Komûnîstên Rojava, di çarçoveya Meha Mijdarê Meha Şehîdan de çalakiyên bîranînê li dar xistin. Navenda Nûçeyan- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoraşger (TKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) di meha mijdarê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn. DİRBÊSİYÊ Endamên TKŞ’ê li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan li dar xistin, malbatên şehîdan jî tevlî bîranînê bûn. Di çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyona ji bo Meha Şehîdan hatiye amadekirin hat …
Read More »NÛÇE
Jinan li Rojava li hemberî tundiyê meş li dar xistin
Jinan li Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê meş li dar xistin. Jinan anîn ziman ku wê li hemberî dagirkerî û tundiyê têkoşîna wan bidome û ji bo parastina şoreşa Rojava banga têkoşînê kirin. QAMIŞLO- Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Nevnetewî ya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê meş li dar xistin. QAMIŞLO Li Qamişlo jin bi boneya 25’ê Mijdarê li Baxçeyê Helepçe hatin …
Read More »Tabelaya Taxa Ivana Hoffmann hat nûkirin
Komûnîstên Rojava Ivana Hoffmann a şervana komûnîst û enternasyonal ku Til Temir şehît ketibû bi bîr anîn. Tabelaya taxa ku navê wê lê hatibû dayin nû kirin. TIL TEMIR- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di çarçoveya Meha Şehîdan de şervana komûnîst Ivana Hoffmann a ku di şerê li hember DAŞ’ê de li Til Nesrî ya gundê Til Temir şehîd ket bi bîr anîn. …
Read More »Endamên CKŞ’ê soza têkoşînê dan şehîdan
Endamên CKŞ’ê bi boneya Meha Mijdarê Meha Şehîdan li Qamişlo hatin gel hev û li pakrewangehê bîranîn li dar xistin. Ciwanan soza bi mezinkirina şoreşê meşandina têkoşîna şehîdan dan. QAMIŞLO- Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger ku ji bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên wek Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Qamişlo hatine di çarçoveya çalakiyên Meha Şehîdan de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan bîranîn li dar xistin. Ciwanên ku li pêşiya pakrewangehê …
Read More »Li hember planên tasfiyekirinê destkeftiyên şoreşê biparêzin
QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) sekna ENKS’ê ya ku di paşxistina destkeftiyên şoreşê de israr dike û li Başurê Kurdistanê li ser herêmên gerîla sewqiyatên KDP’ê şermezar kirin. Endamên JKŞ û CKŞ’ê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di çalakiyê de diwîzên “Hevserokatiyê Biparêz, Şoreşa Jinê Biparêz” û “Zimanê Me Hebûna Me Ye” hatin rakirin. Li ser navê TKŞ’ê Cemîl Seydo daxuyanî xwend. Seydo anî ziman ku di sala …
Read More »Li Qamişlo Bîranîna 33’ê Reviyên Xeyalan Hat Lidarxistin
Li Qamişlo bîranîna 33’ê Reviyên Xeyalan li Parka Xwendinê bi tevlîbûna sedan gelê Kurd û Ereb hat lidarxistin. Bîranîna ku bi tevlîbûna sazî û malbatên şehîdan hatiye lidarxistin li ser rihê şehîdan deqekê bi rêzgirtin destpê kir. Çalakiya bîranînê bi axaftina Saziya Malbata Şehîdan destpê kir. Piştî axaftina Saziya Malbata Şehîdan bi navê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) bi navê TEVDEM Ayîd Îbrahîm û Gaziya komkujiya Pirsûsê Bêrîtan Asya axivî. …
Read More »Endamên JKŞ’ê salvegera Şoreşa Rojava ya Jinê pîroz kirin
Navenda Nûçeyan- Jinên Komûnîst ên Şoreşger berî 19’ê Tirmehê çalakî li dar xistin. QAMIŞLO Endamên JKŞ’ê li qada Mizgeftê ya girêdayî Qamişlo berî 19’ê Tirmehê seyranek li dar xistin. Jinên Kurd û Ereb tevlî seyranê bûn. Di seyranê de li ser destkeftiyên şoreşê û xweparastinê xebat hatin meşandin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze şoreşa Rojava ya jinê bifetisîne. Li hember dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê …
Read More »JKŞ: Em li şoreşa jinê xwedî derkevin
Jinên Kobanî, di pêşengtiya Jinên Komûnîst ên Şoreşger de ji bo li hember dagirkeriyê parastina şoreşa jinê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiya ku li Qada Jina Azad de pêk hat alên JKŞ’ê û diwîzên wênyên komkujiyên jinan li ser hene hatin rakirin. Dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Şoreşa Me Ya Jinê” hatin avêtin. Li Ser navê JKŞ’ê Meysa Akarî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk li xakên …
Read More »TKŞ: Bimre Nîjadperestî, Berxwedan Jiyan e
QAMIŞLO- Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) êrîşên nîjadî yên ku li DYA û Tirkiyê pêk hatin şermezar kir, berxwedan silav kir. Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonal a li Qamişlo daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de diwîzên “Em Kurd in, Reşik in, Mirov in”, “Berxwedan Jiyan e”, “Bimre Nîjadperestî” û al hatin rakirin. Daxuyanî bî zimanên …
Read More »TKŞ: Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî
KOBANÊ- Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji bo li Emerîka bi îşkenceyê kuştina George Floyd şermezar bikin li Qada Şehîd Arîn Mîrkan bi dirûşma “Welatê Nîjadperestiyê Tune Ye” daxuyanî dan. Di çalakiyê de diwîzên “Em Kurd in, Reşik in, Mirov in”, “Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî” û “Bimre mêtîngerî bijî şoreş” hatin hildan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Firyaz Mihemed daxuyaniya bi Kurdî xwend û …
Read More »
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e