JİN

Silav Li Jinên Di Zindanan De Ne, Ku Sembola Berxwedan Û Rûmetê Ne!

Di 16’ê Îlona 2021an de piştî Jîna Mahsa Emînî ya ku li Rojhilat a Îranê ji ber binpêkirina yasaya lixwekirina çarşefê ji aliyê polîse ehlaqê ve hatibû îşkencekirin û qetilkirin,  serhildaneke mezin a jinan û gel dest pê kir. Piştî Jine Emînî ya ku agirê serhildanê pêxist, gelek jin daketin qadan, beşdarî çalakiyan bûn û bûn pêşeng. Bi dehan jinên têkoşer di êrîşên rejîma mêtinger, îslama siyasî ya faşîst a …

Read More »

EM XWE RÊXISTINBIKIN Û TÊKOŞÎNÊ DI HER QADÊ DE MEZIN BIKIN!

Di êrîşên ku di 4ê Cotmehê de dest pê kirine, di welatê me yê di Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê ya ku bi hezaran ked û fedakariyan hatiye avakirin de avahiyên me yên leşkeri, aborî û siyasî xisar dîtin, şehîd û birîndarên me hene. Em wekî gelê Filîstînê ne, Filistîniyê ku li hemberî êrîşkariya dewleta Israîl a dagirker a Siyonîst yên 70 salin didome bi şer û têkoşîna xwe …

Read More »

Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye

Endamên JKŞ’ê li bajaren Bakûr û Rojhilatê Surî hemleya xwe bi şîara “Keda jinê ya li malê keda civakî ye” bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin. DİRBÊSİYÊ Endamên JKŞ’ê li saziya TKŞ a Dirbêsiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Zeynep Xidir der barê kampanyayê de agahî dan û wiha got: Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye Şoreşa me ya ku tê nasîn bi şoreşa jinê ev şoreş ya ku ji …

Read More »

Rojnamevanên Jinên Ku Êrîşên Dagirkerî Ji Cîhanê Re Radigihînin Hatin Hedef Girtin

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa me ya jinê didomin. Duh êvarê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîteke xebatkarên çapemeniyê hedef girt. Kesê bi navê Necîmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşa li dijî wesayîta Jin TV de şehîd bû. Rojnamevanek jî birîndar bû. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser axa şoreşa me ya Rojava de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. …

Read More »

Şahiyekê Zarokan a ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê

Endamên JKŞ li Kobanê li ser salvegera 8’mîn a Komkûjiya Pirsûsê şahiyek ji bo zarokan li darxistin. Çalakî bi deqaqê rêzgirtin dest pêkir.x Li ser navê meclisa JKŞ Bihar Mustefa axivî:“Di sala 2014’an de çeteyên DAİŞ’ê êrîşe Kobanê kirin. Ciwanên sosyalîst di dema berxwedana Kobanê de şer kirin û Kobanê parastin. Piştî şer xwastin Kobanê çêbikin, dema ku li Pirsûsê kom bûn û pilan kirin ku wê ji bo zarokên …

Read More »

Dewleta Tirk a Ku Nûnerên Rêveberiya Xweser Qetil Kir, Wê Hesab Bide

Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgirê wî Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn. Hevseroka Kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên me Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Serekê faşîst Tayîp Erdogan ji xwînê têr nabe. Dewleta Tirk piştî ku Rêveberiya Xweser daxuyand ku ew ê çeteyên …

Read More »

Vîna Jina Sosyalîst Wê Teslîm Nebe!

Îro danê sibê li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek sosyalîst hatin binçavkirin. Di nav wan de xebatkarên çapemeniya sosyalîst, serokên partiyan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Keskan jî hene. Bi fermana dîktator, faşîst Erdogan, endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst û namzetên jin ên parlamenteriyê hatin binçavkirin, li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrîşeke girîng e. Beriya hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên ku wê di 14’ê Gulanê …

Read More »

Silav ji YPJ’ê re

Em salvegera 11’emîn a YPJ’ê ya ku di 4’ê Nîsana sala 2012’an de hatiye damezrandin, bi coş silav dikin. Em rêheval Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku di sala 2013’an de di şerê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan de bûn şehîdên YPJ’ê yên yekemîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Li dijî zîhniyeta baviksalarî rizgarkirina gel û axên herêma xwe û azadiya jinê rêgezên bingehîn ên YPJ’ê ne. YPJ’ê bi …

Read More »

JKŞ, Ji bo tenduristî û pêdeviyên jinan semînerek lidar xist

KOBANÊ- Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê ji bo jinan semînereke bi dirûşma “Tenduristiya Jinê û Pêdeviyên Jinan” lidarxist. Bijîşka bi navê Nesrîn Hemo ya ku li Nexweşxaneya Jin û Zarokan dixebite tevlî semînerê bû û li ser nexweşiyên giştî yên jinan zanist bi beşdaran re parve kir. Piştî axaftina Bijîşk Nesrîn Hemo semîner bi pirs û bersivan berdewam kir.

Read More »

Daxuyaniyên ji bo Şengal

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Qamişlo û bi boneya 8’emîn salvegera destpêkirina Fermana 73’emîn a li ser gelê Êzidî û jinên Şengalî daxuyani çapemeniyê da. Kobanê Endamên JKŞ’ê li Kobanê li Qada Jina Azad ji bo 8’emîn salvegera komkujiya Şengalê û êrîşên li ser jinan hatin kirin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Behar Mistefa daxuyanî xwend û banga xwedîderketina li Şengalê kir.

Read More »