DAXUYANÎ

Bi Rihê Berxwedana Kobanê Em Rêveberiyên Xweser Biparêzin

Gelê me yê Rojava ku Dewleta Mêtînger a Sûriyeyê bi siyaseta tunekirin û Erebkirinê bi dehan salan di bin zilma xwe ya mêtîngeriyê de digirt di 19’ê Tirmeha 2012’an de şoreşa xwe ragihand û dest bi avêtina gavên azadbûyinê kir. Di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, di 27’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê û di 29’ê Çileya 2014’an de jî Rêveberiya Xweser a …

Read More »

Em ê Efrînê Teqez Rizgar Bikin

Dewleta Tirk a dagirker bi îcazeta ku ji Rûsya û Emerîka girtibû di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê dest bi êrîşên dagirkirinê kir. Li hember van êrîşan şervanên YPG-YPJ’ê, şervanên komûnîst û enternasyonal 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan. Dewleta Tirk piştî ku bi hemû derfet û piştgiriyên teknîkî nedikarîbû pêş ve biçûya bi awayekî hovane dest bi êrîşên li ser sivîlan kir.   Dewleta Tirk …

Read More »

Em Di Sala Nû De Berxwedanê Geş Bikin

Sala 2020’an ku hemû gelên cîhanê di bin gefa şewba Korona de ya ku encameke pergala resmaliyetê ye derbas kirin, em di bin gefên dagirkeriya Dewleta Tirk de xilas dikin. Ev sal ji bo gelên me bû sala hevgirtin û berxwedana li hember hemû êrîşên tasfiyekirinê. Dewleta Tirk a dagirker bi xeyala binxistina Şoreşa Rojava ya ku meşaleya Rojhilata Navîn e bênavber êrîşên xwe domand. Dewleta Tirk a ku bi …

Read More »

Cejna Noelê Pîroz Be

Gelên me yên Xirîstiyan ev du hezar sal in Cejna Noelê pîroz dikin. Ev cejn weke roja nû, roja jidayikbûna Hezretî Îsa tê pejirandin û weke cejneke mezin tê pîrozkirin.Li Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelên me yên Xirîstiyan ol û baweriya xwe bi awayekî azad jiyan dikin. Dewletên paşverû yên herêmê û dewletên emperyalî ji yekîtiya baweriyan aciz in û ji ber vê yekê êrîşên xwe yên …

Read More »

Leyla Guven Ne Tenê Ye

Dewleta Tirk a faşîst û zilamperest careke din êrîşî vîna jinê kir. Jinên ku bi salane têdikoşin, li kolanan doza mafên zayendî û mirovahiyê mezin dikin, li hember zilm û faşîzma zilaman û dewleta wan her dem bûn bendeke ji agir. Dewleta Tirk bi rêbazên girtin, hepiskirin, tacîz û destdirêjiyê dixwaze ku vê têkoşînê bişkîne. Vê siyasetê bi hemû amûrên dewletê roj bi roj xurtir dike. Bi taybet jî li …

Read More »

Cejna Êzî Pîroz Be

Cejna Êzî ku bi hezar salan e tê pîrozkirin li gelê me yê Êzidî pîroz be. Îsal gelê me yê Êzidî di bin gefa fermaneke nû û êrîşên dewleta Tirk de cejna xwe pêşwazî dike. Dewleta Iraqê û PDK’ê ji aliyekî dixwazin destkeftiyên gelê me yê Êzidî bin pê bikin. Li aliyekî dinê jî dewleta Tirk li Serê Kaniyê û Efrînê cih û warên gelê me yê Êzidî talan û …

Read More »

Li Hember Îxanetê Bijî Berxwedana Azadiyê

Di dîroka Kurdistanê de roj, meh an jî sal tune ye ku tê de berxwedanek mezin nehatibe nivîsandin. Gelê Kurd her tim li hember dagirker û mêtîngeran pişta xwe daye çiyayên xwe û hebûna xwe qîr kiriye. Îroj hîn jî ev berxwedan li çiyayên Kurdistanê tê geşkirin. Gerîla li hember dewletên dagirker bi piştgiriya gelê xwe yê bi rûmet li çiya û bajaran şerê hebûn û tunebûnê dide. Lê, di …

Read More »

Em Ji Bo Şengalê Li Her Derê Rabin Ser Piyan

Dewleta Iraqê ya mêtînger û KDP’ê ya hevkar a xayin di 9’ê Cotmehê de ji bo destkeftiyên gelê Şengalê binpê bikin peymaneke qirêj xitim kirin. Li gorî vê peymanê dagirkirina Şengalê, hilweşandina rêveberiya wê ya xweser, tesfiyekirina hêzên wê yên xwe parastinê û ji nû ve vegerandina wê ya mêtîngehiyê tê armancgirtin. Yên ku li himberî DAÎŞ’ê Musul di rojekê de teslîm kirin, ên ku çekên xwe avêtin û li …

Read More »

Bi Rihê Berxwedana Kobanê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Di 2010’an de li Rojhilata Navîn li hember dîktatorên faşîst serhildanên gelê Ereb dest pê kiribû. Ew agir di 2011’an de li xaka Sûriyeyê li hember Rejîma BAAS hat pêxistin. Gelê Kurd jî êdî siyaseta tunekirinê nema qebûl kir û rêka xwe ya azadiyê xêz kir. Êdî li Rojava agirê şoreşa gelê Kurd û Şoreşa Jinê dibiriqand.Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo vî agirî …

Read More »

Em ê Bi Hev Re Berxwe Bidin Em Bi Hev Re Ser bikevin

Di 2010’an de li Rojhilata Navîn li hember dîktatorên faşîst serhildanên gelê Ereb dest pê kiribû. Ew agir di 2011’an de li xaka Sûriyeyê li hember Esad hat pêxistin. Gelê Kurd jî êdî siyaseta tunekirinê nema qebûl kir û rêka xwe ya azadiyê xêz kir. Êdî li Rojava agirê şoreşa gelê Kurd û Şoreşa Jinê dibiriqand. Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo vî agirî …

Read More »