Êrîşên dewleta Tirk berdewam e. Ji roja 14’ê meha Hezîranê heta niha dewleta Tirk a faşîst Li Mexmûr û Şengala ku gelê sivîl tê de jiyan dike û qadên parastina medyayê bombebaran dike. Armanca dewleta Tirk a Faşîst ku tevahî siyaseta xwe li ser dagirkerî û tunekirinê ava kiriye tunekirina destkeftinên çar parçeyê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e wek ku li Rojava dike, Li …
Read More »DAXUYANÎ
Faşîzma AKP’ê Dixwaze Derbe Li Vîna Gelê Me Bixe
HDP’ya ku li Tirkiye û Kurdistanê rêxistineke yekbûyî ya têkoşînê ye, di bin hemû agirên êrîşên faşîzmê de bi ser xist ku 6 milyon deng bistîne û têkeve meclîsê. Di têkoşîna dijîfaşîzmê, dijîmêtîngeriyê, azadîxwaziya jinê de bi dehan şehîd da, bi hezaran endamên wê hatin girtin. Wek ku tê zanîn HDP bênavber dibe hedefê êrışên faşîst. Herî dawî wekîltiya wekîlên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hat xistin û hatin …
Read More »Şoreşa Rojava Ya Jinê Vîna Me Ye. Em ê Biparêzin
Li ber Çavê hemû cîhanê, bi piştgirî û erêkirina hêzên emperyalî ya navnetewî di dîroka Adara 2018’ê de Efrîn, di Cotmeha 2019’an de Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê yên hov ve hat dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe didomînin. Piştî ku Erfrîn hat dagirkirin bi hezaran welatiyên Efrînê yê Kurd, Ereb, Tirkmen, Elewî HWD. …
Read More »Şehîdên Gulanê Nemir in
Şehîdên Gulanê pêşengên têkoşîna me ya azadiyê û hilgirên agir in.Di çar perçeyên Kurdistanê de li hember dewletên paşverû yên herêmê şervanên fedaî yê şerê azadiya neteweyî, şoreş û sosyalîzmê ne. Xeyalên Denîz-Yusuf-Huseyîn ku ji hêla dewleta Tirk a mêtînger ve di 6’ê Gulana 1971’an de hatin darvekirin û Şîrîn-Ferzad-Elî-Ferhad-Mehdî ku 9’ê Gulana 2010’an ji hêla Rjîma Molayan a Îranê ve hatin darvekirin yek bû. Li Bakurê Kurdistan di Zindana …
Read More »Yekîtî Têkoşîn Serkeftin. Bijî 1’ê Gulanê
Di sedsala 19’emîn de li Emerîka karker di mercên pir giran de rojê 15-16 saetan dixebitîn, bi pereyê ku digirtin nikarîbûn heta bi zikê xwe têr bikirana. Karkerên Emerîka ku mercên xebatê yên koletî qebûl nakin li hember kapîtalîzmê û pergala wê ya xira bûye serî radikin. Di 1’ê Gulana 1886’an de bi sed hezaran karker diçin grevê. Li Şîkago 40 hezar karker tevlî grevê dibin û pêşengtiya berxwedanê dikin. …
Read More »Divê Siyaseta Astengkirina Li Ser Zînê Wirtê Bi Dawî Bibe
PDK’ê li Zînê Wertê ku li herêma Qendîlê ye hêza xwe ya leşgerî bi cih dike. Bi vê gava PDK’ê re dewleta Tirk a dagirker jî li hember gerîla û Mexmurê êrîşên hewayî pêk anî. Ev gava ku ji hêla PDK’ê ve hate avêtin tê wateya dagirkirina Qendîlê û valakirina Mexmurê. PDK’ê dixwaze ku qada PKK’ê teng bike. Xeta ku PDK’ê dimeşîne xeta hevkariya dijminê Kurd an e. Di pêkanîna …
Read More »Em Êrîşa Dewleta Tirk a Li Ser Mexmurê Şermezar Dikin
Erdoganê faşist li ku bibe bila bibe dijminatiya xwe ya li hember Kurd an bi xedarî didomîne. Herî dawî bi balafirên keşfê li Mexmurê gelê sivîl bomberan kirin û sê jinên ku li ber ajalên xwe bûn şehîd xistin. Gelê Wargeha Mexmurê ji ber zilm û zora dewleta Tirk cih û warên xwe berdabûn û penaber bibûn. Hem PDK’ê hem jî Tirkiyê ew li wê derê jî rehet bernedan. PDK’ê …
Read More »Çarşema Sor Di Destpêkê De Li Gelê Me Yê Êzidi û Hemû Gelên Herêmê Pîroz Be
Gelê me yê Êzidî her sal di çarşema yekemîn a piştî 13’ê Nîsanê de cejna Çarşema Sor a netewî û olî pîroz dike. Çarşema Sor tê wateya avakirina gerdûnê. Cîhan wê rojê ava bûye. Ji bo vê jî di vê cejnê de hêk tên kelandin û bi rengê xwezayê tên xemilandin. Di vê rojê de yezdan melekekê dadixe ser rûyê erdê û xerabiyan paqij dike. Ev cejn ji bo gelê …
Read More »Cejna Ekîto Pîroz Be
Em Cejna Ekîto ya ku her sal di 1’ê Nîsanê de ji hêla gelê me yê Aşurî û Suryanî ve weke sersal tê pîroz kirin pêşwazî dikin. Ev cejn ji hêla gelên Beyn Nahren ve ev 6770 sal zêdetir e tê pîroz kirin. Ev cejna ku tê pîroz kirin di dîrokê de ya herî kevin e. Gelên me li gel ku ew qasî hatine qetil kirin dîsa jî nirxên xwe …
Read More »Em Tenduristiya Xwe Ya Civakî û Şoreşa Xwe Biparêzin
Vîrûsa Korona ku li bajarê Vûhan yê Sînê derketiye holê bi lez belavî tevahî cîhanê bûye, rê li ber mirina bi hezaran mirovan vekiriye û hîna jî berdewam e. Tê zanîn ku di dîroka civakên çînî de bi mîlyonan mirov di encama van nexweşiyên şewbê de jiyana xwe ji dest dane. Di pergalên ku mêtîngerî û şelandin heye de mirinên girseyî yên ji ber van sedeman ne yekemîn in, wê …
Read More »
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e