Îro, 25ê Hezîrana 2025an e. Dehemîn salvegera komkujiya ku çeteyên faşîst ên DAIŞê li bajarê berxwedanê, li Kobanê pêk anî ye. 233 kesên medenî ji Kobanê hatin qetilkirin û pişt ra 60 şervanên şoreşê şehîd ketin. Em kesên di vê êrîşê da jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û careka din ji nêzîkên wan ra sersaxiyê dixwazin.
Çeteyên DAIŞê, ev êrîş bi alîkariya dewleta Tirk a faşîst pêk anîn. Wan hewl da ku tolê ji têkçûna xwe ya li hember berxwedana gelê Kurd ê berxwedêr û Rojavaya azadkirî hilînin. Lê belê, li hember îradeya berxwedanê ya hêzên şoreşê, planên wan vala derketin. Çeteyên ku di êrîşê da cih girtin hatin bêbandorkirin. Tola gelê me yê di vê êrîşê da hatî qetilkirin, bi azadkirina ji Reqayê heta Bahozê cihên di bin zilma çeteyên faşîst ên DAIŞê da hat standin.
Li hember DAIŞê serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin. DAIŞ têk çû, lê hîn bi dawî nebûye. Êrîşên li ser saziyên şoreşê, hêzên me yên leşkerî û gelên me didomin. Çeteyên polîtîk ên îslamî yên bi zihniyeta DAIŞê, herî dawî di 22yê Hezîranê da êrîşeka bombeyî li Kenîseya Mar Elyas a li Şamê kirin. 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. Em vê êrîşê şermezar dikin, ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ra sersaxiyê û ji birîndaran ra şîfaya lezgîn dixwazin.
Ev êrîş, ji bo têkbirina aramiya li bajarên Sûriyê, astengkirina avakirina jiyaneka wekhev û azad a gelan û zindîhiştina tehdîda êrîşan hat kirin. DAIŞê careka din nîşan da ku, bi taybetî li hember gelê me yê Xiristiyan û hemû netew û baweriyên li Sûriyê dijîn, tehdîdeka mezin e. Êrîş ji aliyê komeka çeteyan ve hat ragihandin. Lê belê, eşkere ye ku ev êrîş ji çeteyên HTŞê yên li Şamê desthilat in û ji rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk, ji MÎTê ne serbixwe ye.
DYE û hevkarên wê yên emperyalîst, li gorî berjewendiyên yekdestên cîhanî dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve parvebikin. Welatên Rojhilata Navîn, ji ber çavkaniyên petrol û gaza xwezayî û cihê wan ê stratejîk ê li ser rêyên bazirganiyê, yek ji qadên sereke yên pêşbaziya emperyalîstan e. Bi armanca kontrolkirina tam a herêmê û veguherandina welatên vê derê wek mêtingehên aborî û darayî, planên şer ên nû hatin sepandin. Piştî Filistîn, Lubnan, Sûriye û Yemenê, axa Îranê jî bû hedefa van êrîşan. Şerê di navbera rejîma melayên faşîst a Îranê û dewleta dagirker a siyonîst a Îsraîlê da, şerekî neheq û paşverû ye.
Rojhilata Navîn bûye goleka xwînê. Emperyalîstên bi serokatiya DYEê, bi êrîşên dewleta siyonîst a Îsraîlê, jiyana gelên herêmê tehdît dikin.
Êrîşên li ser Îranê her çend bi nîqaşên agirbestê rawestiyabin jî, bi taybetî gelê me yê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên herêmê hêj di bin gefa şer da ne. Her du dewletên terorîst ên burjuva, Îran û Îsraîl, di nav dijminên sereke yên gelên herêmê da ne.
Ji axa şoreşa Rojava, bangawaziya me bi taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê û ji hemû gelên Rojhilata Navîn ra ev e: Gelên me divê qadên jiyana xwe û paşeroja xwe bêxin bin temînatê da. Gelên Rojhilata Navîn ne mecbûr in ku li gorî polîtîkayên şer û pêşbaziyê yên dewletên emperyalîst û paşverû bijîn. Rêya yekane ya ku jiyana hevpar a gelan misoger dike, xweparastin û rêxistinbûn e. Divê têkiliyên di navbera gelên bindest da werin mezinkirin. Gelên me yên bindest, ku îradeya wan tê paşguhkirin, ji bo jiyaneka wekhev, azad û pêşerojeka hevpar divê berxwedanê mezin bikin.
Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)