Em ê Xeyalên 33 Şehîdên Pirsûsê di Şoreşa Rojava da bidin jîyîn

Berî 10 salan, ciwanên sosyalîst ên şoreşger ji Tirkîye û Bakurê Kurdistanê ji bo li Kobanê avakirina Şoreşa Rojava dest bi rêwîtîyê kirin. Berî wan, hevalên wan ji bo berxwedana Kobanê hatibûn Rojava, şer kiribûn û şehîd ketibûn. Şêhîdên Pirsûsê jî ji bo berdewamkirina têkoşîna wan ketin tevgerê. Bi dirûşmeya “Me bi hev ra parast, em ê bi hev ra ava bikin” hemleyek dan detpê kirin. Wan plan kirin ku daristan, parka zarokan û festîval, dibistan û nexweşxane bêne çêkirin. Lê belê, çeteyekî DAIŞê yê ku ji alîyê dewleta Tirk a dagirker û faşîst ve hatibû perwerdekirin û şandin, li Pirsûsê di nav baxçeyê Navenda Çandê ya Amara da dema ku ciwanan daxuyanîyek didan,  xwe teqand. 33 kedkarên şoreşger ên ciwan şehîd ketin, bi sedan kes birîndar bûn.

Li Kobanê ji bo paşeroja şoreşê têkoşîn dihat dayîn. Ew ciwanên me jî amade bûn ku ji bo şoreşê ked bidin, xwêdana enîya xwe birijînin û heke pêwîst be canê xwe bidin. Ew ji bo avakirina Şoreşa Rojava ketibûn rê, lê berî ku wê bibînin, tevlî karwanê nemiran bûn. Piştî qetlîamê, ciwanên sosyalîst netirsîyan. Têkneçûn. Bi gotina “Kobanê, em ê dîsa werin te” têkoşîna şoreşê berdewam kirin.

33 şêhîdên Pirsûsê baş dizanibûn ku Şoreşa Rojava rê li ber bindestên Rojhilata Navîn vedike. Gelê Kurd, ku bi salan ji alîyê rejîma BAAS a dagirker ve hebûna wî nehatibû qebûlkirin, bi pêşengîya xwe hemû gel û bawerîyên bindest ên herêmê anîbûn ba hev. Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Asûrî, Êzidî û gelek gelên din ji bo paşeroja xwe bi hev ra têdikoşîyan.

33 şêhîdên Pirsûsê baş dizanibûn ku Rojava di heman demê da şoreşeka jinê ye. Ji ber ku çeteyên DAIŞê yên tecawizkar bi qetlîamên xwe yên li Şengalê dihatin naskirin. Çeteyên DAIŞê dixwestin jinekê bi serê xwe nizim, wekî koleyê mêran bê dîtin biafirînin. Çeteyên DAIŞê yên faşîst ên îslama sîyasî, bi îradeya şervanên azadîyê yên jin, bi berxwedana qehremanên wekî Sarya Özgür û Arîn Mîrkan, têk çûn. Ji ber vê yekê avakirina Şoreşa Rojava di heman demê da tê wateya avakirina têkoşîna azadîya jinê.

Ji ber vê yekê, wan xwestin ji Pirsûsê heta Kobanê rêyekê vekin. Dixwestin pirekê di navbera gelan da ava bikin, ji bo ku şoreş li seranserê Rojhilata Navîn belav bibe ked bidin. Avakirina dîwarên Kobanê yên hilweşîyayî ji nû ve, tê wateya hilgirtina keviran ji bo paşeroja şoreşê. 33 şêhîdên Pirsûsê bi vê bawerîyê di rîya Kobanê da canê xwe dan.

Di salvegera 10emîn komkujîyê da, ala têkoşîna şêhîdên Pirsûsê di destên ciwanên me da bilind dibe. Em soza ku me di 20ê Tîrmeha 2015an da dabû, li beramberê hemû gelên xwe careka din dubare dikin. Em ê bêrawestan, bêwestan ji bo parastina axa şoreşê û belavkirina şoreşê li seranserê Rojhilata Navîn têbikoşin. Em ê erka pêşxistina Şoreşa Rojava ber bi sosyalîzmê ve bêdudilî bi cih bînin. Ji bo tolhildana wan, em ê li dijî çeteyên faşîst berxwedanê mezin bikin. Em ê şêhîdên Pirsûsê di her gavekê da bidin jîyîn. Em ê 33 rêwîyên xeyalan di têkoşîna xwe da bidin jîyîn.

Şêhîdên Pirsûsê nemir in!

Bimre dewleta Tirk a dagirker a faşîst û çeteyên wî!

Bijî Kurdistana Azad!

Bijî Şoreş, Bijî Sosyalîzm!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) – Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)