Komunîstên Rojavayî, li dijî paşverû destûrê ya Şamê û helwesta deshilatdarîya HTŞê li ser daxwazên Rêveberiya Xweser şermezar kir.
Em ji bo mafên kolektîf ên netewa Kurd têkoşîn bikin, rêxistin bibin!
Dewletên emperyalîst, hewil didin HTŞ ya ku li Şamê li ser kursîyê desthilatdarîyê dane rûniştandin, rewa bikin. Ji alîyekî ve gef li çeteya HTŞê dixwin da ku wî ji desthilatdarîyê bixin, ji alîyekê ve jî wê bi hevdîtinên navnetewî û peymanên aborî dixin bin hegemonîya xwe.
Serokê çeteya HTŞê Muhemed El Colanî, ji duh ve amadeye ku têkilîyên xwe bi Emerîka û Îsraîl ra xurt bike. Bi emperalîstan ra hevpeymanên nû yên ku aborîya Surîyê biçewsîne yên ÎMFê hatin îmze kirin. Bi welatên wek Erebîstana Sûûdî, Qatar û Fransa ra hevpeymanên plasmanê hatin çêkirin. El Colanî, dema ku bi Trûmp ra hat gel hev, îlan kir ku xulamîya Emerîka pejirandîye. Bi Îsraîla ku Filistîn di nav xwînê da xeniqand ra hevdîtin û hevpeymanên veşartî çêkir.
Çeteya HTŞ ya cîhadîst li Şamê, nisxekê ji rejîma BAAS a ku ji alîyê emperyalîstan ve ji desthilatdarîyê hatibû xistin ava dike. Desthilatdarîyeke xwe spartîye netewperestîya Ereb ava dike. Di serî da Kurd, Durzî, Elewî, Sûryanî û Ermenî hebûna tu netew û bawerîyên ku li xa Sûrîyê dijîn qebûl nake. Li hemberê daxwazên gelan yên wekhevî û xweserîyê xwe li nedîtinê datine. Mafê di zimanê dayîkê da perwerdehîyê, daxwaza jinan a wekhevîya zayendan û hemû destkeftîyên bi şoreşa Rojava bi dest xistîye, daxwaza wekhevîya gelên herêmê tune dihesibîne. Destûra ku bi feraseteke cîhadîst û yekalî amade kirîye ferz dike. Kujerên cîhadîst yên ji alîyê dewleta Tirk ve hatine mezinkirin, di astên jor ên hikumeta nû da erkdar dike. Gelên herêmê bi êrîşa komkujîyên ku li ser gelê Elewî yê li herêma sahil pêk anîye tehdîd dike.
Çeteya HTŞê, di bin hegemonîya Emerîka- Îsraîl da, bi eqlê dewleta Tirk a faşîst a mêtingehkar a ku dijminê Kurdan e tev digere. Dewleta Tirk a ku li Îmralî bi birêz Abdullah Ocalan ra hevdîtinan didomîne, rexmê ku PKKê bi kongreya xwe ya 12emîn îlan kir ku xwe fesh kirîye, ji gav avêtinê direve. Bi gotina ku wê guhertin çêbe, her tim tiştên nû li alîyê Kurd ferz dike. Dewleta faşîst a mêtingehkar a Tirk, bi lîstokên Osmanî bendewarîyên aşîtî û demokrasîyê yên gelê Kurd dixe korîdora rizandinê. Êrîşên li ser gêrîla ya ku eşkere kirîyê wê çek berde dike jî qet nayê qebûl kirin. Êrîş û dorpêçên nû li ser gelên Şengal û Mexmûrê pêk tên, divê ev sîyasetên dextê bi lez bi dawî bibin.
Dewleta Tirk, peymana di 10ê Adarê da di navbera QSDê û Şamê da hatibû çêkirin, hevpeymanên ji bo ewlehîya Bendava Tişrînê hatibûn çêkirin û peymana li Helebê li Taxa Şêx Mexsûd hat çêkirin dixetimîne. Çeteya HTŞê, bi wêrektîya ku ji dewleta Tirk distîne, dixwaze destkeftîyên me yên ku me li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê bi dest xistine tune bike. Di nav gelê me yê Ereb da li dijî Rêveberîya Xweser sîyaseta reşkirinê dimeşîne, hewil dide ku bi reşwê û peran eşîretan bikşîne alîyê xwe. Divê glê me li dijî vê sîyaseta qirêj hişyar be. Gelên me yên herêmê, divê ji dûh zêdetir xwedî li pergala Rêveberîya Xweser a ku li ser bingehê wekhevî û azadîyê di nav da dijîn, derkevin.
Qet bawerî bi dewleta Tirk a ku bi xeyalên avakirina Osmanî tevdigere nabe. Dewleta Tirk a ku bi tektîka di demê da belavkirinê hewil dide ku destkeftîyên gelê me bidize, ji alîyekê ve jî li hemberê partîyên mûxalefetê û hêzên demokratîk, şoreşger êrîşên girtinê pêk tîne.
Li Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê sosyalîstên ku ji bo aşîtîyeke bi rûmet û demokratîk têkoşîn dikin, di zindanan da di bin tecrîdê da tên girtin. Girtîyên sosyalîst û şoreşgerên demokrat ên ku li hemberê zindanên bi şiklê bîrê derdikevin bi çalekîyên greva birçîbûnê li hemberî vê êrîşe berxwe didin. Divê Qenûna Têkoşîna bi Terorê ra ya faşîst bê rakirin. Em ji axa şoreşa Rojava vê vîna berxwedanê silav dikin û bangewazîya mezinkirina piştgirîyê dikin.
Divê rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hemû girtîyên sîyasî bên berdan. Divê dewleta Tirk li beramberê gavên ku PKKê avêtin bi lez agirbest îlan bike. Divê hebûna netewî ya Kurd û mafê wê yê perwerdehîya bi zimanê dayîkê di destûrê da bê fermîkirin û hemû zagon li ser vê bingehê bên sererastkirin. Divê daxwaza gelê me yê Kurd yê xweserîya demokratîk bê pejirandin. Divê daxwazên danezana encama “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestîya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” ya ku wek daxwaza hevpar ya hemû partîyan e bê pejirandin. Divê destûra HTŞ ya cîhadîst ya li Sûrîyê bê rakirin.
Em ê wek komûnîstên Rojavayî, ji bo parastina destkeftîyên xwe yên şoreşê û daxwazên demokratîk ên netewî ên gelên me bi dil û can têkoşînê, rêxistinbûnê û şerkirinê bidomînin. Em bangewazîyê li gelê xwe dikin da ku ji bo van daxwazan li derdora Rêveberîya me ya Xweser kom bibin, li dijî înkarê, faşîzmê û mêtingehkarîyê berxwedanê bilind bikin.
Bimre dewleta Tirk a faşîst a mêtingehkar
Bimre çeteya HTŞê ya faşîst a cîhadîst
Bijî şoreşa me ya Rojava
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)