JİN

Bi Hêza Girêva Jinê Ya Cîhanê Ber Bi 8’ê Adarê Ve

Em di rewşeke gelekî aloz de 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê pêşwazî dikin. Di aliyekî de hem li Rojhilata Navîn hem jî di tevahî cîhanê de dengeyên siyasi û dihêle ku nakokiyên civakî hîna kûrtir bibe. Çîna karker û kedkaran bi rê û rêbazên cuda li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna xwe didomînin. Di nav ev nakokiyên civakî û rastiya pergala kapîtalîst ku hemû nirx û tiştên eydî mirovahiyê …

Read More »

Seda û Hînd Nemirin

Roja 23’ê Çile li navçeya Deşîşa komkujiyeke nû ya DAÎŞ’ê pêk hat. Hevseroka Meclîsa Beldeya Til Şayîr Seda Feysel El Hermez û Cîgira wê Hind Letîf El Xidir hatin revandin û hatin qetilkirin. Du jinên Ereb ên siyasetmedar û pêşengên şoreşê berê jî ji hêla DAÎŞ’ê ve bi mirinê hatibûn tehdîtkirin. Seda û Hinda ku xwedî giyana azad a şoreşa me ne li hember van gefan serî netewandin. Qetlîama hovane …

Read More »

Em ê Weke Jin Ji Dagirkeran Tola Jinan Hilînin

JKŞ’ê çalakiya ku her 18’ê mehê li hember dagirkerî û tundiya li ser jinê li dar dixe vê mehê ji bo salvegera dagirkirina Efrînê li dar xist. Li Hesekê, Kobanê û Qamişlo daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Em ê Weke Jin Ji Dagirkeran Tola Jinan Hilînin Di serî de li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî û li hemû cihên ku hatine dagirkirin li hemberî jinan êrîşên hovane didomin. Roj tune …

Read More »

Leyla Guven Ne Tenê Ye

Dewleta Tirk a faşîst û zilamperest careke din êrîşî vîna jinê kir. Jinên ku bi salane têdikoşin, li kolanan doza mafên zayendî û mirovahiyê mezin dikin, li hember zilm û faşîzma zilaman û dewleta wan her dem bûn bendeke ji agir. Dewleta Tirk bi rêbazên girtin, hepiskirin, tacîz û destdirêjiyê dixwaze ku vê têkoşînê bişkîne. Vê siyasetê bi hemû amûrên dewletê roj bi roj xurtir dike. Bi taybet jî li …

Read More »

JKŞ: Ji Bo Parastina Şoreşa Jinê Em ê Berxwedanê Bidomînin

Endamên JKŞ’ê çalakiyên li hember dagirkerî û tundiya li ser jinê her 18’ê mehê li dar dixin li Hesekê û Kobanê domandin. Endamên JKŞ’ê gotin “Em ê li hember dagirkerî û îxanetê têbikoşin, ji bo azadiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî em ê berxwedana xwe mezin bikin.”   HESEKÊ/KOBANÊ- Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), çalakiyên ku her 18’ê mehê li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û li …

Read More »

Em ê Ji Hişmendiya Tecawizkar Hesap Bipirsin

Me careke din nûçeyên “li Êlihê destdirêjiya zarokeke 15 salî” xwend. Derket holê ku zaroka ji ber êşa zikê xwe diçe nexweşxaneyê ji hêla 27 kes an rastî istîsmara zayendî û destdirêjiyê maye. Çanda destdirêjiyê ku bi salan e dewleta Tirk li Kurdistanê li hember jinên Kurd weke rêbazeke şerê taybet dimeşîne berdewam dike. Rastiya tacîz, destdirêjî û tundiya li ser jinê di heman demê de rastiya hişmendiya dewleta zilamperest …

Read More »

Şehîda yekemîn a KKÖ ya li Rojava Sîbel Bulut hat bi bîr anîn

HESEKÊ/QAMIŞLO- Endamên TKŞ û JKŞ’ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku li Rojava şehîda yekemîn a jin a MLKP/ KKÖ ye  bi çalakiyên ku li Hesekê û Qamişlo hatin li dar xistin bi bîr anîn. Li Hesekê li cihê bîranînê wêneyên Bulut û alên TKŞ û JKŞ’ê hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Nûnera JKŞ’ê Fadya Sîdo axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava bi …

Read More »

Jinan li Rojava li hemberî tundiyê meş li dar xistin

Jinan li Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê meş li dar xistin. Jinan anîn ziman ku wê li hemberî dagirkerî û tundiyê têkoşîna wan bidome û ji bo parastina şoreşa Rojava banga têkoşînê kirin. QAMIŞLO- Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Nevnetewî ya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê meş li dar xistin. QAMIŞLO Li Qamişlo jin bi boneya 25’ê Mijdarê li Baxçeyê Helepçe hatin …

Read More »

Berxwedana Şengalê Sembola Cesareta Jinê Ye

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû û cîhadîst êrîşî xaka Şengalê kirin. Bi êrîşa DAIŞ’ê re gelê Êzidî ji komkujiyê hate derbskirin, gelek Êzidî neçar man ji xaka xwe koç bikin. Çeteyên DAIŞ’ê ku pişta xwe spartibûn dewleta Tirk a faşîst bi rêbazên xwe yên hovane hewl dan gelê Êzidî teslîm bigirin û weke 72 fermanên di dîrokê de bûye wan di komkujiyan re derbas bikin. Bi …

Read More »