê kirin.

Jinên ku li rastî tacîz, tecawîz, şidet tên kirin ev tabur warê we ye. Ev tabur cihê parastina maf u erkê we ye. Ev tabur gavê ku hûn li hember hemî sîstemên hovana bisekinin, fêr buyina we tirsek di dilê her hovitiyê de dide avakirin.

Bangewaziya me; ji hemî jinan û bi taybet jin û xuşkên me yên Elewî, Ezidî, Dûrzî u hemî jinên ku li rastî vê sîstemên hatine, werin xwe bi çek û rext bikin. Werin di tabura me de cih bigrin û perwerde bibin, tabura xwe ava bikin.

Dem dema berxwedan û têkoşînê ye, nehêlim tu kes dengê we bi bire.

Bi hêz û yek girtina jin em ê dagirkeriyê têk bibin.

Na ji kuştinê re

Na ji taciz u tecawiz kirinê re

Na ji bo qutkirina dengê jinê

Erê ji azadiyê re

Erê ji serkeftinê re

Ji bo Jin Jîyan Azadî têkoşîn