Em ji bo ku şoreşa xwe ya 19ê Tîrmehê li hemû Sûrîyeyê belav bikin têkoşînê mezin bikin

Komunîstên Rojavayî, berîya salvegera 13emîn a Şoreşa Rojava li Qada Şehîdan a Qamişlo daxuyanî dan. Ronî Qamîşlo li ser navê TKŞ’ê daxuyaniyek da û wilo got:

Em ji bo ku şoreşa xwe ya 19ê Tîrmehê li hemû Sûrîyeyê belav bikin têkoşînê mezin bikin

Şoreşa me ya Rojava ku di 19ê Tîrmeha 2012an da dest pê kir, 13 salên tijî fedakarî û qehremanî li dû xwe hişt. Em wekî komunîstên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, salvegera şoreşa jinan a Rojava,ji malbatên şehîd û gazîyên me ra, ji hemû gelên herêmê û ji hemû bindestên cîhanê ra pîroz dikin.

Di nav 13 salên şerê navxweyî yê Sûrîyeyê da, rejîma mêtingehkar a BAASê ku daxwazên gelan ên wekhevî, edalet û azadîyê bi cih neanî, hilweşîya. Beşar Esad ku bi alîkarîya Rûsya û Îranê li ser pîyan dima, piştî hilweşîna rejîmê ji welat revîya. Çeteyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku bi piştgirîya emperyalîstan li Şamê bi cih bûn, di serî da neteweya Kurd, Elewî û Dûrzî, ji netewe û bawerîyên cuda ra mafê hebûnê nas nekirin. Rastîya çeteyên ku ji alîyê emperyalîstan ve kravat li wan tê kirin, di demeka kurt da derket holê. Tu planeka Serokê HTŞê Ebu Mihemed el-Colanî, ji rejîma berê cuda nîne.

Çeteyên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk li bajarên Sûrîyeyê tirsê belav dikin. Komkujî û êşkenceyên wan, revandina jinan, destdirêjîyên cinsî û firotina wan li bazarê berdewam dikin. Çeteyên talanker ên xwedî heman zîhnîyeta DAÎŞê, mal û milkên gel jî dizin. Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê, bi peymanên aborî û gefên sîyasî, hukumeta Şamê di bin hegemonyaya xwe da digirin. Ji bo vê yekê, êrîşên çeteyên cîhadî jî nabînin. El-Colanî, heta ku bi emperyalîstan ra hevkarîyê bike, sûcên li dijî gelên bindest û xizan tên tune tên hesibandin.

Serokê HTŞê El-Colanî, bi rêberîya dewleta Tirk, gelên herêmê ji pêvajoya avakirina Sûrîyeya nû dûr dixe. El-Colanî daxwazên Konferansa Yekrêzî û yek helwestî ya Kurd a Rojava ya li Qamişloyê pêk hat, red dike. Kurd, Dûrzî, Elewî, Suryanî, Asûrî, Êzidî, Ermenî, Keldanî û Tirkmen wekî tune tên hesibandin. Di desthilatdarîya HTŞê da azadîya jinan tê xespkirin. Daxwazên wekhevîyê tên paşguhkirin, careka din koletî li jinan tê ferzkirin. Emperyalîst û dewleta mêtingehkar a Tirk naxwazin gelên me li ser pêşeroja xwe xwedî gotin bin.

Em destûra demkî ya ku çeteyên HTŞ li gelên me ferz dikin qebûl nakin. Destûreka ku hemû netewe û bawerîyên Sûrîyeyê bi awayekî azad beşdarî û erê nekirine, ne çareserî ye. Sûrîyeya nû divê xwedî taybetmendîyeka demokratîk û azadîxwaz a jinan be, ku wekhevîya tam a hemû mafan ji bo gelên me misoger bike, îradeya kolektîf bê naskirin. Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê divê bi fermî bê naskirin. Divê parastin û jîyandina bi awayekî azad a ziman, çand û kevneşopîyên hemû gel û bawerîyan bên misoger kirin.

Gelên me divê yekitîya xwe ya wekhev, azad û dilxwaz biparêzin. Ji bo avakirina Sûrîyeyek bi pergaleka edaleta demokratîk û rastîn, divê rola xwe bigirin ser xwe.

Hemû destkeftîyên jinan ên ku bi şoreşa Rojava hatine bidestxistin, divê ji bo hemû jinên Sûrîyeyê bên dabînkirin. Sûrîyeya nû tenê dema ku pergaleka li gorî prensîbên wekhevîya zayendî û temsîlîyeta hevpar bê avakirin dikare demokratîk be. Divê ji bo jinan kota, cudaxwazîya erênî û prensîba mûçeya wekhev ji bo karê wekhev bêne parastin.

Em ne mehkûmê dîktatorekî nû ne. Gelên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê îradeya xwe nîşan dan. Di nav 13 salan da bi bedelên giran, axa şoreşa Rojava û pergala rêveberîya xweser parastin. Gelê me li hemberî her cure planên li dijî azadîya me dê qet paşve gav navêje.Berîya salvegera 13an a şoreşa 19ê Tîrmehê, em careka din bang li hemû gelên Sûrîyeyê, bi taybetî gelên berxwedêr ên Kurdistan û Filistînê û hemû bindestên Rojhilata Navîn dikin. Şerên ku bajarên me dişewitînin û Rojhilata Navîn di xwînê da dihêlin, tenê bi têkoşîna hevpar a gelên me dikare bê rawestandin. Jîyana nû bi berxwedana gelên me pêkan e. Şoreşa Rojava ji bo tevahîya Rojhilata Navîn rêya azadîyê nîşan da. Werin em têkoşîna Kurdistana Azad û Sûrîyeya Demokratîk mezin bikin

Bijî Şoreşa Jinan a Rojava ya 19ê Tîrmehê

Bijî Sosyalîzm

Berxwedan Jîyan e

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)