Gelê Xazeyê ji birçîtîyê can didin. Ji bo parvekirina birçîtîya Filistînê em di greva birçîbûnê da ne

Komunîstên Rojavayî ji bo piştgiriya gelê Filistînî yê ku ji ber dorpêça dewleta Îsraîlê ya li ser Gazzêyê (Xezzeyê) mehkûmî birçîbûnê maye, dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin.

Gelê Xazeyê ji birçîtîyê can didin. Ji bo parvekirina birçîtîya Filistînê em di greva birçîbûnê da ne

Hêzên emperyalîst û dewletên mêtingehkar, li Rojhilata Navîn şer kirin domdar. Ji gelên xizan ên herêmê ra, tenê şer, mirin, birçîbûn û koletî tê ferzkirin.

Dewleta dagirker a Sîyonîst a Îsraîlê, di van du salên dawî da Xaze bi temamî wêran kir. Ji bilî nexweşxaneyan, yek avahîyek saxlem nemaye. Gelê Xazeyê ji çar alîyan ve di bin dorpêçê da ye. Leşkerên Îsraîlê, alîkarîyên ku têne şandin jî asteng dikin. Xelkên ku malên wan hatine wêrankirin, tew çadirek ji bo serê xwe bêxin jî nînin.

Hikûmeta faşîst a Netanyahû, Filistînîyên ku ji bo alîkarîyê mecbûr dimînin hev  biperçiqînin temaşe dike. Leşkerên Îsraîlê, li ser gelê ku ji bo parîyek alîkarîya xwarinê bi hev ra dikevin pêşbazîyê, bi fişek berdanê ji xwe ra dilîzin. Li Xazeya di bin dorpêçê da, qeyrana birçîbûnê dest pê kir. Tu alîkarî ji bo Xazeyîyan ku dixwazin birînên şerê xwe derman bikin nagihêje. Îsraîla dagirker, hemû rêyan digire. Li Xazeyê av tune. Li Xazeyê derman tune. Li Xazeyê nan tune. Ev zilm e, ev êşkence ye. Ev, şerma dîrokî ya sîstema kapîtalîst a emperyalîst e ku bi destê Îsraîlê li ber çavên cîhanê tê nîşandan. Li Xazeyê mirovahî tê kuştin.

Li Xazeya di bin dorpêçê da, birçîbûn êdî bûye metirsîyeka mirinê. Her roj bi dehan Filistînî ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê jîyana xwe ji dest didin. Bi taybetî zarok, bi dehan kes jîyana xwe ji dest dane.

Em, wekî komunîstên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, dixwazin vê zilmê rawestînin. Ji destpêkê ve, em piştgirîya rêxistinên berxwedana şoreşger yên ji bo azadîya Filistînê, dikin. Bi taybetî ji bo gelên Filistîn û Kurdistanê, û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn, em wekhevî, edaletî û azadîyê dixwazin. Îsraîlê ku salan şerê navxweyî yê Sûrîyê temaşe kir, li Sûweydayê ji bo parastina gelê Dûrzî gef li hikûmeta Şamê xwar. Heman Îsraîl, li Xazeyê qirkirinek mezin û sûcê mirovahîyê dike. Êdî bes e. Divê xelkê Xazeyê li ser axa xwe bi azadî bijî.

Keştîya Hanzala ya ku dostên Filistînê tê da ne, ji bo şikandina ambargoya Sîyonîst a Îsraîlê ya li ser Xazeyê, di 13ê Tîrmehê da ji Îtalyayê dest bi rêwîtîyê kir. Di keştîyê da yek ji nûnerên Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşger (ÎCOR),  şoreşgerê Tûnisî Hatem Laouini jî heye. Em çalakîya dostên Filistînê yên ku tevî hemû astengîyan alîkarîyên ji bo Xazeyê dibin, silav dikin û serkeftinê ji wan ra dixwazin.

Bi vê wesîlê, em careke din bangî hemû gelên Rojhilata Navîn dikin: Emperyalîst, mêtingehkar û hevkarên wan, ji bo berjewendîyên xwe gelên herêmê diavêjin nav agir. Gelê Dûrzî yê Sûweydayê ku li dijî çeteyên HTŞ, DAÎŞ û El Qaîdeyê berxwedanê dike, careke din nîşan da ku berxwedan tenê rêya serkeftinê ye. Dostên gelên xizan, tenê bindestên welatên din in. Li Xazeyê, li Beyrûtê, li Sûweydayê, li Lazqîyê, li Helebê, li Qamişlo, li Şengalê, li Silêmanîyê, li Urmîyê, li tevahîya Rojhilata Navîn, divê gelên me ji bo paşerojeka azad berxwedanên xwe bikin yek.

Silav li Filistînîyên ku li dijî zulma Îsraîlê axa xwe bernadin.
Ji bo serkeftina gelê Filistînê, ji bo parastina paşeroja şoreşa me ya Rojava, divê berxwedan mezin bibe.

Bijî berxwedana gelên Rojhilata Navîn!
Bijî Filistîna Azad, Bijî Kurdistana Azad!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)