Di salvegera 10emîn a fermana 73an de bijî berxwedana Şengalê

Deh sal beriya îro, di dîroka 3yê Tebaxa 2014an de li Şengalê bi îxaneta PDKê, DAÎŞê dest bi komkujîyekê kir. Ev komkujî fermana 73an a gelê Êzîdî bû. Pêşmergeyên PDKê, beriya êrîşa DAÎŞê gelê Êzîdî bê çek û parastin di dest çeteyan de hişt û revîyan. Civaka Êzîdî ji bajar û gundên xwe derket û ji bo xwe biparêze li çol û çîyan ket. Bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û jinên ciwan ên Êzîdî rastî tecawizê hatin, hatin revandin û wek koleyên zayendî, di bazaran de hatin firotin. Hîn îro jî jinên Êzîdî yên ku wek kole hatine firotin û li benda rizgarkirina xwe ne hene. Li hemberê vê êrîşa rêxistina îslama sîyasî a zîlamperest DAÎŞê; gêrîla, şervanên YPG-YPJ û MLKPê ber bi hewara gelê Şengalê ve çûn. Xwe ji gelê Şengalê re kirin mertal. Li hemberê tarîtîya zilamperest bi tîlîlîyên şoreşa jinê şer kirin û nehiştin ku fermana 73an bighêje encamê. Bi pêşengiya gêrîla, ciwanên Şengalê ji bo parastina xwe Yekîneyên Berxwedana Şengalê  û Yekîneyên Jinên Şengalê ava kirin. Bi saziyên xwe yên xweser dest bi rêveberiya xwe kirin. Di dîroka gelê Şengalê da cara yekem bû ku li hemberê fermanekê bi berxwedanekê evqas xurt bersiv dihat dayîn. Gelê Şengalê ev deh salin di bin êrîşên dewleta burjuvazîya Tirk a mêtinger a zilamperest de, li hemberê zihnîyeta DAÎŞê hebûna xwe diparêze û li hemberê hemû hevkarîyên qirêj ber xwe dide. Dîsa gêrîlayê ku ji bo parastina gelê Êzîdî xwe kirî mertal, bi salane li çiyayên Başûrê Kurdistanê, li Qadên Parastina Medyayê li hemberê dagirkerî û metingerîyê ji bo parastina Kurdistanê xwe dike mertal. Gava ku pêşmergên PDKê axa Kurdistanê firote DAÎŞê û revîya, gêrîla ji bo parastina rûmeta mirovahîyê, parastina gelê Êzîdî şer kir. Ji xwe derket holê ku PDK di nav plansazîya êrîşa Şengalê de jî cih girtîye.

 Îro jî PDK axa Başûrê Kurdistanê difiroşe dewleta burjuvazîya Tirk a mêtinger; di şerê li hemberê dagirkerîyê de li dijî gêrîla alîkarîya dagirkeran dike. Lê gêrîla ji Xakûrkê heta Heftanîn, ji Zapê heta Garê ji bo parastina axa Kurdistanê şerê xwe bilind dike. Gêrîlayên HPG- YJA Star û MLKP, li hemberê hemû êrîşên dagirkerîyê, sengerên xwe bernadin, axa Kurdistanê û rûmeta mirovahîyê diparêzin. Em dizanin ku di pelên dîrokê de her tim gotina dawî ya berxwedêran e û wê dîsa jî wisa be. Artêşa mêtingerîya faşîst carekê li Garê bin ket, li Zapê gêj bû wê dîsa li Garê bişkê. Me bi pêşxistina şoreşa Rojava ya jin DAÎŞ ji ser rûyê cîhanê paqij kir, em ê bi bilindkirina berxwedanê û bi pêşxistina şoreşê dewleta faşîst a burjuvazîya Tirk jî ji dîrokê paqij bikin.

Em dîsa di şexsê nemirên Şengalê de hemû nemirên şoreşê bibîr tînin, bejna xwe li hemberê bîranîna wan ditewînin. Em di salvegera 10emîn de bi bîranîna fermana 74an, êrîşên çeteyên îslama sîyasî û zilamperest ên DAÎŞê û dewleta Tirk a mêtinger, hevkarî û îxaneta PDKê şermezar û lanet dikin. Em di têkoşîna azadîya gelê Êzîdî û parastina rêveberîya xweser a Şengalê de hertim piştgirîyê dikin. Bangewazîya me li hemû gelên cîhanê, qirkirina gelê Êzîdî qebûl nekin û piştgirîya têkoşîna gelê Êzîdî bilind bikin.

Bimre xiyaneta PDKê

Bijî Berxwedana Şengalê

Bijî Berxwedana Rojava

Bijî Berxwedana Gêrîla

Tevgera Komunîst a Şoreşger